$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Serxwebûn Gabar
Nav paşnav: Bêwar Mesût
Cihê jidayikbûnê: Zaxo
Dayik-Bav: Xatin-Mesût
Dem û cihê şehadetê: Zap 019-02-2017
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Serxwebûn li bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bû û lê mezin bû. Hevrêyê me li nava malbateke berxwedêr û dilsozê kevneşopiya welatparêziyê mezin bû, her tim dilsozê nirxên Kurdistanî bû û êşên giran ên gelê me ji nêz ve dît. Hevrêyê me li dijî mêtingeriyê xwedî hêrseke bêdawî bû, ji bo xaka pîroz a Kurdistanê ji dagirkeran paqij bike û bi nasnameya azad a gelê me karibe bijî, pêwîstiya bi têkoşîna gerîla di temenê ciwantiyê de dît. Li ser bingeha banga Rêberê me ya ji bo mezinkirina gerîla, hevrêyê me Serxwebûn sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû. Perwerdeya şervanên nû bi rengekî serketî qedand û li Garê û Zapê gerîlatî kir, di demeke kurt de bû gerîlayekî xwedî tecrûbe. Hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê îdeolojîk ve xwe zû bi pêş xist û esasên gerîlatiya serdema nû bi rengekî serketî xiste meriyetê. Hevrêyê me bi kesayetiya xwe ya kedkar wezîfeyên şoreşê çi biçûk çi jî mezin bi serketî bi cih anî û bû nûnerê xeta milîtaniya xurt. Hevrêyê me Serxwebûn ku pîroziya jiyan û hevrêtiya PKK'ê zanî bû û bêdawî hurmet dida hevrêyên xwe, xwe bi pêş xist û hewl da derdora xwe jî bi pêş bixîne. Hevrêyê me Serxwebûn mîna şehîdên me hemûyan wê bi nirxên afirandî di têkoşîna me de her tim rêya me ronî bike.[1]