$Agahiyên şehîd:$
Nav û Paşnav: Zeynep Kaya
Nasnav: Mesken Nisêbîn
Cihê ji dayikbûnê: Mêrdîn
Navê dayik û Bav: Naîle – Mehmet
Cih û dîroka şehadetê: Tebaxa 2023’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
MESKEN NISÊBÎN
Hevrêya me Mesken li Nisêbînê ku bi welatparêzî û serhildanên xwe bûye sembol, ji dayik bûye. Hevrêya me di nava malbateke welaparêz a dilsozê kokê xwe û dirûst de mezin bûye û bûye xwediyê kesayeteke xurt û bi cewher. Xizmên nêz û xwişk/birayên hevrêya me Mesken tevlî têkoşîna azadiyê bûne. Birayê wê yê mezin Tevfîk Kaya dema milîstî dikir di salên 90’an de dijmin bi ser mala ku lê dima de girt û di êrîşa dijmin de şehîd bû. Di heman demê de ji malbata berfireh jî gelek tevlîbûn çêbûne. Ev yek dibe sedem ku hevrêya me Mesken hîna ji zarokatiya xwe ve li hemberî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê sempatî hîs bike. Hevrêya me Mesken bi eleqe û heskirinek mezin girêdayî gerîlayên ku lehengên mezin ên serdema me ne û li Kurdistanê xeta wêrekiyê zindî kirin, bû. Qasî 8 salan li dibistanên dewletê xwend, xwendevanek serkeftî jî bû. Lê nexwest bibe parçeyek ê vê sîtema ku dixwaze Kurdan asîmîle û qir bike. Keça meta wê hevrêya me Zîlan Întîkam (Kesîre Kayran) 14’ê Gulana 2015’an li gundê Eşra yê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê şehîd dibe û ev şehadet hevrêya me Mesken pir bandor dike. Hevrêya me Mesken ji xwe re kir xeyala mezin ku di têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê xwe de cih bigire, bigihije çiyayên Kurdistanê û bigihije jiyana azad. Ji xwe re kir armanca bingehîn ku cil û bergên Gabardîn ê gerîla li xwe bike, bi mekapan li ser xakê gav bavêje û li ser vê rêyê bimeşe. Hevrêya me Mesken li ser bingehê hestên xurt, zanebûnek kûr û armancên mezin sala 2015’an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû.
Hevrêy me Mesken li Mêrdînê tevlî nava refên gerîla bû, ji jiyana xwe de gerîlayên destpêkê li wir dît. Hevrêya me Mesken piştre ji bo perwerdeya gerîla bibîne, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Piştî perwerdeyên xwe yên destpêkê qedand, derbasî Avaşînê bû. Bi meş û pêngava li araziya zehmet a Avaşînê, rêyên wê yên di zinaran re derbas dibin, lûtkeyên wê û avên wê yên şîn, gav bi gav geriya û fêrî gerîlatiyê bû. Hevrêya me Mesken ku gerîla bi xwe jiyana azad dibîne, bi hezkirineke mezin tevlî vê jiyanê bû. Dît ku hevrêtiya PKK’ê ji hemû têkiliyên civakî zêdetir fedakariyek esas digire, bêyî berjewendî tê jiyîn. Hevrêya me Mesken ku ji van hemûyan bandor dibe, hem hewl da ku bibe hevrêya hevrêyan, hem jî bi tevlîbûna bi baweriyeke mezin jiyana azad ji xwe re esas girt. Wê li aliyekî gerîlatî, li aliyekî îdeolojî û paradîgmaya Apoyî, li aliyê din nasnameya xwe ya resen, îdeolojiya azadiya jinê û xwe nas kir. Hevrê Mesken bi xwendin, lêkolîn, nîqaş û lêpirsînê her gav ber bi pêş ve diçû û asteke girîng bi dest xist.
Piştî pratîka Avaşînê derbasî akademiya leşkerî bû û kir armanc ku bibe pispor. Di taktîka çekên giran de perwerde dît û di qada xwe de bû pispor. Bi hezkirinek mezin berê xwe da qadên pratîkê. Hevrêya me Mesken li qadên têkoşînê yên cuda, araziyên zehmet û şert û mercên giran de pratîk meşand. Hevrêya me Mesken bû şervanek a YJA Starê ya bi biryar, bi bawer, bi xwestek û îrade. Di pratîkên dijwar de derbas bû û bû mîlîtanek ku li qada têkoşîna dijwar şêwe girt. Ji şervantî heta xebatên biryargehê, ji parastina cewherî heta xebatên gel, ji muhaberetiyê û xebatên îstihkamê bû xwedî tevlîbûneke bê hempa. Hevrêya me Mesken bi tecrubeyên ku qezenc kirî bû fermandar. Li qadên ku lê ye hem zanî weke hevrêyekê pêşengiyê bike, hem jî bi berpirsyarî wezîfeya xwe ya fermandariyê bi cih anî. Hevrêya me Mesken bû milîtanekî hêja ya PAJK’ê ku bi îdeolojiya jina azad kesayeta xwe ya pak û sax ji nû ve ava kir û hêvî dida mirov. Zanî ku bi sekna xwe ya prensîb a di jiyan û têkoşînê de, bi tevlîbûna xwe ya di xetê de û bi tedbîrên tûj ên qebûlkirin-redkirinê piştgirî bide hemû hevrêyên xwe yên jin û mêr. Hevrêya me Mesken bi tevlîbûna xwe ya bi mînak a di pêşengtî û fermandariyê de, hezkirin û rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir.
Hevrêya me Mesken ku berê wê her tim li têkoşîna li Bakurê Kurdistanê bû, bi israr çû Bakur û li dijî dewleta Tirk a qirker a dagirker şer kir. Ji bo vê jî di her warî de hewl da xwe perwerde bike û amade bike. Ji bo bigihije gerîlatiya serkeftinê û pîvanên fermandariya YJA Starê yên serdema nû, li Akademiya Şehîd Bêrîtan beşdarî pêvajoya perwerdeyê bû. Li ser bingehê pîvanên jina azad, ji bo ku gerîlaya YJA Starê ya mînak û fermandariya serkeftinê di kesayeta xwe de bi cih bike, hewldaneke cidî da. Tevlîbûna dilsoz a fedaî ya hevrêya me Mesken, hezkirina azadiyê û îdîaya serketinê ew kir fermandarek a serdema nû.
Hevrêya me Mesken di asta fermandariya herêmê de wezîfe girt û perwerdeya qedand. Bi kêfxweşiyek mezin derbasî qada pratîkê bû. Bêyî ku bibêje mezin yan biçûk hemû wezîfeyên xwe yên şoreşgeriyê bi eleqe û xwestekek mezin girt ser xwe. Bi fedakarî, samîmiyet, taybetmendiyên xwe yên hevrêtiyê, afirêneriya pratîkê û cesareta xwe ya mezin berpirsyarî girt ser xwe û bi layiqî bi cih anî. Hevrêya me Mesken dema ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ser wezîfeya we bû, di meha Tebaxê de di êrîşa dijmin de şehîd bû. Hevrêya me Mesken hemû jiyana xwe fedayê azadiya gelê xwe kir û di dilê malbat û gelê xwe de cihekî mezin girt. Bû fermandarek jin a Kurd ku em ê her tim pê serbilind bin. Domandina têkoşîna hevrêya me Mesken, rakirina çeka wê, tola wê hildan û pêkanîna xeyalên wê, dê bibe soz û pratîka me ya herî mezin. Di heman demê de têkoşîna bê navber a hevrêya me Mesken, wê ji bo ciwanên Mêrdînê, hemû jinên ciwan ên Kurd bibe mînak û rê nîşa bike.[1]