$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Hediye Balûr
Nasnav: Silav Ronahî
Cihê jidayikbûnê: Edene
Dayik-Bav: Emîne-Mahmût
Dem û cihê şehadetê:08-05-2021 / Mêrdîn
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Silav Ronahî bi eslê xwe ji malbateke ji eşîra Didêrî ya Hezexê bû û li Edeneyê ji dayik bû. Tevî ku li metropolên Tirkiyeyê mezin bû, asîmîlebûn û bêkokhiştin ti carî qebûl nekir, bi hezkirina welêt mezin bû. Sala 2014'an dema ku DAÎŞ'ê û faşîzma Dewleta Tirk bi hevkarî êriş birin ser Kobanê, biryar da ku tevlî nava têkoşînê bibe. Bi taybetî piştî ku jin, dayik û ciwanên Kurd li Sûr, Silopiya û Cizîrê hatin şehîdxistin, dema ku cenazeyê Dayika Taybet bi rojan li naverastê hate hiştin, hêrsa hevrêya me Silav a li dijî dijmin mezintir bû û biryardariya wê xurt bû. Li ser vê bingehê tevlî nava YPS'ê bû û li bajarên Kurdistanê kete nava hewldana hilanîna tolê ji dijmin. Di şexsê hevrê Zeryan Amed û Rûken Hoserî de YPS nas kir û ala têkoşînê ya lehengên YPS'ê dewr wergirt û dest bi meşa azadiyê kir. Nasnameya jinê, rastiya jiyana azad di nava têkoşîna Apoyî de nas kir, xwe ji nû ve afirand û bi vî rengî li rastiya xwe cegeriya. Bi tevlîbûna xwe ya xurt bû fermandareke şareza ya YJA Starê û bi biryardariya bicihanîna wezîfe û berpirsyariyên demê sala 2017'an derbasî eyaleta Mêrdînê bû. Li bakur hemû zor û zehmetî ji ber xwe rakir û di nava 4 salan de bû jineke Kurd a azad, li her qadê di asta pêşengiyê de têokşiya. Bi taybetmendiyên xwe yên çalakger û wêrekiyê dihate naskirin. Hevrêya me Silav bi van taybetmendiyên xwe xeta fermandariyê ya YJA Starê li eyaleta Mêrdînê di asta mînakdariyê de temsîl kir[1]