Dîroka Kurdî di diyardeyek reş de, îro xwe dubare dike
Biradostê Mîtanî
Rojavayê Kurdistanê parçeyê herî biçûk e ji Kurdistana parçeyî. her tim beşek mezin ji Kurdên wê piştgir û arîkar bûn. bi #şoreşên Kurdistanê# re Ji şoreşa Agirî ta #Komara Kurdistanê# a Mehabadê û ya S.Berzanî û wilo ya rizgarîxwaz ya PKK û hemû yên din jî û ta îro jî xwediyê wê helwesta kurdpewerî ne,lê di dema nû de #Rojavayê Kurdistanê# ew dilsoziya xwe mezintir kiriye . Ew bû ronîdanika ku şewqa xebat ,hestên netewî û giyanê şoreşgerî û berxwedanî li her çar parçên Kurdistanê û derve vede û geştir bike û biwe egerek ku pênasiyek li cîhanê ,li ser doza Kurdî şîn bide û ava bibe.
Berxwedana YPJ ,YPG ,HSD, bizava hêzên din ên di warê pêkanîna parastin ewlehiyê de ,siyaseta Rêvebiriya Xweser ,avakirina kesayeta Kurdî li ser bingihên zimanê Kurdî ,dîrok ,mafê jinê û rêxistnkirina civakê bûn xwediyên tîrêjên geş û belav bûn û ta radeyeke bilind bûne egerên avakirina vînek kurdperwerî . Ji xwe bêguman avakirina li ser destên xabatkar û şoreşgeran hebû û pêş diket ,lê şoreşa Rojava tehefeke pir mezin lê da û pêş ve bir. Bila em zanibin ku ew bûyera şovînî ya Belcîkayê ji aliyê tîma hovane ya bi navê Gurên Gewr a Tirk ve xwşik têk ve çû û kurd tê de bi ser ketin . Sedemek mezin ew bû ku bayê şoreşa Rojava li Kurdên Ewrûpayê daye û Kurd ne ew ên berê ne . Weke pêşiyên me gotî: Geya di bin keviran de namîne ku faşîzma rêjîma Tirkiyê pîlanên xwe bi Lobiya xwe ya Ewrûpayê û dervê li ser me Kurdan pêk bîne û îro serkeftinên helbijartinên şaredariyan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî bayê şoreşa Rojavayê Kurdistanê tê de heye. Sedemek ji wê bandorê ew e ku serokê AKP Erdogan ê şovenîzim xwe kire dijminê vê azadiya Rojava ,lê berteka wê ew bû ku beşek din ji Kurdên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê şiyar bûn. Ji xwe em ji bîr nekin ku şoreşa Jin Jiyan Azadî ya Rojhilatê Kurdistanê ji bayê Şoreşa me ya Rojava ne bêpar e. Xala herî berçav a ku jê re analîzkirin û dahûrandin nave ,ew e şingala pîroz e ya ku niha bi piştgiriya Şoreşa Rojava jî azad dibe û bi şewqa wê jî xweseriya xwe ava kiriye.
Şewqa şoreşa Rojava û bandora wê li Kurdiyetê û wilo bandora wê bi kurdiyeta li Kurdistanê berdewam e û nîşanên wê diyar in ,ew in serkeftinên hê mezintir in ji azadiya doza Kurdî re li her çar parçên Kurdistanê nexasim em çavrê ne ji rizgarkirina dever û bajarên me yên dagirbûyî mîna: #Efrîn# ,Serêkaniyê û Girê sipî.
Bi dawî ez bêjim :Bayê azadiya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê geştir dibe û şewqa wê ronîtir dibe . Lewra ez ji beşek Kurdên ku pê jiyan nakin re bi bîr tînim : Bila xwe jê bêpar nekin ,ji ber ku ew ba jiyana birûmet e û ew roniya wê taristaniya koletiyê pûç dike û dikuje.[1]