$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Ridvan Ozer
Nasnav: Xwînrêj Şiyar
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Necla-Abdulvahap
Dem û cihê şehadetê: 21-08-2021 / Serhed
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Xwînrêj li Çelê ji dayik bû, ku bi welatparêziya xwe tê naskirin û bi sedan fermandarên leheng ji nava xwe afirandiye. Li Çelê ku di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de yek ji qadên herî çalak e û çalakiyên gerîla yên li dijî dewleta Tirk a dagirker lê xurt e, ji dayik bû. Lewma di demeke kurt de partiya me PKK nas kir. Di heman demê de li qadeke welê mezin bû ku dewleta Tirk a qirker ji aliyê leşkerî ve giraniyeke mezin dide ser û her tim zextê li gelê me dike. Ev yek jî bû sedem ku hevrêyê me Xwînrêj di demeke kurt de tevlî nava refên têkoşînê bibe. Her wiha ji bo bibe hêjayî şehadetên ji derdora malbata xwe û ala wan lehengan a şoreşê hildin tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Xwînrêj ji ber ku şert û mercên herêma wî dişibe şert û mercên jiyanê yên gerîla di hînbûna jiyana gerîla de zehmetî nekişand, di demeke kurt de hînî jiyana li çiyê û gerîla bû. Di demekê de ku dewleta Tirk a mêtinger ji sala 2015'an û pê ve êrişên xwe giran kir, li qada Ertûşê hevrêyê me Xwînrêj tevlî gelek çalakiyan bû yên ku derbên giran li dagirkeran xist. Di dema operasyona Ertûşê de ku dewleta Tirk derbên mezin xwar, bi fedakarî û wêrekiya xwe bawerî da hevrêyên xwe. Bû mînakekî şênber ku nîşan da milîtanekî pêşeng divê çawa be. Piştre ji bo xwe li qada leşkerî bi pêş ve bibe û ji aliyê îdeolojîk ve şareza bike, bike milîtanekî Apoyî, tevlî karê perwerdeyê bû. Di dema perwedeyê de ji bo di rê û rêbazên gerîlatiya dema nû de bibe pispor, kete nava gelek hewldanan û bû fermandarekî pispor ê gerîla. Ji bo bersivê bide perwerdeya wergirtî bi biryardarî xwest li herêma Bakur tevlî pratîkê bibe. Hevrêyê me Xwînrêj bi israr derbasî herêma Bakur bû û gihîşt wê rûmetê ku gerîlatiyê li vê herêmê dewam bike. Dema ku li ser erka xwe bû li herêma Patnosê kete kemîna gerîla, li dijî bangên teslîmiyetê yên dijmin bi rêbaza fedayî ya Apoyî bersiv da. Bi wêrekiyeke mezin êriş bir ser dijmin û piştî şerekî giran tevlî lehengên nemir ên Kurdistanê bû.[1]