Saziya Pargîn rêya vejînkirina çand û folklora Kurdî ye
#Aras Hiso#
Pargîn navê saziyeke #kevneşopî# û çandî li Rojavayê Kurdistanê ye ku navenda wê jî di xaniyekî ku ji axê hatiye avakirin li herêma Koçeran ya bajarê Dêrikê ye. Ji bo ku keresteyên çandî û keleporî ji wendabûnê werin parastin ev sazî bêhtir li ser lêkolînên çandî û keleporî li Rojavayê Kurdistanê dixebite. Li gorî ajansa Mezopotamyayê saziya di dîroka 9ê Tîrmeha 2012an de dest bi xebata xwe kiriye. Di armanca vê saziyê de ew e ji bo ku li dijî pergera kapîtalîzmê raweste û xêr û bêra herêmê di tûrikê xwe yê dengê de biparêze, bi lewnekî nû, kiras û rihekî xweşik bi şertê ku ji cewherê bingehîn a folklorî neyê herifandin tiştên gelekî hêja pêşkêş civata îro û ya nifşên pêşerojê dike.
Navlêkirina saziyê:
Li gorî ku Ibrahîm Feqe destnîşan dike ku di hilbijartina navê Pargîn de, di çanda koçeran de kon hene ku bi awayekî din jê re Reşmal tê gotin. Ew dera li hawirordora kon jê re Rargîn dihat gotin, da ku ji av û lehiyan were parastinê. Ji ber hingê vê saziyê nav lê kiriye Pargîn da ku ev adat, tore, çand û kevneşopiya herêmê bi qeyd û stranên folklorî were parastin. Her wiha li kêlek van stranên bi kurdiya kurmancî em dibînin ku gelek stranên kevnare yên bi devoka erebiyê ya li herêma Reqayê û wan derdoran jî tê tomarkirin û pêşkêşkirin. Hingê ku em ji vê projeyê fêm dikin ku çendî folklorê kurdî gelek folklorên dîtir yên netewên mîna Aşûr, Ermen û Ereban hembêz dike, çiku van miletên cîran bi salane bi hev re jiyan e, helbet ew ê ev cîrantî di nava berhemên folklorî de bidome.
Projeya Saziya Pargînê:
Ev proje bi pêşengtiya kesayetên mîna Ibrahîm Feqe, Şêro Hindê û Mehmûd Berazî û gelek hunermendên dîtir tê birêvebirin. Bi avakirina vê saziyê re di nava tevahî civaka kurdan de rastî têkêliyeke gelekî germ hat û bi pêşwaziyeke şanaz hate hemêzkirin. Her cara ku dîmenên wiha li ser qenala wan a youtube ê dihat parvekirin ji aliyê raya giştî ve dihat hezkirin û di nava xelkê dibû rojeveke germ, çiku bi rastî qalîteya dengî, dîmen, muzîk, kamîre, drama, ronahî, peyv û qablibên gotinan, cilûberg û hewaya çandî bi hev re di yek teşeyî de dikelijn û têne pêşkêkirin. Ji vê yekê zêdetir jî ew devokên ku bi salan ji devan heta devan tê veguhestin û qalibekî zelal têne neqilkirin ku mirov pir bi xweşikahî dikare têbighêje.
Di nava wî xaniyê kerpîşan a li herêma koçeran, navendeke wiha ye ku bi derdora 12 xebatkar tê de dixebitin û xebatên li ser kemera û dîmen, cilûberg, prodakşin û belgekirinê dikin. Ev sazî hem bi rêya bername û kilîpan û hem jî bi rêya dîmenên kurt yên li ser çand û kevneşopiya herêmê bi xebateke hostane dem bi dem pêşkêş dike. Her wiha ji wan karên hêja diyare ku ew ê di demên pêş de kariye hîn bi qalîte di warê dramayê de pêşkêş bike.
Berhemên Pargînê çi ne?
Di nava xebatên sê salan gelek çîrok, stran û adatên herêmê bi karên curbicur hatine pêşkêşkirin. Ji kilam û stranên mîna:
Keçka Koçer 1, ji dengê Qhreman Şîmo
keçka koçer 2, ji dengê Qhreman Şîmo
Darê Landanê, ji dengê Qasimê Şero
Delalê Min, ji dengê Xedîce Yûsiv
Dunyayê, ji dengê Besna Qasim
Hey Lê Narê, ji dengê Qasimê Şero
Hîzane, ji dengê Qasimo Şero
Lavij (E`fn û Hejal), ji dengê Qhreman Şîmo
Meşkînê, ji dengê Qasimê Şero
Narê, ji dengê Fatme Se`edûn
Şahîno, ji dengê Hacî Mûsa
Tevn, ji dengê Hacî Mûsa
Zeynebê, ji dengê Şêx berekat Xelîl
Siwaro, ji dengê Hisên temir
Payizok, ji dengê Sewsen Se`dûn
Rawê, ji dengê Gîwregîs Selmo
Cerr, ji dengê Qasimo Şero
Mendel, ji dengê Ehmed Omer (Hêjayê gotinê ye ku ev stran bi zimanê erebî ye).
Ji bilî stran û klaman jî bi dehan bername li ser Teşî, Tevn, Pez, Meşk, Kun û Hîz, Xwestin, Zozan, Dayîna Zarokan, rojên hesêp, Textorî, kulav, Parastin û hwd têne pêşkêkirin.
Heta niha ev berhem û stranên me navbirî ji hêla saziyê ve hatine berhemdan, herwiha li kêlek van stranên bi kurdiya kurmancî em dibînin ku gelek stranên kevnare yên bi devoka erebiyê ya li herêma Reqayê û wan derdoran jî tê tomarkirin û pêşkêşkirin. Lewma em têdgehin ku yek ji pilanên din yê saziyê nirxandin û buha dane bi çand û kultûra netwên cîran, hevdemî kelepûra kurdî.
Ji nava van berhema çîrok û strana Cerr e
Strana Hoy Cerr e Cerr e, yek ji wan stranên kevnare ku bi sedan salan di bîra kurdan de maye û heta roja îro jî bi awayekî devokî tê gotin û neqilkirin. Ev stran li herêma Koçeran a Rojavayê Kurdistanê û li herêma Botanê ya Bakurê Kurdsitanê û li herêma Behdînan a Başûrê Kurdistanê jî berbelav e û hîna jî bi awayekê devokî tê gotin.
Strana Hoy Cerr e yek ji stranên bi rîtim û muzîkî ye, di rojên dawet û şahiyan de bi dengan tê gotin. Herwiha ev stran di demên karên komî yên di karên civakî ya herêman bi awayekî rîtim, selîqe û tevî xweşiyeke bi mil, sing û çong hejandinê re tê gotin. Ev stran ji hêla gelek hunermend û koman ve hatiye gotin, û li herêmên din jî, ji bilî ew herêmên ku hatin destnîşankirin, ev stran bi celebine cihêreng cihê xwe di nava rêze-stranên kelepûrî de girtiye. Herwiha li ser vê vidyo kilîpa cerr e, bi dehan gotar, şirove û nêrînên cihêreng hatine gotin û nixandin.
Gotina Stranê
Hoy cere û cere û cere û kanê cer hoy kanê cer
Hoy cere û cere û cere meşkên cer
Tijî penîrê ter e kanê cer hoy kanê cer
Tijî penîrê ter e û meşkên cer
Ew bara xêr û şer e
Kanê cer hoy kanê cer
Ew bara xêr û şer e
Û meşkên cer
Cer ji axa zeviyê
Kanê cer hoy kanê cer
Cer ji axa zeviyê
Meşkên cer
Wê li ser milê zeriyê
Kanê cer hoy kanê cer
Wê li ser milê zeriyê
Meşkên cer
Da şil neke kefiyê
Kanê cer û hoy kanê cer
Da şil neke kefiyê
Meşkên cer
Cer ji axa dibanê
Kanê cer hoy kanê cer
Cer ji axa dibanê
Meşkên cer
Wê li ser milê sultanê
Kanê cer hoy kanê cer
Wê li ser milê sultanê
Meşkên cer
Da şil neke kitanê
Kanê cer hoy kanê cer
Da şil neke kitanê
Meşkên cer
Ew bara xêr û şer e
Cêrik goto kulindo
Kanê cer hoy kanê cer
Cêrik goto kulindo
Meşkên cer
Tu heft salan bilindo
Kanê cer hoy kanê cer
Tu heft salan bilindo
Meşkên cer
Wez gel te nayîm gundo
Kanê cer hoy kanê cer
Wez gel te nayîm gundo
Meşkên cer.
Çavkanî:
Ji rûpela Saziya Pargîn ya lêkolînên Çandî û Kelepûrî.
[1]