Kurdistan: navê talûke
#Zinarê Xamo#
Ji arşîva min.
Ma mimkûn e ku ji ber navê meriv, welatek nehêle meriv li balafira wan siwar be?
Belê mimkûn e. Dema ew welat Tirkiye û rêwî jî kurd be her tişt mimkûn e. Ji bo ku meriv bikanibe bi balafira Tirkiyê, Turkish Airlinesê rêwîtiyê bike, hebûna bilêta meriv têr nake, divê navê meriv jî li gor dilê dewleta tirk be, yanî ji alî wan ve were qebûlkirin.
Mesela dema navê meriv “Satilmiş Dîlbaz” be tu problem tuneye, lê dema nave meriv “Kurdîstan” be, wê demê qiyamet radibe û meriv nikane li balafira wan siwar be.
Berî nuha bi heftakê, roja 4ê Hezîranê Kurdekî zaxoyî bi navê Zîad Maho, xanima wî Kurdistan û sê zarokên wan li balafirgeha Stockholmê, li Arlandayê dema dikirana li balafira Tirkan siwar bûna ji alî personalên Turkish Airlinesê va hatin rawestandin.
Malbatê bilêta xwe ji Şîrketa Turkish Airlinesê kiribû. Dema xwstin tiştên xwe chek-in bikin dîtin, kompîtorê hema di cî da kiriye qîrîn û hawar û gotiye ez navê “Kurdistanê” qebûl nakim. Ne welat û ne jî însan, nabe navê tiştekî bi “Kurdistan” be, dema “Kurdistan” be nikane li balafirê siwar be.
Malbatê û şîrketa ku billet firotibû wan her çiqas bi personalê Turkish Airlinesê û bi Konsulosê Tirkiyê ra ketin dan û stendinan û xwestin meselê bi dizî çareser bikin, lê hemû hewiladanên wan bênetîce man û balafir bêyî Kurdistan Mahoya 23 salî û sê zarokên wê bi hewa ket.
Li ser pirsên rojnamevanan koordînatora Arlandayê Eva Öhlîn got, kesên ku gotina Kurdistan di pasaporta wan da hebe personal nikane wan berdin, di vî warî da emir girtine.
Personalên Turkish Airlinesê û Konsulosê Tirkiyê yê Stockholmê jî her bersîvên di vê çarçewê da dan rojnamevanan û gotin tiştek di destê me da tuneye, em mamûr in, biryar ya dewletê ye.
Yanî tiştê hat serê Kurdistan Mahon ne tasarufa personalekî xwenezan bû, ev biryara dewlet û hikûmeta tirk e.
Bêguman ev ne cara pêşî ye ku dewleta tirk him li Tirkiyê û him jî li dervayî Tirkiyê li hember kurdên ku ya ciyê jidayikbûna wan, ya jî navê wan Kurdistan e vê bêperwatiyê dike, gelşê derdixe û wan dîskirîmînera dike.
Dewleta Tirk ji vê siyaseta xwe ya li hember kurdan ne fedî dike, ne ditirse û ne jî ji kesî vedişêre.
Yanî tiştê li Stockholmê hat serê Kurdistan Maho, ev ne cara pêşî ye ku dewleta tirk tîne sere kurdan.
Di vê bûyerê da tiştê nuh çapemeniya Swêd bi bûyerê hesiya û gelek cî dayê.
Ombudsmana li dijî dîskirîmînerîngê Katrî Lînna ji rojnamevanê rojnameya Svenska Dagbladet, Josef El Mahdî ra got: “jihevcudakirina mirovan ji ber nîjada wan û li ser vî esasî nedana xizmetê karekî krîmînel e” û ji berpirsiyarên balafirgehê yên Swêdê jî daxwaz kir ku divê ew li ser vê bûyerê rawestin û nehêlin Turkish Airlines li ser axa Swêd mirovan wiha dîskirîmînêra bikin.
Bûyerê sînorên Swêd jî derbas kir û li hin welatên wek Almanya jî olan da.
Heta vira min bi kurtayî qala bûyerê kir. Lê helbet ya girîng li hember vê zilma dewleta Tirk û bûyerên wiha divê em kurd çi bikin û divê şêla me çi be?
Yanî ji siyaseta tirkan bêtir şêl û siyaseta me ya li hember bûyerên wiha gelkî girîng e.
Ya divê em zêde guh nedin bûyerên wiha û piştî hinekî vir da û wê da, lê di dawiyê da bi ya tirkan bikin, yanî navên xwe biguherînin û tiştê ew li me qedexe dikin qebûl bikin.
Ya jî divê em ji şexsîyet û nasnameya xwe tu carî tawîzê nedin û li hember her tecawizek wiha di her palatformê da têkoşîn û liberxwedaneke bêkomprîmîs bidin.
Em hemû kurd baş dizanin ku heger ji destê dewleta tirk bê, ewê gelek navên din jî li me kurdan qedexe bike. Û dike jî. Ez dixwazim nimûneyekê ji xwe bidim.
Di sala 1976an da lawikek ji me ra bû û me navê wî kir Azad. Lê nufûsa Wêranşarê qeyd nekir, got ev nav qedexe ye.
Wê demê ez nuh ketibûm Dahîra Tapuyê, hîn sê çar mehên min neqediya bûn. Ji ber ku min israr kir, nufûsê bi nivîsekê qaymeqam ji bûyerê agahdar kir.
Qaymeqam gazî min kir. Piştî hinek pesn û xweşkirin, wî jî wek nufûsê xwest ku ez navê lawê xwe biguherînim û navekî din lêkim. Got, her çiqas ji min hez dike jî lê dema ez neguherînim ewê mecbûrî min bide mahkimê û ji ber ku hîn şeş mehên min neqediyane ezê ji karê xwe bibim.
Min li wir jî israra xwe domand û got bêyî Azad ez tu navê din li lawê xwe nakim. Ji ber ku ev mafekî min yê herî tabiî î însanî ye.
Dema dît ez ji ya xwe danakevim, got, ”ma maneya Azad bi Tirkî çi ye?” Min got, ”Özgür” e. Dema min got , ”Özgür” e gelkî kêfa wî hat û got:
-Çok güzel, o zaman amcası olarak ben yegenimin adını ”Özgür” koyuyorum.(pir başe, wê demê ez wek apê wî, navê biraziyê xwe dikim , ”Özgür”
Ez zêde dirêj nekim, min daxwaza wî qebûl nekir û got, kerem ke, min bide mahkimê.
Mêrik ez dam mahkimê. Gurbuhiştê Mehmet Tuysuz bû abûqatê min. Piştî çend mahkiman me doz qezenc kir û min navê lawê xwe kir Azad wer jî qeyd kir.
Di ser vê bûyerê ra 29 sal derbas bûn, lê li Tirkiyê hîn jî em nikanin her navî li zarokên xwe kin.
Hîn jî hin herfên elîfbeya me yên wek ”w,x,ê,û” qebûl nakin û qedexe ne.
Navên gund û mezrayên me diguherînin. Nahêlin di civîn û şahiyên partî û komelan da bi kurdî were axaftin û stran werin gotin.
Çimkî ew dizanin ji bo helandin û jinavêrakirina miletekî, dagirkirina fizîkî ya welatê wan tenê têrê nake, divê meriv nav, ziman, kultur, muzîk, dîrok û her tiştê bi wî miletî ve girêdayîye û wî miletî tîne bîra meriv jî ji holê rake û qedexe bike.
Siyaset û îdeolojiya dewleta tirk ya li hember kurdan ev e: Di her warî da di nav civata tirk da entegre û asîmîlekirina kuradan e. Em kurd bi vê siyaset û nêta dewleta tirk baş zanin, lê li hember wê tu tedbîrên ciddî û radîkal nagrin, tu gavên ciddî navêjin.
Wek min di serî da jî got, bûyera Kurdistan Maho li Swêd olanek mezin da. Çimkî Swêdiyê herî bêxîret û herî nezan jî heqearetek wiha mezin li hember xwe qabûl nake û tiştekî pir mezin jî dibîne. Ku dema yek lê bike jî ewê dev jê bernede û hemû mafên xw yên hiqûqî bi kar bîne.
Lê em kurd wiha nakin. Mesela ji dêlî ku Kurdistan Maho jî vê zulm û dîskirîmînerînga dewleta tirk bi tu hawî qebûl neke û li wan gilî bike, ji rojnameya Svenska Dagbladet ra gotiye, piştî ez bûm hemwelatiya Swêd, ezê navê biguherim, bikim Nûr.
Ku li hember zulmeke hewqasî mezin bersîva me ev be, dewleta tirk ewê hîn gelek tiştên din li me qedexe bike.
Divê em baş bizanibin ku di vê têkoşîna netewî da em çuqas paş da vekşin, dewleta tirk ewê hewqasî pêş da were û doza hin tawîzin din li me bike.
Bêguman ev heqaret li Kurdistan Maho tenê nehatiye krin, li me hemû kurdan hatiye kirin. Loma jî divê hemû rêxistinên kurdî yên li Swêd wek ku ev heqaret li wan jî hatiye kirn reaksiyonê nîşan bidin û hemû mafên xwe yên huqûqî bi kar bînin.
Federasyon û rêxistinên din yên kurd divê bi hev ra li vê meselê xwedî derkevin, him li Swêd û him jî li dadgeh û dezgehên navnetewî li dewleta tirk gilî bikin. Divê em abûqatan bigrin, him vê bûyerê û him jî bûyerên wek vê bibin Mahkima Ewrûpa ya Mafê Însanî.
Divê heqaretên wiha ji dewleta tirk ra nemîne û buha li ser gelek rûne. Divê em kurd li her dera dinyayê bi hawakî bêtawîz û bi rêxistinî herin ser vê siyaseta dewleta tirk ya nîjadperest û wendakirinê.
Heta dewleta tirk ”bivikê” nebîne dev ji me bernade.
Divê gotina Kurdistanê em him wek welat û him jî wek nav bi tirkan bidin qebûlkirin
[1]