=KTML_Bold=Gundê Xurxurî=KTML_End=
Xurxurê, gundekî ji gundên bajarê Kobanê ye. Ew li rojavayê bajêr bi 18 k.m dikeve û li rojhilatê ava Firatê bi 20 k.m dikeve. Gund di navbera pênc gundên cîranan de cih digire. Li rojava gundê Dîkmedaş, li rojhilat Bûban û Sûsan, li başûr Qulê, li bakûr jî gundê Sêlim cih digire. Di gund de dibistana seretayî û mizgeft jî heye. Rûpîvana gund 700 k.m ye. Bi demê re gund bûye du alî, aliyê bakûr û aliyê başûr.
Dîroka gund bi temamî nayê zanîn, lê li gor gotinên bav û bapîrên me ku dîroka gund 100_120 sal in. Li gor texmînan ku gund di sala 1900' de ava bûye. Bi gîştî derdora 110 mal di gund de hene. Serjimara navenda gund derdora 600 mirovî zêdetir e.
Mirovên gundê Xurxurê bi tevahî ji eşîra kêtikan û di nav kêtikan de ji îsikin. Çanda denûstandinê li gel mirovên gund pêşketiye û pir lihevhatî ne. Ji bilî pirsgirêkên zarokan tu nakokî û pirsgirêkên din tune ne. Mirovên gund her tiştî bi hev re derbas dikin êş, kêfxweşî, xemgînî, şîn û şahiyên xwe bi hev re par ve dikin.
Gundê Xurxuriyê debara xwe ya jiyanî, li ser çandiniya genim, ceh, nîsk, kemûn û h.w.d dike. Di heman demê de debara xwe li ser çandiniya darên mîna zeytûn, fisteq û tirî jî dike. Ji bilî van daran hin darên din jî li gund tên çandin, ên weke peyam, hêjîr û hinar. Kêm zêde hin mal sewalan jî xwedî dikin û pêdiviyên jiyanê jê werdigrin.
Di gundê Xurxuriyê de hin cihên dîrokî hene. Weke Bîra avê ya ku di demên berê de gundiyan bi tevahî ava xwe jê dibir. Dibêjin ku dîroka wê vedigere 1500 sal berê, kurahiya bîrê 23 metre ye.
Şkeftek jî li gund heye, ev şkeft bi navê Şkefta Du Qûçikan tê naskirin. Ev şkeft pir mezin e. Di hundirê wê de dîmenên Pir balkêş hene. Tê de nêrdewan, ode û xweringeh heye. Wekî din jî heft qub tê de hene, her yek jî mîna sê goran tê de xuya dike
Çavkanî: Hevpeyvîna bi xelkên herêmê re.[1][2]