Têkilîya Nefs û Bedenê
Gulâmhuseyn İbrâhim-i DÎNÂNÎ, Rahmetullâh KERİMZÂDE
Werger / Translated by - Seyhmus ORKIN
Zanîngeha Alparslan a Mûşê, Fakulteya Fen û Hunerê, Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî
#20.04.2017#
Mijara nasîna nefsê, ji demên berê ve hem di navbera feylesofan û ehlê kelamê de û hem di temamê dînan de cihekî muhim girtîye û nasîna nefsê di vê çarçoveyê de wekî mifteya nasîna Heq (Xweda) û axiretê hatîye zanîn. Ev mijar, li şerqê û li xerbê bi heman şêweyî nehatîye nirxandin. Di vê navberê de Îbnî Sîna eql bi tevahî mucerred zanîye û ji ber ku nefs jî ji karên eqlî ye, nefs jî mucerre qebûl kirîye. Ya muhim ev e ku çawa ev hêmana mucerred bi bedena maddî re têkilî datîne. Lê belê Molla Sedra, li ser esasê hereketa cewherî qani’ bû ku nefs, di destpêkê de cism e û nefs û beden bi hev ve girêdayî ne. Di encamê de, li gorî nêrîna Hekîm Muderris Zunûzî, têkilîya nefsê bi bedenê re li ser terkîba yekîtîyê pêk tê.[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=577939&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin Têkilîya Nefs û Bedenê=KTML_Link_External_End=