$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Bêrîvan Mûstafa
Nasnav: Avrîn Mahsûm
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik-Bav: Fethiye-Recep
Dem û cihê şehadetê: 19-09-2022 / Herêmên Parastinê gel
$Kurtejiyana şehîd:$
Gelê me ku reh berdaye kûrahiya Kurdistana qedîm a ku ji aliyê hêzên emperyalîst ve bi sînorên çêkirî hatiye parçekirin û bi hezaran sal in li ser vê xaka pîroz dijî, êrîşên herî bêrehm ên dîrokê lê hatin kirin. Gelê me ku di bin êrîşên asîmîlasyon, înkar û îmhayê yên dewletên dagirker li ber têkçûnê bû, bi meşa azadiyê ya Rêber Apo re careke din ruh pê ve hat û di jiyana bi rûmet de bû xwedî israreke mezin. Berxwedana dîrokî ya ku bi PKK'ê destpê kir li her bihosta Kurdistanê bersiva xwe dît û gelê me yê welatparêz bi serhildanan têkoşîna me silav kir. Xelkê me yê Rojavayê Kurdistanê jî bû yek ji wê civakên destpêkê ku partiya me PKK nas kir, bû yek ji navendên destpêkê yên berxwedanê ku li dora Rêber Apo mezin bû. Di têkoşîna me de her tim bû xwedî cihekî diyarker. Têkoşîna me ku bi PKK'ê zindî bû, bi berxwedaneke xurt bi pêş ket, veguherî destaneke berxwedanê ya nîv sedsalê.
Bajarê me Efrîn ku yek ji navendên berxwedanê û çanda Kurdistanî ye, bi xwezaya xwe ya mîna bihuştê û nasnameya xwe ya têkoşeriyê, di dîroka me ya berxwedanê de xwedî cihekî taybet e. Xelkê me yê Efrînê ku xwedî ruhekî kûr ê yekîtiya neteweyî ye, li dijî dagirkeran û dagirkeriyê xwedî hêrseke mezin e, bi hezaran lehengên xwe tevlî nava refên têkoşînê kir û her tim cihê xwe li refên herî pêş ên berxwedanê girt. Xelkê me yê Efrînê ku xwedî kevneşopiyeke xurt a berxwedanê ye û ji bo paşerojeke azad ji dayina berdêlan xwe neda alî, nifşekî nû yê milîtaniyê afirand ku xwedî ruhê serketinê yê PKK'ê ye û di nava kevneşopiya berxwedanê de mezin bû. Hevrêya me Avrîn jî li nava malbateke me ya hêja mezin bû ku di asta herî bilind de xwedî van hestên welatparêziyê û dilsozê kevneşopiya xwe ye. Bi çanda berxwedanê ya PKK'ê mezin bû. Hevrêya me ku ji Şêrawa ya Efrînê ye, heta 8 saliya xwe dûrî Efrînê li Helebê mezin bû. Li gel polîtîkayên înkarê û asîmîlasyonê yên rejîma Baasê malbata hevrêya me ji berxwedanê tawîz neda, lewma ji ber ku li nava malbateke bi vî rengî mezin bû, di demeke kurt de bû xwedî nasnameyeke têkoşer. Hevrêya me Avrîn ku neçar ma ji bilî zimanê xwe yê dayikê bi zimanekî din perwerdeyê bibîne, bi sîstemê re kete nava nakokiyê û ji ev yek bû sedem ku bikeve nava lêpirsînên kûr. Ji bo hevrêya me Avrîn bû sedema lêgerîn û têkoşînê ku nikare bi zimanê xwe yê dayikê biaxive û perwerdeyê bibîne. Piştî ku malbata welatparêz biryar da li bajarê Efrînê yê kevnar vegere, hevrêya me Avrîn gihîşt cewhera xwe, heta ku tevlî nava refên têkoşînê bibe, li Şêrawayê mezin bû ku nasnameya xwe ya rasteqîn lê dît û bi dilsoziyeke mezin pê ve hate girêdan. Ji ber ku du birayên wê li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû, hevrêya me Avrîn partiya me PKK ji nêz ve nas kir û têkiliyeke xurt bi têkoşînê re danî.
Bi destpêkirina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re hevrêya me Avrîn ji roja destpêkê ve tevlî nava têkoşîna gelê me bû ku li dijî çeteyên DAÎŞ'ê bi lehengî li ber xwe da. Di sala 2014'an de kekê wê Mahsûm Efrîn ku li dijî dagirkeran bi lehengî şer kir û şehîd bû, çeka wî hilda û di şexsê wî de bû şopdara têkoşîna şehîdên me yên nemir. Di destekî de çek di destê din de jî bi kamera tevlî nava refên têkoşînê bû, cihê xwe di her kêliya Şoreşa Azadiyê ya Rojava de girt, bû şervaneke milîtan a têkoşînê û nûçegihana şer a li eniya şer. Hevrêya me Avrîn êrîşên dijminê mirovahiyê çeteyên DAÎŞ'ê, êşên gelê me, her kêliya berxwedana dîrokî ya li hemberî vê yekê qeyd kir û ji cîhanê re ragihand. Bi kêfxweşiyeke mezin şahidî jê re kir ku îdeolojiya Rêber Apo bi serketina gelê me, bi şoreşa gelê me re tacîdar bûye. Hevrêya me Avrîn ku demeke dirêj di nava karên çapemeniyê de ma û bi daxwazeke mezin ev kar kir, timî xwe bi pêş ve bir û xizmeta ji bo şoreşê û gelê me ji xwe re kir wezîfeya bingehîn. Hevrêya me ku bû milîtaneke xurt a kevneşopiya çapemeniya azad, di her karî de bû dengê gelê me û têkoşîna me.
Şoreşa Azadiyê ya Rojava ku bi xwîna gelê me yê Rojava, bi têkoşîna hebûnê ya di bin zilm û zexta dewletên mêtinger de hate afirandin, ji bo Kurdan û hemû bindestan hêviya azadiyê jinûve zindî kir. Mêtingerên ku li hemberî nasnameya Kurd a bi felsefeya Rêber Apo azad bû kete nava tirseke mezin, ji bo şoreşa azadiyê ya gelê me tune bike, derfetên xwe hemû seferber kir, xwest ku şoreşê, hêviya paşeroja azad a şoreşê tune bike. Dewleta Tirk a mêtinger tevî çeteyên xwe yên faşîst di 20'ê Çileya 2018'an de êrîşeke dagirkeriyê ya berfireh bir ser Efrînê, li dijî hebûna gelê me nefreta xwe careke din nîşan da. Ewladên leheng ên Kurdistanê jî bi têkoşîna herî bi heybet a dîrokê bersiv dan êrîşên dagirkeriyê û Berxwedana Serdemê kirin. Hevrêya me Avrîn jî li xaka Efrîn a pîroz ku lê ji dayik bû û mezin bû, li eniya herî pêş cih girt, li dijî dagirkeran weke milîtanekê şer kir û berxwedana dîrokî kêlî bi kêlî qeyd kir. Hevrêya me Avrîn ku tevlî Berxwedana Serdemê bû, cihê xwe di nava çalakiyan de girt, çîrokên berxwedêrên bi rengekî fedaî xaka Efrînê ya pîroz diparastin ji gelê me û tevahiya cîhanê re ragihand, tevî ku birîndar bû ti carî xwe venekişand û bi fedakariyeke mezin karên çapemeniyê dewam kir. Ji ber şerê giran tevî hevrêyek xwe di nava dagirkeran de ma, 26 rojan bi îradeyeke awarte têkoşiya. Hevrêya me ku bi birîndarî ji hevrêyên xwe qut bû û nêzî mehekê li dijî dagirkeran li ber xwe da, bi operasyoneke taybet li gel hevrêyê pê re ji nava dagirkeran hate rizgarkirin. Hevrêya me Avrîn ev dema ku ji hevrêyên xwe dûr ketibû weke bûyera herî girîng a ku jiyana wê guhert pênase kir, weke jineke Kurd a berxwedêr hêviya xwe ti carî winda nekir, baweriya xwe ya ku hevrêyên wê wê bigihêjin wê her tim parast û mafdar jî bû.
Hevrêya me Avrîn ku di her kêliya berxwedana dîrokî ya Efrînê de cih girt, di jiyana xwe ya têkoşînê de bi hişmendiya azadiyê ya kûr biryar da tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bibe û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêya me zû hînî çiyayên qedîm ên Kurdistanê û jiyana gerîla ya pîroz bû, tecrûbeya xwe bi taktîkên gerîlatiyê re kir yek û di demeke kurt de bû yek ji hevrêyên me yên pêşeng. Hevrêya me Avrîn li Akademiya Şehîd Bêrîtan tevlî pêvajoya perwerdeyê bû, li qadên leşkerî û îdeolojîk xwe kûr kir, di xeta milîtaniya pêvajoyê de tevlî bû. Di sala 2020'î de derbasî Navenda Ragihandinê ya YJA Starê bû û kevneşopiya çapemeniya azad li çiyayên Kurdistanê dewam kir. Bi kesayetiya xwe ya samîmî, durust û bi coş timî bû çavkaniya moralê, bi kesayetiya xwe ya pêşeng ji hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêya me Avrîn di karê çapemeniyê de bi serketineke mezin jiyana şehîdên me yên nemir, jiyana gerîla ya pîroz û hevrêtî hîs kir, bi kameraya xwe nîşanî gelê me da, ji Gûrbetellî Ersoz heta Xelîl Dag, ji Arjîn Amed heta Hindistan Penaber Alî Kanîroj, Amara Ronahî û Jiyan Amargî kevneşoiya çapemeniya azad bi rengekî hêja temsîl kir. Hevrêya me di Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêber Apo de xwe kûr kir, di her kêliya jiyanê de xeta PKK û PAJK'ê bi îradeyeke xurt temsîl kir.
Ji bo berxwedana dîrokî ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a mêtinger tê meşandin bigihîne gelê me, bi fedakarî kar. Her tim ji bo li eniya pêş cih bigire israr kir. Hevrêya me Avrîn bi tevlîbûna xwe ya fedakar û sekna xwe ya bi wêrek mîna her hevrêyên me ji bo gelê me bibe xwedî paşerojeke azad ti carî ji fedakirina canê xwe xwe neda alî, li pişt xwe jiyaneke fedaî hişt ku hevrêyên wê ji xwe re bikin esas. Hevrêya me Avrîn ji roja ku tevlî bû û pê ve weke milîtaneke YJA Starê ya pêşeng di pêşvebirina çapemeniya jinê de kedeke mezin da. Têkoşîn û bîranîna hevrêya me Avrîn wê rêya me timî ronî bike.[1]