Kitabxana Kitabxana
Axtar

Kurdipedia Dev Kürtçe məlumat mənbəyidir


Axtarış Seçimləri





Ətraflı Axtarış      Klaviatura


Axtar
Ətraflı Axtarış
Kitabxana
Kürd adları
Hadisələrin xronologiyası
Resurslar
Tarix
İstifadəçi kolleksiyası
Hadisələr
Kömək istəyin
Kurdipedi nəşrləri
Video
Təsnifatlar
Hadisə ilə əlaqəli olan məsələ
Element qeydiyyatı
Yeni başlıq qeyd
Şəkil göndərin
Anket
Şərhlər
Ünsiyyət
Bizə nə cür məlumat lazımdır!
Standartlar
İstifadə qaydaları
Məhsulun Keyfiyyəti
Alətlər
Haqqında
Kurdipedi arxivçiləri
Bizim haqqımızda məqalələr!
Veb saytınıza Kurdipedia əlavə edin
E-poçt əlavə / sil
Ziyarətçi statistikası
Məqalə statistikası
Şrift çeviricisi
Təqvim - Dönüstürücü
Yazım yoxlaması
Səhifələrin dili və dili
Klaviatura
İstifadə olunan bağlantılar
Google Chrome için Kurdipedia uzantısı
Kurabiye
Dillər
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mənim Hesabım
Daxil ol
Dəstəklənmə
Şifrəni unutdum
Axtar Element qeydiyyatı Alətlər Dillər Mənim Hesabım
Ətraflı Axtarış
Kitabxana
Kürd adları
Hadisələrin xronologiyası
Resurslar
Tarix
İstifadəçi kolleksiyası
Hadisələr
Kömək istəyin
Kurdipedi nəşrləri
Video
Təsnifatlar
Hadisə ilə əlaqəli olan məsələ
Yeni başlıq qeyd
Şəkil göndərin
Anket
Şərhlər
Ünsiyyət
Bizə nə cür məlumat lazımdır!
Standartlar
İstifadə qaydaları
Məhsulun Keyfiyyəti
Haqqında
Kurdipedi arxivçiləri
Bizim haqqımızda məqalələr!
Veb saytınıza Kurdipedia əlavə edin
E-poçt əlavə / sil
Ziyarətçi statistikası
Məqalə statistikası
Şrift çeviricisi
Təqvim - Dönüstürücü
Yazım yoxlaması
Səhifələrin dili və dili
Klaviatura
İstifadə olunan bağlantılar
Google Chrome için Kurdipedia uzantısı
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Daxil ol
Dəstəklənmə
Şifrəni unutdum
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Haqqında
 Hadisə ilə əlaqəli olan məsələ
 İstifadə qaydaları
 Kurdipedi arxivçiləri
 Şərhlər
 İstifadəçi kolleksiyası
  Hadisələrin xronologiyası
 Hadisələr - Kurdipedia
 Kömək
Yeni başlıq
Biyografi
Həjar Şamil oğlu
27-08-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Nadir Nadirov
25-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
Tarikh-i Alam Ara-yi Abbasi, I CİLD
03-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
İosif Orbeli
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Yılmaz Güney
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Haciye Cindi
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Kanat Kürdoyev
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
XIX əsr və XX əsrin əvvəllərində Kiçik Qafqazın cənub-şərq bölgəsinin tarixi-etnorrafik tədqiqi
08-11-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
Azərbaycan dilçiliyi problemlari cild 1
25-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
ZƏNGƏZUR KÖÇ, DEPORTASİYA, SOYQIRIMI, İŞĞAL TARİXİ
24-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Məqalə 522,053
Şəkil 105,634
Kitab PDF 19,663
Əlaqəli fayllar 98,523
Video 1,420
Kitabxana
ZƏNGƏZUR KÖÇ, DEPORTASİYA, ...
Kitabxana
Azərbaycan dilçiliyi proble...
Biyografi
Kanat Kürdoyev
Biyografi
Haciye Cindi
Biyografi
Yılmaz Güney
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (164): Guhertina demografî li Gundê “Sînka” û Bajaroka “Bilbilê”
Türk və Fars işğalçıları tərəfindən ölkənin şimal və şərqində KürdiPediyanın qadağan edilməsindən təəssüf edirik.
Grup: Sənədlər | Başlıq dili: Kurmancî - Kurdîy Serû
Paylaş
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Qiymətləndirmə
Mükəmməl
Çox yaxşı
Orta
Kötü deyil
Kötü
Favoritlərimə əlavə et
Bu məqaləyə şərh yazın!
Əşyanın tarixi
Metadata
RSS
Mövzunun şəklini Google-da axtarın!
Seçilmiş mövzunu Google-da axtarın.
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (164): Guhertina demografî li Gundê “Sînka” û B...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (164): Guhertina demografî li Gundê “Sînka” û B...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (165): Guhertina demografî li Gundê “Sînka” û Bajaroka “Bilbilê”, vekirina navend û dibistanekê ji bo turkirin û tundrewiya olî, girtin, pakrewanbûna zarokekê û bombebarankirina hin gundan.

ebûna leşkerî ya Turkiyê li Bakurê Sûriyê -şivanperwerê giropên çekdar ên tunderew- dimîne jêdera gizgizî û gefguriyê ji tevahiya Sûriyê û binpêkirinê ji serweriya wê re, herweha dagîrkirina Turkiyê û nandozên wê ji Herêmên Kurdî re, metirsiyeke mezin li ser hebûna Kurdan û rola wan çêdike, û dibe sedema fîtnê di nav wan û Erebên Sûriyê de.
Ev jî beşek ji encam û şopemayînên dagîrkirina Herêma Efrînê ye:
= Gundê “Sînka”:
Bi Navça Şera ve girêdayî ye, bi aliyê Rohilat ve /1/KM ji navenda wê dûr e, ji dora /325/malan pêkhatî ye, dora /1700/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen -jê 50% Êzdî- têde bûn, piraniya wan nişteciyan bi zorane hatin koçberkirin, dora /70malbat=280nişte – jê pênc malbat li vê dawiyê-vegerîn gund, û dora /1500/nişte ji anîndeyan têde hatin niştecîkirin.
Di dema êrişkeriyê de, çend caran gund hate topebarankirin, deh mal rengereng ziyan gihîştinê, jê mala Duktor “Zilfî Sîdo” bi rengekî pir û mala “Hisên Sîdo” jî bi tevahî hatin roxandin.
Milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” gund desteser dikin, û piştî ku tevahiya kelûpel û deriyê derve yê mezin ên mala Hemwelatî “Fadêl Behrî Çawîş” dizîn ew ji xwe re kirin biryargeheke leşkerî, û binehiya wê jî kirin hepsek ji bo lêkolînkirin û işkencekirina revandiyan.
Piştî desteserkirina gund, milîseyan ji tevahiya malan alavên baqirî, cerên gazê, şaşên tilvizyûnan û amûrên elektirîkê dizîn, paşê jî dest danîn ser dora /250/ malî tevî kelûpelên wan ji xwarinvexwarinê de bigir ta raxistok, alav û tiştên din; Herweha jî /8/tirektorên çandiniyê (jê yên “Dilovanber Behrî Fadêl Çawîş, Reşîd Hemîd Horo”), teksîk “Dayo” ye “Cangîn Ebid Elmenan Çawîş”, otombîlek “Sozekî” ye biçûk e “Elî Mihemed”, giropeke Zayenda elektirîkê (Ampêran) e “Rif’et Misto” ye ku elektirîk dida gund, û hemî kebil, stûnên darî û guheztoka toreya elektirîkê ya giştî, dizîn.
Û dest danîn ser 50% ji malmewalên xelkê gund -bi taybetî jî yên ne li wir- ên dora /25/hezar darên biber ên zeytûnê û hin tişt din, jê yên “Malbata Henan Reşo, Xelîl Zezrob, Hemûş Reşo”, û dora /70/darên zeytûnê yên hemwelatiyê zorane koçberbûyî “Hemîd Seydo”, û 50% ji /22/hezar darên ihracê li sê daristanên ku li sala 1980 li Rohilatê gund hatine çandin, ji bo êzingkirinê, bi rengekî hovane û bê wijdan qut kirin.
“Dareke zeytûnê ji zeviyê “Hemîd Seydo” – G.”Sînka” bê wijdan hatiye qutkirin, Berfenbara 2019 Z.”
Û vêrgiyên têkel li ser werzên hemwelatiyên hene ferz dikin.
Zaretgeha “Şêx Xerîb” a Êzdî – Islamî li gund hate pêlîskandin û xerakirin, û li Tebaxa (Gelawêja) 2021an ji aliyê xelkê gund ve hate çaksazkirin.
“Zaretgeha “Şêx Xerîb” berî û piştî roxandinê – G.”Sînka”.”
Û xelkê gund rastî cûrbecûr binpêkirinan hatin, jê revandin û girtinên bêsûcane, kêmrûmetkirin û peresitandin, nimûne jî bêtirî deh kesan hatin girtin û tûşî işkencekirinê bûn, jê temenmezin “Çawîş Umer Çawîş /70/sal” li Gulana 2018an, û di dû re kurê birê wî “Cim’e Çawîş” ê ku di tiwalêta binzemînî de ya birayargeha “Elşamiyê” deh rojan hatiye bendkirin, weha jî herdu ciwan “Mes’ûd Nedîm Qasêm û Nedîm Şêxo Qasêm – xwediyê pêdiviyên taybet” hatin girtin û birin Bajarê Ezazê, û pişt re Milîseyên “Elşamiyê” tene ji bavê “Mes’ûd” re jî reşandin û hindik-hindik anîn Ezazê, û li pêş ûtêla ku ew lê radibûrûdinişt pîkaba wî ya Mazde jê dizîn.
Û di encama teqîna bombeyeke zemînî de, li goristana gund, li siba roja yekê ji Cejna Rojiyê, li 16.6.2018an, “Diyar Ebid Elqadêr /14/sal” şehîd ket, û hin din jî birîndar bûn.
“Pakrewanê negîhayî “Diyar Ebid Elqadêr Seydo” – G.”Sînka”, 16.6.2018 Z.”
= Guhertineke demografî fere li Bajaroka “Bilbilê”:
Di navboriya hefta yekê ji dijberiya Turkiyê li ser Herêma Efrînê de (ji destpêka /20/î Rêbendana 2018an), şer gihîşte Bajaroka Bilbilê, ji ber ku nêzîk sînora bi Turkiyê re ye, û bi aliyê Bakur ve /43/KM ji Bajarê Efrînê dûr e; Ji ber wê jî xelkê wê penaberî hundir bûn, û piraniya wan piştî dagîrkeriya Efrînê li 18.3.2018an, zorane bo derveyî herêmê hatin koçberkirin.
“Êrişkirin û talankirina milîseyên bi ser Turkiyê ve ji Bajaroka “Bilbilê” re, dudiyê Reşmehê 2018 Z.”
Bajarok ji dora /750/malî pêkhatî ye, bêtirî /3/hezar nişte ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, jê /51malbat=220nişte/vegerîn, /59malbat=260nişte/di nav Bajarê Efrînê û gundên derdorê de mişexte bûn û qedexe bûn ku vegerin ser cîwarên xwe, û dora/3750/nişte ji anîndeyan lê hatin niştecîkirin, piştî destdanîna ser dora /700/mal tevî tevahiya kelûpelan ji aliyê milîseyan ve; Lê li vê dawiyê /5/malbat ji Bajarê Heleb vegerîn, lê nikanîn malên xwe bidestbixistana yan li bajarokê rûniştana, û tenê malbatek ji wan kanî di mala dêpîra xwe de rûnişta.
= Turkirin û Osmaniya nû û tundrewiya olî:
– Li destpêka Rezbera em tê de, korsa asta sisiyê ji zincîra “Çandina perensîpên olî û perwerdekirina civakê li ser” li “Kargêriya ewqafa Efrînê” yê giropeke ji xoce(îmam), gotarbêj, û mamosteyên mêr û jin, bi serpereştiya şandêrê “Weqfa Diyant a Turkî – Mihemed Nûr Hemdan” hate bidawîkirin, li rex gelek çalakî û korsên din ên olî yên ku çînatên têkel ên civakê dikin armanc.
– Di çarçewa zincîra amojgehên Weqfa Turkî de yên taybet bi belavkirina ziman û çanda Turkiyê ya ji bo Turkirina gelên armanckirî, li 22.9.2021an, bi beşdariya “cîgirê serokê Encûmena Xwecihî li Efrînê” û “Ce’ifer Goçer – hevrêzkarê giştî yê Turkî ji bo hînkirinê li Şaxa Zeytûnê”, “Navendeke Çandî Turkî” bi navê “Yûnês Emreh – e ji bo hînkirina Zimanê Turkî û hunerên têkel”, hate vekirin.
“Vekirina Navenda “Yûnis Emreh” ya çandî ya Turkî li Bajarê Efrînê, 22.9.2021 Z.”
– Li 24.9.2021an, bi beşdariya “cîgirê serokê Encûmena Xwecihî li Efrînê” û “Cengîz Samanlî – hevrêzkarê giştî yê Turkî yê ji bo perwerdekirin û hînkirinê li Bajarê Efrînê”, Dibistana “Elîmam Elxetîb” (ya ji aliyê “Komela Destên Sipî ve- Turkiyê” û peredayîna “Komela Elşêx Ebdela Elnûrî Elxeyriyê ve – Dewleta Elkiwêt” hatiye avakirin), li bajêr hate vekirin, û bi vê rengî ev dibe dibistana olî -nimûneya Turkî- ya sisiyê ku li bajêr tê vekirin, li kêlek dibistaneke din li Bajarê Cindirêsê û dibistana ku niha li Bajaroka Şera tê avakirin, ji bo belavkirina çanda Osmanî ya nû û tundrewiya olî ya Islamî.
“Vekirina Dibistana “Elîmam Elxetîb” li Bajarê Efrînê, 24.9.2021 Z.”
= Girtinên bêsûcane:
Destlatên dagîrkeriyê ev girtin:
– Li 16.9.2021an, xortê ciwan “Welîd Mihemed Ne’isan /20/sal” ji xelkê Gundê “Umera – N.Reco”, ji aliyê rêbenda asayişê li çateriya B.Ezazê ve, li dema ku ji Heleb vedigeriya Efrînê, û ta niha çarenûsa wî ne xuya ye.
– Li 17 9 2021an, Hemwelatî “Ebdo Mihemed Umer/29/sal” ji xelkê Gundê “Gemrûkê” – N.Mabeta, li dema beşdarbûna wî li dadehkirina gundiyê xwe Hemwelatî “Mihemed Hisên Şêxo/56/sal” li Ezazê (yê ku li heman ciyî li 18.8m2021an hatiye girtin); û piştî ku herdu bi têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re tewanbar kirin û li ser her yekî jî /1500/PT vêrgî ferz kirin, li Şeva Carşemê 22.9.2021an ew berdan.
– Li 17.9.2021an, Hemwelatî “Bêriqdar Mihemed Mistefa/53/sal” ji xelkê Gundê “Aşkê Xerbî” – Navça Cindirêsê, dema ku tevî malbata xwe ji Bajarê Heleb vedigeriya Efrînê, ji aliyê Milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” ve – rêbenda çekdar a li Cateriya “Kefircenê”, bi behaneya ku birayê wî di Partiya Karkerên Kurdiatanê de rêvebir e, û ta niha bendkirî ye.
– Li 18.9.2021an, Hemwelatî “Xelîl Tahêr Mihemed/45/sal” ji xelkê Gundê “Qîbarê” – B.Efrînê, ji aliyê rêbenda cekdar ve li Bajarê Ezazê, û ta niha çarenûsa wî ne zelal e.
– Li 19.9.2021an, Hemwelatî “Hebeş Reşîd Hebeş /30/sal” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna”, li dema hevaltiya wî ji hevjîna xwe ya nexweş re li Nexweşxana “Şemarîn” – Ezazê, û li 23.9.2021an jî hate berdan.
– Li 21.9.2021an, hemwelatî “Siltanê Cewad/50/sal” – hevjîna “Mihemed Reşîd Elî” ji xelkê Gundê “Avrazê” – Navça Mabeta, û li 23.9.2021an hate berdan.
= Geregoşî û serberdayetî:
– Li 22.9.2021an, Milîseyên “Firqit Elsultan Mûrad” li navenda Navça Bilbilê koneke sersaxiyê ye bavê çekdarekî mirî(yî ku li nav herêmên desteseriya Artêşa Sûriyê miriye) rakir, bi behaneya ku mirî “peyayê rijîmê bû”, ji ber wê di nav endamên wê û çekdarên êla mirî de li Bajaroka Şera pevçûnina rûdan.
– Li 22.9.2021an, di navêna Milîseyên “Lîwa’i Siqor Elşam” û “Ceyş Elnixbe” de, li gundên “Ebûdanê û Şêxorzê” – N. Bilbilê, bi sedema hevrikî û nakokiya li ser destlat û dizînê, pevçûnin mekin derketin, û hin endam birîndar bûn; Û ji ber ku di hebûna li hin gundên din de jî hevpar in, vêca li wan deran jî herdu aliya endamên xwe kirin amedebaşiyê.
– Li Siba Pêncşemê 23.9.2021an, bombeyeke zemînî li kêleke salonek teksî “Van”, li Taxa Eşrefiyê li B.Efrînê, hate teqandin, û di encamê de tenê ziyanin şênberî çêbûn.
= Teqîna bombeyeke zemînî:
– Li Carşemê piştî Nîvro 22.9.2021an, bombeyeke zemînî ji bermayên milîseyan, li nêzîk stasyûna tirênê li Bajaroka “Elehdas” – Bakurê Heleb teqiya, û di encamê de çar zarok ji koçberên Herêma Efrînê birîndar bûn, û ew jî ev in: hersê bira “Mihemed/6/sal” û “Esmet/12/sal” û “Zûhêr/14/sal” kurên “Teter Exres” ji xelkê Bajaroka Kefirsefrê, û “Rûlêv Mihemed Elî /8/sal”, dema ku ji xwe re li wir digeriyan, û bi şev piştî çend katan ji dermankirinê li nexweşxaneyeke Helebê, ji ber encama birînên kûr, “Rûlêv” mir.
“Pakrewana zarok “Rolêv Mihemed Elî”, 22.9.2021 Z.”
= Li Şeva Yekşemê 19.9.2021an, Artêşa Turkiyê û nandozên wê, Gundê “Soxanekê” – Şêrewa yê di bin desteseriya Artêşa Sûriyê de û li ser xêza hevgîhanê bi aliyê dagîrkirî re û ji nişteciyên wê koçberkirî topebaran kirin, û ziyanin şênberî gîhandin hin malan, jê mala Helebestvan “Merwan Berekat” bi tevayî hate roxandin, ya ku careke berê jî avêjtekeke mûşekî lêketibû.
“Mala “Merwan Berekat” li G.”Soxanekê” – Şêrewa, berî û piştî topebarankirinê.”
Û li Roja Înê 24.9.2021an, Gundê “Qinêtrê” – Şêrewa (yê ku li Rohilatê G.”Soxanekê” dikeve) jî topebaran kirin, û li gor Ajansa Hawarê, ziyan gihîşte mala Hemwelatî “Cum’e Xelîl Xidir”.
“Tobebarankirina Mala “Cim’e Xelîl Xidir” li G.”Qinêtrê” – Şêrewa, 24.9.2021 Z.”
Bidawîkirina dagîrkeriya Turkiyê û hebûna milîseyên nandoz erkeke mirovahî û niştîmanî ye, û ji bo danîna rêgirekê ji binpêkirin û tewanan re û serastkirina demografiya herêmê, pêngaveke serekîn e.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
Bu məqalə (Kurmancî - Kurdîy Serû) dilində yazılmışdır, məqalələri orijinal dilində redaktə etmək üçün simvoluna vurun!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu mövzuya 392 dəfə baxılıb
HashTag
Resurslar
[1] İnternet səhifəsi | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
əlaqəli məqalələr: 70
Qısa təsvir
Sənədlər
Tarix və hadisələr
Yayımlanma tarixi : 26-09-2021 (3 İl)
Muxtar: Rojava
No specified T3 57: 21. Əsr (2000-2099)
No specified T3 58: 20-lər (20-29)
Orijinal Dil: No specified T4 601
Şəhərlər: Afrin
Sənəd növü: Tərcümə
Sənəd türü: Dijital
Texniki meta məlumatlar
Məhsulun Keyfiyyəti: 99%
99%
Bu başlıq ئاراس حسۆ tərəfindən 03-02-2024 qeyd edilib
Bu məqalə سارا ک tərəfindən göz-dən redaktə və yayımlanmışdır
Bu mövzu sonuncu dəfə سارا ک tərəfindən 12-02-2024 tarixində nəzərdən keçirilmişdir
Başlıq ünvanı
Kurdipedia Standartlar-a görə bu başlıq natamamdır, redaktəyə ehtiyacı var
Bu mövzuya 392 dəfə baxılıb
Kurdipedia Dev Kürtçe məlumat mənbəyidir
Kitabxana
XIX əsr və XX əsrin əvvəllərində Kiçik Qafqazın cənub-şərq bölgəsinin tarixi-etnorrafik tədqiqi
Qısa təsvir
Azərbaycan kürdləri
Kitabxana
ZƏNGƏZUR KÖÇ, DEPORTASİYA, SOYQIRIMI, İŞĞAL TARİXİ
Kitabxana
Tarikh-i Alam Ara-yi Abbasi, I CİLD
Kitabxana
Azərbaycan dilçiliyi problemlari cild 1

Gerçek
Kitabxana
ZƏNGƏZUR KÖÇ, DEPORTASİYA, SOYQIRIMI, İŞĞAL TARİXİ
24-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ZƏNGƏZUR KÖÇ, DEPORTASİYA, SOYQIRIMI, İŞĞAL TARİXİ
Kitabxana
Azərbaycan dilçiliyi problemlari cild 1
25-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Azərbaycan dilçiliyi problemlari cild 1
Biyografi
Kanat Kürdoyev
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kanat Kürdoyev
Biyografi
Haciye Cindi
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Haciye Cindi
Biyografi
Yılmaz Güney
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Yılmaz Güney
Yeni başlıq
Biyografi
Həjar Şamil oğlu
27-08-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Nadir Nadirov
25-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
Tarikh-i Alam Ara-yi Abbasi, I CİLD
03-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
İosif Orbeli
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Yılmaz Güney
09-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Haciye Cindi
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biyografi
Kanat Kürdoyev
07-05-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
XIX əsr və XX əsrin əvvəllərində Kiçik Qafqazın cənub-şərq bölgəsinin tarixi-etnorrafik tədqiqi
08-11-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
Azərbaycan dilçiliyi problemlari cild 1
25-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Kitabxana
ZƏNGƏZUR KÖÇ, DEPORTASİYA, SOYQIRIMI, İŞĞAL TARİXİ
24-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Məqalə 522,053
Şəkil 105,634
Kitab PDF 19,663
Əlaqəli fayllar 98,523
Video 1,420
Kurdipedia Dev Kürtçe məlumat mənbəyidir
Kitabxana
XIX əsr və XX əsrin əvvəllərində Kiçik Qafqazın cənub-şərq bölgəsinin tarixi-etnorrafik tədqiqi
Qısa təsvir
Azərbaycan kürdləri
Kitabxana
ZƏNGƏZUR KÖÇ, DEPORTASİYA, SOYQIRIMI, İŞĞAL TARİXİ
Kitabxana
Tarikh-i Alam Ara-yi Abbasi, I CİLD
Kitabxana
Azərbaycan dilçiliyi problemlari cild 1
Folders
Qısa təsvir - Məzmun kateqoriyası - Kürd Səbəbi Qısa təsvir - Sənəd növü - Orijinal dili Qısa təsvir - Nəşrin növü - Born-digital Qısa təsvir - Ləhcə - Azerî Qısa təsvir - Muxtar - Qısa təsvir - Muxtar - İran Qısa təsvir - Muxtar - Türkmenistan Biyografi - Təhsil sahəsi - Profesör Biyografi - Şəxsiyyət tipi - Akademik Biyografi - Şəxsiyyət tipi - Yazıçı

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| Ünsiyyət | CSS3 | HTML5

| Səhifə yaratma müddəti: 0.719 saniyə!