Kitabxana Kitabxana
Axtar

Kurdipedia Dev Kürtçe məlumat mənbəyidir


Axtarış Seçimləri





Ətraflı Axtarış      Klaviatura


Axtar
Ətraflı Axtarış
Kitabxana
Kürd adları
Hadisələrin xronologiyası
Resurslar
Tarix
İstifadəçi kolleksiyası
Hadisələr
Kömək istəyin
Kurdipedi nəşrləri
Video
Təsnifatlar
Hadisə ilə əlaqəli olan məsələ
Element qeydiyyatı
Yeni başlıq qeyd
Şəkil göndərin
Anket
Şərhlər
Ünsiyyət
Bizə nə cür məlumat lazımdır!
Standartlar
İstifadə qaydaları
Məhsulun Keyfiyyəti
Alətlər
Haqqında
Kurdipedi arxivçiləri
Bizim haqqımızda məqalələr!
Veb saytınıza Kurdipedia əlavə edin
E-poçt əlavə / sil
Ziyarətçi statistikası
Məqalə statistikası
Şrift çeviricisi
Təqvim - Dönüstürücü
Yazım yoxlaması
Səhifələrin dili və dili
Klaviatura
İstifadə olunan bağlantılar
Google Chrome için Kurdipedia uzantısı
Kurabiye
Dillər
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mənim Hesabım
Daxil ol
Dəstəklənmə
Şifrəni unutdum
Axtar Element qeydiyyatı Alətlər Dillər Mənim Hesabım
Ətraflı Axtarış
Kitabxana
Kürd adları
Hadisələrin xronologiyası
Resurslar
Tarix
İstifadəçi kolleksiyası
Hadisələr
Kömək istəyin
Kurdipedi nəşrləri
Video
Təsnifatlar
Hadisə ilə əlaqəli olan məsələ
Yeni başlıq qeyd
Şəkil göndərin
Anket
Şərhlər
Ünsiyyət
Bizə nə cür məlumat lazımdır!
Standartlar
İstifadə qaydaları
Məhsulun Keyfiyyəti
Haqqında
Kurdipedi arxivçiləri
Bizim haqqımızda məqalələr!
Veb saytınıza Kurdipedia əlavə edin
E-poçt əlavə / sil
Ziyarətçi statistikası
Məqalə statistikası
Şrift çeviricisi
Təqvim - Dönüstürücü
Yazım yoxlaması
Səhifələrin dili və dili
Klaviatura
İstifadə olunan bağlantılar
Google Chrome için Kurdipedia uzantısı
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Daxil ol
Dəstəklənmə
Şifrəni unutdum
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Haqqında
 Hadisə ilə əlaqəli olan məsələ
 İstifadə qaydaları
 Kurdipedi arxivçiləri
 Şərhlər
 İstifadəçi kolleksiyası
  Hadisələrin xronologiyası
 Hadisələr - Kurdipedia
 Kömək
Yeni başlıq
Biyografi
Həjar Şamil oğlu
27-08-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Nadir Nadirov
25-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
Tarikh-i Alam Ara-yi Abbasi, I CİLD
03-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
İosif Orbeli
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Yılmaz Güney
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Haciye Cindi
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Kanat Kürdoyev
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
XIX əsr və XX əsrin əvvəllərində Kiçik Qafqazın cənub-şərq bölgəsinin tarixi-etnorrafik tədqiqi
08-11-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
Azərbaycan dilçiliyi problemlari cild 1
25-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
ZƏNGƏZUR KÖÇ, DEPORTASİYA, SOYQIRIMI, İŞĞAL TARİXİ
24-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Məqalə 521,831
Şəkil 105,575
Kitab PDF 19,659
Əlaqəli fayllar 98,470
Video 1,420
Kitabxana
ZƏNGƏZUR KÖÇ, DEPORTASİYA, ...
Kitabxana
Azərbaycan dilçiliyi proble...
Biyografi
Kanat Kürdoyev
Biyografi
Haciye Cindi
Biyografi
Yılmaz Güney
DESTANA NEWROZÊ Û RASTIYA WÊ
Kurdipedia sayəsində kim kim olduğunu bilirsiniz! O harada yaşayır və nə edir!
Grup: Qısa təsvir | Başlıq dili: Kurmancî - Kurdîy Serû
Paylaş
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Qiymətləndirmə
Mükəmməl
Çox yaxşı
Orta
Kötü deyil
Kötü
Favoritlərimə əlavə et
Bu məqaləyə şərh yazın!
Əşyanın tarixi
Metadata
RSS
Mövzunun şəklini Google-da axtarın!
Seçilmiş mövzunu Google-da axtarın.
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

DESTANA NEWROZÊ Û RASTIYA WÊ

DESTANA NEWROZÊ Û RASTIYA WÊ
=KTML_Bold=DESTANA NEWROZÊ Û RASTIYA WÊ=KTML_End=
=KTML_Underline=Beyar Robarî=KTML_End=

#NEWROZ# , wek tê zanîn va nava ji du peyvên cûda pêktê. Peyva yekemîn (NEW) bi kurdiya meya hîro jêre dibêjin (NÛ). Û peyva duyemîn (ROZ), li gor kurdiya meya niha jêre tê gotin (ROJ) yanê NÛROJ.
Gor peyva NEW û ROZ bi demê re hatinî guhartin, lê kurdan navê vê cejnê ticar neguhartin, jiber kû cejnek pîroz e û bi ola Zardoştî ve hate girêdan. Û vê rastiyê jî, piraniyên dîrokvanên Kurd û piyaniyan piştrast dikin.
Ev cejna li ba Kurdan, ya herî pîroz û watedar e, û hemû Kurd wê pîroz dikin, çi Êzîdî dibin, çi Musliman, Zardeştî, File û çi Elewî. Newroz di mejiyê kurdan de, tê wateya vejîn, berxwedan, qehremanî, azadî û xelasî ji bindestû û koletiyê.
Di roja 21`î adarê de, du tişt gihîştinî heve, û hîştinî ev roja zêde pîroz bibe, û cîkî girîng, di dîrok û dilê kurdan bigire û bibe cejnek netewî mezin. Di vê rojê de, Sersala Kurdî (salname) û destana Kawayê Hesinkar, gihîştinî hev, û bi demê re, gel jibîra xwe kirî, û herdu tişt bişêwakî biheve girêdanî. Lê rastî ew kû du bûyer serbixwene, û tenê di rojekê pêkhatinî.
Wek em zanin roja 21`î adarê, şev û roja biqandî hevdibin û sala nû destpêdike, bi wateya jiyanek nû, jiber 21`î adarê, hemû miletên Arî li herêmê, vê rojê wek sersala nû ji xwe re didîtin û ta roja hîro dibînin.
Ji bilî gelê Kurd, gelek netewên din jî, vê cejnê pîroz dikin û cejna xwe dizanin. Wek Farisan, Afixanan, Paşto, Azarî, Tacîk û beşek ji Hindê jî. Ev cejna birêya Ola Zardedeştî li Rojhilata Navîn belabû.
Newroz, salnameya kurdî netewî û olî ye, û destpêka wê ji 01-01-612 b.z bû.
Û ev jî dikeve roja 21` adarê yanê (Newrozê). Û navê vê mehê di wê demê de, Ferewşîha bû, û Zardeştiyan jêre digotin meha Ferîwdûn. Mîdiyan kal û babên kurdan, berî zaredeştiyê ev cejna pîroz dikirin, û gelek çavkaniyên dîrokî dibêjin, wan di sala 612 b.z, dema Împeretoriya Asûrî têkbirinî va cejna pîroz dikirin. Û dema Zaredeşt derket û dest bidoza ola xwe kir, wî ev cejna wek xwe pejirand û bixwe jî pîroz dikir, û birêya ola wî, ev cejn li nav gelên herêmê belav bû. Jiber wê em dibêjin NEWROZ sersal e û şoreş û berxwedan e.
Sala kurdî wê demê ji danzdeh (12) mehe bûn û her mehek ji 30`î rojî pêkdihat. Biserhevde 360 roj bûn û pêc rojên manî jî, li meha berfnebarê (decamber) zêde dikirin, û wisa sal digihîşt 365 rojan. Û sala kebîsî her 120 salan carekê vedigerî û wê demê mehek li salê zêde dikirin û dibûn sêzdeh meh.
Lê ev salnama ji ku hatî û çawa destpêkir?
Bersîva vê pirsê gelekî girîng e û zanîna wê, kane gelek tiştan ji me re ron û zelal bike.
Bingeh an naveroka destana Kawayê Hesinkar bixwe çî ye? Wek, em hemû Kurd dibêjin û li ser lihevû didikin: Kû Kawa padîşahek Kurd bû, û dixwast gelê xweyî Kurd, ji zulim û stemkariya Dehêk rizgar bikin. Û wek gelek çavkanî têkez dikin kû, Ejdehakê xwûmij û zordar Asûrî (Aşûrî) bû. Roja bûyer pêkhatî Kawa, tev hevalên xwe çûn serê çiyê û li wir agir dadan. Û ji wê xulikê de, ev agira bûye sîmgeha (sîmbola) azadî û serkeftinê û destpêka jiyaneka nû. Li vê derê Kurdan ev roja wek salnamek nû ji xwe re wer girtin.
Pirs: Gelo, kengî kurdan Împeratoriya Asûriyan xwûndar têkbirin?
Li gor hemû belgeyên dîrokî, kû hîro di destên me de hene, roja 21` adarê sala 612`an b.z, Medan (kalên Kurdan) Asûrî têkbirin û destên xwe dan ser paytexta wan Nînewa. Û wek em xweşik zanin, navê Kawa navekî Midî resen e. Ev tê wa wateyê kû Medan birêberiya Kawa li dijî hukimê Ajdehak rabûn û biserkeftin.
Herwisa jibîrnekin, kû kal û bapîrên me Kûtî, Horî û Cûdiyan, wek me Newroz, li
zozan, deşt û newalan pîroz dikirin, û cilûbergên xweşik li xwe dikirin û milet hemî derdiketin nava sirûştê û bireqis û govend cejna xwe derbas dikirin.
Herwiha di serdema hukimê Partî û Sasaniyan de, pîrozkirina Newrozê xwedî cîhek taybetî bû. Di wê serdemê de, biryar hat dayîn kû 13`e rojan li ser hev şahî bên lidarxistin.
=KTML_Bold=Newroz û Zardeştî:=KTML_End=
Peyxemberê Kurd Zaredeşt, û ola wî ev cejna netewî wek xwe pejirandin, jiber
wî dizanî ev cejna bi azadiya mirove hatî girêdan, û dijrawestîn wê ziyanek pir mezin wê bi wî û olê gîne. Û gelê kurd ticar fikir û ramanên wî wê napejirînin.
Jiber kû helwesta Zaredest, ji Newrozê erênî (pozêtîv) bû, û baweriya wî bixwe bi vê cejnê dihat, me dît û em dibînin ta roja hîro bawermendên wî, baweriya xwe bi Cejna Newrozê tên, û hersal ew vê pîroz dikin û beşek ji ola xwe dizanin.
Herwiha navê Kawa di pirtûka Avêstayê de, hatî bibîranîn û ev nav, nasnavê mêrên Medî/Mîdî ye. Di Avêstayê pîroz de, heyşt (8) caran navê Kawa hatî dubare kirin, û cîhê xwe têde girtî. Jiber wê Newroz wek cejnek olî ji hêla hemû Zardeştiyan ve bi coşek mezin tê pîrozkirin. Li gor ola Zardeştî dema sal nû dibe, giyanê miriyan tê serlêdana zindiyan yanê xweşan. Jiber wê li ba Zerdeştiyan rojên destpêka buharê pir pîrozin û di van deh rojan de, jibo şadkirina giyanên mezinên xwe gorên wan serlêdan dikin.
Li gor Avêstayê, Ahuramezda cîhan di 365`an de afirandî ye, û roja yekemîn ya afirandina cîhanê, destpêka meha Ferwerdînê ye, yanî li gor salnameya kurdî ya niha 21`î adarê ye.
Lê pirs: Çima navê Newrozê di Avêsta pîroz de, nehatî binavkirin?
=KTML_Bold=Zaredeşt=KTML_End=
Li gor pir çavkaniyan tê gotin, kû di zimanên Îraniyên kevin de, û yek ji ew zimanê kû Avêsta pêhatî nivisandin, navê Newrozê, “Nova Roca” bû ye. Lê tev wê jî ev nava di pirtûka pîroz de, nehatî binavkirin!!! Lê zimanzan vê pirsê an kêşeyê wisa ron û şirove dikin:
Di zimanên Îndo- Ewrupî, pir caran bûye kû tîpek şûna tîpek din digirin, û li gor vê pergelê em dizanin, kû tîpa (j) şona tîpa (c, z) girtî ye û herwisa gelek tîpên din bihev hatinî guhartin.
Nova - New - Nû. Roca - Roz - Roj.
=KTML_Bold=Kawa û Newroz:=KTML_End=
Çend hezar sal berê, wek em ji dîrokê dizanin, Asûriyan welatê Medan (kal û bavên kurdan) hukim dikirin. Û wek tê zanîn hakimek hat ser textê hukim navê xwe Dehak (Ejdeha) bû.
Dehak hakimdarî pir şerûd û xwûnmij bû û kes ji şer û beleya xwe nedihîşt. Û wî ti kes ji xwe mezintir û di serxwe re nedidît. Ew ticar ji kuştin û wêrankirinê têr ne dibû, û herdem dixwest deverên din bike bin destên xwe jibûna talan bike.
Du çîrok bingehîn li destana Kawa hene ew jî ev in:
=KTML_Bold=Çîroka Kurdan:=KTML_End=
Kurd dibêjin du birîn li ser milên Dehêk çêbûn, û bijîşkan nikanîn çarak jêre bidîna, jiber we biryar dan, mejiyê du zarokan dînin ser wan birînan, da çare bibin! Û tenê bi vê şêweyî kanin nexweşiya padîşeh dermankin. Û ji wê rojê pêve, peyayên qeserê birojane du zarokên xelkê digirtin û tanîn û serê wan jê dikirin û mejiyê wan derdixistin û didan ser birînên Dehêk, wisa ta door gihîşt zarokên Kawa bixwe, û wî bişêwakî ji şêwan Dehakê zordar kuşt û wek sîmbola serkeftinê agir dada jibo hevalên wî bizanibin.
=KTML_Bold=Çîroka Farisan:=KTML_End=
Li despêkê ti têkeliya Farisan bi Newrozê re tune. Wan ev cejn û ola Zaredeştî ji kurdan wergirtinî. Bi derewî bi dîroka xwe ve girêdanî. Û dîroka Newroz dighê 10 sal. Lê tev wê em werin ser bûçûna farisan û em binêrin Firdewsî çi gotî di Şahnameya xwe de:
“Ew dibêje kû Ehrîmên (şeytên), milên Dehêk maçkirin û li şona wan maçan du mar peydabûn, û bijîşkan nikanî ti derman ji mejiyê mirovan baştir nedîtin, bo çarekirin vê nexweşiyê”. Û wisa ta dor gihîşt Kawa bixwe, li vir ew biserxwede mijûl bû, çawa kane xwe ji kuştinê bifiltîne. Firdewsî li ser xalê wisa dibêje:
Du xortan (Ermahîl û Germayîl) di kelinga qesra Dehêk de, wek xwarinpêj kar dikirin û bidizî, alîkariya kesên roja kuştina xwe dihat dikirin. Wan yek dikuştin û yê duyemîn berdidan û li şona wî mîhek şerêjê dikirin û mejiyê mîhê û mirov tevehev dikirin û didan wan maran. Û kesê ji kuştinê diflitînî diçûn çolan û li wir dijîn û Kurdên hîro ji wan kesane peyda bûnî, yanê neviyê wan mirovane!!!!!
Li gor bîrûbaweriya min, herdû çirkên ne temam dirustin, ne ya kurdan û nejî ya Farisan! Çima?
Jiber kû ti têkeliya xwe bi zanistiyê re tunene. Çîrokek wisa tu kanî ji zarokên biçûk re xeberdî û bawer bikin. Lê mirovên zane ticar nikane baweriya xwe bi gotinên wisa bikin. Di dîroka bijîşkiyê de, ticar me nebihîst kû mar (mahr) li ser milên mirovan derneketinî û nejî ke derên.
Tiştê ez nikanim tê bigihînim, kû mirovek wek Firdewsî gotinên wisa pûç û vala bibêje û baweriya xwe pêbike!! Û tiştê balkêş netewek bi serhev de, baweriya xwe bi tiştên wisa bike, û ronekbîr û zaneyên Kurd li dijî van tiştên nerast û vala ranewestîne û ti lêkolîn çênekirinî, û rastiya destana Kawa zelalnekirinî ta roja hîro! Ev erka ser milên dîrokzanên kurd e bi wî karî rabin.
Ji bilî wê Firdewsî li ser Kawa axivî ye û dibêje: gelek zarokên wî hebûn, û dema dora zarokên wî nêzîk bûyî, wî biryar da kû Dehêk xwûmij bikoje.
Gelo, dema ev herdû çîrokan nerastin, ma rastî çî ye?
Li gor dîtina min be, Kawa şoreşgerekî Kurd bûye, û wî xwestiye gelê xwe ji zulim û zordariya Dehêk xwûnxwar rizgar ke. Lê pirsa kû têkirin ev e: Çawa wî xwe gihanda Dehêk, û kanî çakûç bi xwe re di hundirkira û firserndê lê dît û ew kuşt? Li vir du rê dertên pêşiya me:
=KTML_Bold=Yekemîn rê:=KTML_End=
Bersedemek (hicet) bawerkirdî wî peydakir, û bi rêya wê bersedemê ket qesrê, û bişêwakî ji şêwan Dehak dît. Û dibe jî kû rastbe Dehak nexweş bû û naxweşiya wî giran bû. Bersedem jî dibe kû ev be: “Kawa gotina wî dermanek ji nexweşiya Dehêk dîtî”.
Û jiber bijîşkên wî nikanîn çarek ji derdê wî re bidîtinana, neçar man jêre bibêjin derman û çareya nexweşiya wî mejiyê mirove, bes tenê jibo xwe ji xeyd û şerê wî xelaskin. Wê demê em kanin bibêjin, kuştina zarokan birina mejiyan wan rast e. Lê kesek ji me ta roja hîro nizane nexweşiya wî (Dehêk) birastî çi bû.
=KTML_Bold=Duyemîn rê:=KTML_End=
Kawa gihîştbû baweriyekê, kû kiral were kuştin, bi çi şêwe û rêyê dibe mela bibe. Armanc wî gelê xweyî Kurd ji zulim û zora wî xwûnmijî rizgarke. Lê kêşe çawa di qesrê keve û birêya kê??
Ew gihîşt bawriyekê, baştirîn rê kesekî di qesra Dehêk de nas bike, û biriya wî xizmetkarî/karmendî, di qesrê keve û xwe bi Dehêk gîne û bişêwakî ji şêwan wî bikoje. Û dawiyê li hukimê wî yê reş û tarî bîne.
Karmendên kû Kawa bi rêya wan ketî qesrê û xwe gihand Dehêk, li ser bingeha kû dermansaze û dixwaze li derdê padîşêh binêre û temaşeke kan çi kane jêre bike.
Dema razemendî ji padîşê de hat, û ew berdan cem Dehêk, Kawa jê xwast kû peyayên wî, wan bitenê bihêlin, da kanibe bikarê xwe rabe û li nexweşiya wî birehetî binêre û ezmûneke. Û paşê binêre çi derman ji derdê wî re pêwîste. Dehêk daxwaza wî bicî anî, û ji peyayên xwe xwast wan bitenê bihêlin.
Dema ew bitenê dimînin, û Dehakê nexweş xwe dirêj dike, Kawa berê wî bi hela dinde dide, û çakûkê xwe ji paşela xwe dertîne û bihemû hêza li serê wî dide û dipelixîne û nefes jê qut dibe.
Ew bilez û bez wî dinixîme da xwûn bêlî neke, û xuya bike kû xewkirî. Û dema ew ji jora Dehêk dertê, ew ji dergevanan dixwaze, nekevin hundir jora padîşêh û bêzarnekin, jiber wî dermanin dayêyî û divê pêçekê vehese û rakeve. Û dema rabû wê banî weke û hîngê hun kanin derbasî hundir bibin.
Di pê wê re, ew bilez hewil dide ji qesrê derê, berî peyayên padîşêh pê dihesin û digirin. Piştî ji qesrê dertê yekser dertê serê çiyakî bilind ji çiyayên dora bajêr û êgir dadie, wek nîşan û peyam jibo hevalên xwe, kû wî Dehak kuşt û divê gel rabe ser lingan û êrişî ser qersra Dehêk bikin û hukim wî zalimî têkbibin.
Dema hevalên Kawa êgir dibînin, dertên nav kolanan û bang li gel dikin û dibêjin: Dehak hat kuştin! Milet derên û êrişî ser qesra wî bikin da em hukimê ji kokê de têkbibin. Wisa gel dertê kolanan û êriş dibin ser qesra Dehêk û hukimê wî bidawî tînin. Ji hîngê ev roja wek ROJA NÛ tê binavkirin û bikurdiya wê demê NEW ROZ jêre dihat gotin. Wisa Sersala Kurdî û roja azadiya gelê Kurd di rojekê dighên hev, jiber wê ev cejna cîkî pîroz û mezin di kurdan de digire.
Newroz û Somerî:
Nivîskarên dibêjinî kû dîroka Newrozê tenê sê (3) hezar salin, jêrederek Farisî ye, û bingeha vê gotinê ji destana “Temmûz û Eştar” hatî birin û ev jî çewtiyek mezin e. Jiber kû tamar an rîşeya bapîrên Sumeriyan ji Kurdistanê ne. Ji dema kû Sumerî berve başûrî Êraqa hîro daketin, û li wir bicî bun û tev serhildana
“Çandina Şikeft” dighê 12 hezar sal berî zayînê.
Û di vê derbarê de Ansiklopediya Britanî, li ser avakirina bajarê “Hewlêr” wiha dinivisîne:
”Bajar bapîrên Sumeriyan dirust kiriye”, û dema çûnî başûrî welête, wan ol û şaristaniyeta xwe bi xwe re birinî. Û yek ji wan rêwûresman ku bi salan li wir ew peyrew (mûmarese) kirinî, rêwûresma pêşwaziya cejna zîndî bûna “Temmûz û Eştar” bûye ku li roja 1/Newrozê serê sala niha ya Kurdî û 21/3 sala zayînî ya niha ye. Û ev serasala Kurdî jî heman sersala Sumeriyan e. Jibilî wê yekê ku cihê serhildana destana “Temmûz û Eştar” Kurdistana hîroye û roja cejn jî heman roje.
=KTML_Bold=Newroz roja hîro=KTML_End=
Ew rêwûresma Newroz kû li Kurdistanê dihat bikaranîn, her ew rêwresma Sumeriyan bikartanîn. Ev gotinên lêkolînerê cihûwarnas “Henry Frankfort” di sala 1930`î de bi çavên xwe li bajarê Musilê li şeva Newrozê yariya karkerên Kurdan dîtiye û bala wî kişandî ye û dipêre lêkolînek bi navê “Tiqusî Temmûzî li Kurdistan – Tamuz Ritwals Kurdistan” de nivîsî ye.
Di vê lêkolînê de zanistiyane digihe wê encama ku Kurdan di Newrozê de bi heman awayî pêşwazî dikin, wek çawa Sumeriyan pêşwaziyê li cejna “Zegmek”ê dikirin, kû cejna zîndûbûna Temmûz û Eştarê ye, û cejna cejna kû niha jêre tê gotin “Newroz”. Û axa wê Kurdistan e û gelê wê jî gelê Kurdin, û gelek pêwîste pispor serlêdan şikefta “Şaneder” bikin, jiber ew Şanedera, ya ku lêkolînerê cihûwarnas “Solkî” li ser inivisandî ye û dibêje: Hemû şaristaniyetek ji dergehê vê şikeftê hatiye dere.
Û Cejna “Zegmek – Newroz” li serdestê bapîrên Sumeriyan serî hildaye û li cem Sumeriyan cejneke olî netewî bûye û cara dawîn “Zerdeşt Pêxember” vê rojê wate 1/Newroz û sersal, ku heman sersala Sumeriyan dike bi cejnek olî û her wiha Sasanî jî dipêre vê cejnê dikin cejnek fermiya dewletê. Ol Zaredeştî, Cejna Newroz hemû li Kurdistanê bûne û Sumerî, Medî û Sasanî li gor dîrokê beşekin ji pêkhateya netew û dîroka gelê Kurd.
Tevî kû me gelek tişt, di vê berhemê de, zelal û şirovekirin, lê hîn çend pirsên girîng bê bersîv dimînin. Pirsî jî ev in:
Dehak kî bû? Wataya navê Dehêk çî ye? Dehêk li ku hukim dikir (herêm, bajar)?
Dehak Kurd bû an Asûrî bû? Kî hat ser textê hukim dipê Dehêk de?
Ev jî erka ser milê lêkolînvan û dîrokzanên kurd e, da bi barî rabin û bersîva van pirsên girîng bidin.
Peyva dawîn, Newroz her dimîne Cejnek Netewî Kurd û herî girîng û pîroz. Dîroka vê cejna kevnar bêgûman dighê dehe hezar berî zayînê. Herwisa hemû Kurd ciyên xwe di vê cejnê de digirin û sal bi sal wê pîroz dikin.
Divê Kurd li vê cejnê xwedî bderên û bi cîhanê tevde bidin zanîn û naskirin, kû cejnek Kurdî resene û li ser axa Kurdistanê pêkhatî ye û ger Kurd yanê Newroz û ger te got Newroz yanê Kurd û Kurdistan.
Pîrozkirina Zaredeştiyan bi Newrozê
30-04-2018
=KTML_Bold=Çavkan û lêvegerên Kurdî:=KTML_End=
1– Ansiklopediya Birêtanî: Dirustkirina bajarê Hewlêrê- Erbîl.
2- Dr. Mewlud Îbrahîm Hesen: Newroz çawa çêbûye û Newroz ya kîjan netewî ye. Hewlêr – Sala 2009.
3– Dr. Reşîd Findî – Dîroka Newroz û sersala Kurdî bo kengî di zivrît û boçî 21 meha Adarê.
4- Yusuf Kaynak: Dîroka Nerozê. Malpera Çandname 2016.
5- Têmûrê Xelîl: Dîdarek li ser beşa kurdî ya Dengê Rûsiyayê. Sala (2009).
6- Lêkolîn û bernameyek li ser weşana radyoyên bi zimanê kurdî -beşa yekemîn. Sala (2009).
7- Sidqî Hirorî: Romana “Ez û Delal”. Sala (2015)
8- Siyamed Sîpan: Dîroka Newrozê. Pena Kurd – 2002.
9- “Mem û Zîn” Ehmedê Xanî. Sala (1991)
10– Şivan Perwer: Çîroka Newrozê. Sala 1990
11- Hevpeyvîn bi lêkolînvan û dîrokzan Xorasanê Kelîmullah Tewewhûdî re. Sala (2009)
12- Serhed Bapîr: Dema hûner dikeve xizmeta fikrên îdeolojîkî yan jî rejîmên siyasî. Sala (2009)
13- Hevpeyivîn bi hunermend Berbangî re (2010)
14- Hevpeyvîna bi nivîskarê kurd re: Elî Eşref Derwêşiyanî. Sala (2010)
15- Şepol Ebbasî: Ez ji felsefeyê gelek hez dikim û rengvedana wê yekê di berhemên min de diyar e. Sala (2010)
16- Dostoyevskî: Roma “5 mifte û wijdanek”. Sala (2015).
17- Ronan jî roman e ha! Sala (2015)
18- Pirtûka çîrokên sosyolojiya civakê. Sala (2015).
19- Hesen Mehmûd Hemedemînî: Newroz agirperestî nîne. Kovara Raman. hejmar (46) nûzaya sala 2000.
20- Feysel dağlî: Bircên bêdengiyê (mîtolojî & dîrok). Weşanên dezgeha Spîrêzê.
21- Kovara Mihabad, hejmar 12.
22- Bangek ji weşangerên kurmanc re. Sala (2015).
23- Romana “Şûpên rundikan”. Sala (2015).
24- Bendewarên Adarê. Sala (2015).
25- Medya û Şer. Sala (2015).
26- Siyabend û Xecê. Sala (2015).
27- Lêgerîna li huriyetê û ‘Serxwebûna Bosnayê’. Sala (2015).
28- Pirtûka kurteçîrokan ”Kînor”. Sala (2015).
29- Navê hesret û bêrîkirinê ye welat. Sala (2015).[1]
Bu məqalə (Kurmancî - Kurdîy Serû) dilində yazılmışdır, məqalələri orijinal dilində redaktə etmək üçün simvoluna vurun!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu mövzuya 893 dəfə baxılıb
HashTag
Resurslar
[1] İnternet səhifəsi | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurd-online.com/ - 07-08-2023
əlaqəli məqalələr: 43
Kitabxana
Qısa təsvir
16. Newroz
Tarix və hadisələr
Yayımlanma tarixi : 20-04-2023 (1 İl)
Məzmun kateqoriyası: Tədqiqat
Məzmun kateqoriyası: Mədəniyyət
Məzmun kateqoriyası: Məqalələr və müsahibələr
Muxtar: Kurdistan
Nəşrin növü: Born-digital
Sənəd növü: Orijinal dili
Texniki meta məlumatlar
Məhsulun Keyfiyyəti: 99%
99%
Bu başlıq ئاراس حسۆ tərəfindən 07-08-2023 qeyd edilib
Bu məqalə سارا ک tərəfindən göz-dən redaktə və yayımlanmışdır
Bu mövzu sonuncu dəfə سارا ک tərəfindən 12-08-2023 tarixində nəzərdən keçirilmişdir
Başlıq ünvanı
Kurdipedia Standartlar-a görə bu başlıq natamamdır, redaktəyə ehtiyacı var
Bu mövzuya 893 dəfə baxılıb
Kurdipedia Dev Kürtçe məlumat mənbəyidir
Kitabxana
Azərbaycan dilçiliyi problemlari cild 1
Kitabxana
Tarikh-i Alam Ara-yi Abbasi, I CİLD
Kitabxana
ZƏNGƏZUR KÖÇ, DEPORTASİYA, SOYQIRIMI, İŞĞAL TARİXİ
Qısa təsvir
Azərbaycan kürdləri
Kitabxana
XIX əsr və XX əsrin əvvəllərində Kiçik Qafqazın cənub-şərq bölgəsinin tarixi-etnorrafik tədqiqi

Gerçek
Kitabxana
ZƏNGƏZUR KÖÇ, DEPORTASİYA, SOYQIRIMI, İŞĞAL TARİXİ
24-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ZƏNGƏZUR KÖÇ, DEPORTASİYA, SOYQIRIMI, İŞĞAL TARİXİ
Kitabxana
Azərbaycan dilçiliyi problemlari cild 1
25-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Azərbaycan dilçiliyi problemlari cild 1
Biyografi
Kanat Kürdoyev
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kanat Kürdoyev
Biyografi
Haciye Cindi
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Haciye Cindi
Biyografi
Yılmaz Güney
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Yılmaz Güney
Yeni başlıq
Biyografi
Həjar Şamil oğlu
27-08-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Nadir Nadirov
25-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
Tarikh-i Alam Ara-yi Abbasi, I CİLD
03-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
İosif Orbeli
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Yılmaz Güney
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Haciye Cindi
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Kanat Kürdoyev
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
XIX əsr və XX əsrin əvvəllərində Kiçik Qafqazın cənub-şərq bölgəsinin tarixi-etnorrafik tədqiqi
08-11-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
Azərbaycan dilçiliyi problemlari cild 1
25-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
ZƏNGƏZUR KÖÇ, DEPORTASİYA, SOYQIRIMI, İŞĞAL TARİXİ
24-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Məqalə 521,831
Şəkil 105,575
Kitab PDF 19,659
Əlaqəli fayllar 98,470
Video 1,420
Kurdipedia Dev Kürtçe məlumat mənbəyidir
Kitabxana
Azərbaycan dilçiliyi problemlari cild 1
Kitabxana
Tarikh-i Alam Ara-yi Abbasi, I CİLD
Kitabxana
ZƏNGƏZUR KÖÇ, DEPORTASİYA, SOYQIRIMI, İŞĞAL TARİXİ
Qısa təsvir
Azərbaycan kürdləri
Kitabxana
XIX əsr və XX əsrin əvvəllərində Kiçik Qafqazın cənub-şərq bölgəsinin tarixi-etnorrafik tədqiqi
Folders
Biyografi - Təhsil sahəsi - Doktora (PHD) Biyografi - Təhsil - Kürd ədəbiyyatı Biyografi - Təhsil - Kürt dili Biyografi - Şəxsiyyət tipi - Dilçi Biyografi - Şəxsiyyət tipi - Müəllif Biyografi - Şəxsiyyət tipi - Akademik Biyografi - Ləhcə - Kürtçe - Kurmanci Biyografi - Ləhcə - Erməni Biyografi - Ləhcə - Rusça Biyografi - Doğum yeri - Kars

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| Ünsiyyət | CSS3 | HTML5

| Səhifə yaratma müddəti: 1.234 saniyə!