=KTML_Bold=Li başûrê Kurdistanê rojnamegerî=KTML_End=
Serdem Silo
#Medya civakî# di dema niha de bûye desthilata yekem û rola sereke di aşkerekirina rastiyan de dilîze. Lê desthilatdarên serwer hertim armanca wan ya bingehîn diguhere û dixe xizmeta berjewendiyên xwe yên şexsî. Di ragihandina kurdî de jî ev rola neyînî ya desthilatdaran heye, başûrê Kurdistanê yek ji mînaka vê yekê ye.
Sîstema kapîtalîst, bi armanca veşartina gendelî û dosyayên xwe yên qirêj ji raya giştî, saziyên xwe yên #çapemenî# yê yên taybet ava kir. Ji bo parastina desthilatdariya xwe gel ber bi tiştên ku dixwaze ve araste dike. Di encama van polîtîkayên xwe de zirarê dide gel. Em dibînin ku desthilatdarên her welatekî dezgehên xwe yên ragihandinê yên taybet ava dikin û bûdceyek mezin ji bo wan vediqetînin. Ev dezgeh ne ji bo ku li gorî pîvanên çapemeniyê kar bikin, li ser bingehê berjewendiyên wan desthilatdariyan û propogandaya wan û veşartina gendeliyên wan bixebitin.
Li ser vê bingehê, hemû desthilatdariyên serwer xwedî medyaya taybet in, bi şev û roj ji bo parastina vê desthilatdariyê dixebitin. Di encama siyaseta van desthilatdaran de roj bi roj medya di bin sîwana çapemeniya azad de rastî zext û zordarî û binçavkirinê tê. Her wiha şopandina bûyeran û gihandina zanyariyan bi giştî tên qedexekirin da ku li belavkirina lêkolînan û dosyayên gendeliyê rê bigirin.
Dema ku em bahsa rola ragihandina azad li başûrê Kurdistanê dikin, divê em li wir xîtabî desthilatdarî û partiya desthilatdar bikin. Di çarçoveya tiştên me behskirin de, desthilatdariyeke serwer heye ku desthilatdariya hizbî ye û karê ragihandina azad asteng dike. Her wiha medya û dezgehên ragihandinê li herêmê rasterast bi partiyan ve girêdayî ne, bi taybetî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi pereyan karkeran dixapînin.
Ji ber vê yekê dema ku dezgehek medyayî bixwaze li başûrê Kurdistanê kar bike, divê li gorî siyaseta partiyeke taybet kar bike. Di vê rewşê de jî divê ew alî di çarçoveyeke ku hatiye diyarkirin de kar bike. Eger bixwaze lêkolînekê yan jî raporekê amade bike, dê yekser rastî pirseke welatiyan were: “hûn girêdayî kîjan partiyê ne?”. Ev yek jî piştrast dike ku medyaya başûrê Kurdistanê bi partiyan ve girêdayî ye û ji ber vê yekê em nikarin bibêjin ku ragihandineke azad li Kurdistanê heye yan jî di bin sîwana çapemeniya azad de tevdigere.
Ji ber vê yekê ragihandina başûrê Kurdistanê di çarçoveya berjewendî û desthilatdariya hizbî de kar dike, ev sînor derbas nabe. Her çiqas dezgeha ragihandinê pesnên desthilatê yan jî partiyekê bide, ewqas jî ew dezgeh azad dibe, ev jî perensîba ragihandina azad li başûrê Kurdistanê ye. Ji bilî vê yekê ragihandin nikare tiştekî bike, rê li ber metirsiyan tije ye.
Li başûrê Kurdistanê ragihandina azad rastî her cure çewsandinê tê, wek girtin û qedexekirina şopandina bûyeran û belkî jî di hinek bûyeran de kuştin jî çêdibe. Gelek mînakên rojnamevanên hatine kuştin hene ji ber ku gendeliya di desthilatê de aşkera kiribûn. Desthilatê tu lêkolîn der barê çawaniya kuştina van kesan de nekir, tenê çend daxwaz ji rêxistinên mafên mirovan hebûn ku vekolînekê vekin û sedemên kuştina rojnamevanan bizanin. Ji wan (Kawa Germiyanî, Wîdat Husên, Zerdeşt Othman, Soran Hama û hin rojnamevanên din). Heta niha çarenûsa gelek rojnamevanan li navçeyên PDK’ê ne diyar e, rojnameyên Bahdînan jî di nav de ne. Ne mimkun e ku ragihandina azad bikeve civînên parlamentoyê yan di nav dezgehên fermî de hin bûyerên hikûmetê bişopîne.
Heta niha tu dezgeheke ragihandinê yên li başûrê Kurdistanê kar dikin, nikarîbûne gendeliyê nîşan bidin. Bi taybetî di warê dosyeyên darayî û petrolê de. Her wiha nedana mûçeyên karmendan, eger bi sivikî jî were nîşandan ew dezgeh rastî gelek astengêyan tê û carnan nûçegihan jî têne girtin. Dosyaya gelek rojnamevanên girtî yên di zindanên PDK’ê de ne hene. Başûrê Kurdistanê ji bilî krîza nedana mûçeyên karmendan, tûşî qeyrana darayî bûye û hikûmet bi hinceta qeyrana darayî nikare mûçeyên karmendan bide. Li hemberî dezgehên ragihandinê yên ser bi partiyan ve, salane bi milyar dolaran ji bo propagandaya hizbî xerc dikin. Gelo ew partî van pereyan ji ku derê tînin bo fînansekirina ragihandina xwe, di demekê de ku ew nikarin mûçeyên karmendan bidin?[1]