$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Mazlûm Kizil
Nasnav: Agir Qoser
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Rahîme-Halîl
Dem û cihê şehadetê: 08-05-2021 / Mêrdîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Agir Qoser li navçeya welatparêz Qoserê ya Mêrdînê ji dayik bû. Di nava atmosfera têkoşîn û berxwedanê de ya li Kurdistanê mezin bû. Weke ciwanekî Kurd ê welatparêz kete bin bandora Şoreşa Rojava û komkujiyên ku li gelê me dihate ferzkirin. Lewma beşdarî serhildanên Kobanê yên li Bakurê Kurdistanê bû û hingî biryar da ku tevlî refên têkoşînê bibe. Hevrêyê me Agir destpêkê li Zapê dest bi pratîka gerîla kir. Xwe li Zagrosan perwerde kir, di nava pratîkê de hîn bû û bû gerîlayekî xwedî tecrûbe. Ev tecrûbeya xwe jî bi îdeolojiya Apoyî xurt kir û ji bo di leşkeriyê de bibe pispor li akademiyê perwerde dît. Weke gerîlayekî ku di taktîka sabotajê de bû pispor, sala 2018'an derbasî Bakurê Kurdistanê bû. Hevrêyê me Agir li vê derê hewl da gerîlatiya modernîteya demokratîk bixe meriyetê û derbên xurt li dijmin bixe. Gelek wezîfeyên xwe bi rengekî serketî bi cih anî. Weke hevalekî ku dihate hezkirin cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt. Heta şehadetê jî ji sekna milîtaniya Apoyî ti carî tawîz neda.
Her şeş hevrêyên me ku ji navçeyên Hezex, Nisêbîn û Qoserê yên herêma Mêrdînê bûn, li vê xakê ji dayik bûn û tevlî nava refên gerîla bûn, li heman xakê hesab ji dijminê qirker mêtinger pirsîn, bi vê armancê îrade, daxwaz û biryardariyeke mezin a têkoşînê nîşan dan, di oxira azadiyê de ketin nava hewldaneke bêhempa, heta dilopa dawî ya xwîna xwe ji biryardariya jiyana azad vengeriyan. Hevrêyên me yên şehîd bi sekn, pratîk û meşa xwe ya lehengiyê ya ber bi şehadetê ve, ji bo me hevrêyên xwe wê bibin sedema mezinkirna têkoşînê, bicihanîna armancên wan û hilanîna tolê.
Em di wê baweriyê de ne ku gel û ciwanên Mêrdînê yên welatparêz wê van şehadetan mîna ku gelek caran di dîroka têkoşîna me de hate dîtin, bi ruhê serhildanê pêşwazî bikin, têkoşînê mezin bikin û li ser bingeha herî rast xwedî li şehîdan derkevin.[1]