BAKUR Û ROJHILATÎ SÛRIYÊ DI ZIHNIYETA AKP-MHP DE
Kurdiyar dirê`î
Ji nebûnê afirandina hebûnê ne hesane , bi taybet, dema ku ew hebûn ji nava pencên Guran we re bidestxistin. #Rojavayê kurdistanê# (bakur û rojhilatî sûriyê ) JI nava kirîza sûriyê, bi berxwedaniyeke mezin , hezarên şehîdan,planên herêmî û navdewletî bixweseriyeke demoqratîk bi encam bûye, û eve 11 salin li himber hemî plan û êrîşkaran li ber xwe dide , lê belê dewletên herêmî û navnetewî doza bakur û rohjihilatî sûriye weke dozeke hundirîn ya sûriyê naxwînin û bi doza kurdî ve di herçar perçeyên kurdistanê de girê didin , lewra çendîn xweseriya demoqratîk di tewrîk û meriyetê de hewildana cudakirina doza rojavayê kurdistanê ji pirsgirêk û kêşeyên dewletên herêmî cuda bike jî , lê belê (sûriye, îraq ,îran û tirkîyê )û bi taybet dewleta tirkiyê ew cuda nekiriye ûli ser vê bingehê li himber xweseriya demoqratîk tevgeriyaye, her wiha dewletên navnetewî jî di vê hesasiyetê de nêzîkî rojavyê kurdistanê bûne .
Heger em bala xwe bidin hêzên navnetewî rûsiya û him jî Emerîka weke du hêzên sereke di hevbeşkirina siyasetên li himber cîhanê , emê bibînin ku ew bi xwe jî doza rojavayê kurdistanê di çarçova tevaya #doza kurdî# de dixwînin , û ji ber têkiliyên wan bi dewletên parvekerên kurdistanê re bi hesasiyeteke mezin nîzîk dibin, anku berjewendî , ecende û hevalbendîtî dikevin meriyetê de . yekemîn dewletên herêmî ku hebûna rojavayê kurdistanê hebûn û nebûna xwe dibîne , dewleta tirkîyê ye , tirkîyê fobiya bilindbûna hestên netewî , doza kurdî , ketina çareseriya doza bakur ê kurdistanê de di rojevê de jiyan dike , çarenûsa bakurê kurdistanê bi çarenûsa rojavayê kurdistanê ve girê dide , lewra hemî imkanên xwe yên siyasî, diblomasî, taybet û leşgerî xistiye tevgerê de ku xweseriya demoqratîk li rojavayê kurdistanê (bakur û rojhilatî sûriyê ) ji holê rake. Tirkîyê istiratîjîk li pêşketin , guhertin û veguhertinên di sûriyê , bakur û rojhilatî sûriye û rojhilata navîn dinere, û dinava van geşedana de vejîna istatûyeke kurdî ne tenê di rojavayê kurdistanê de li herçar perçeyên kurdistanê de pêşbîn dike , hingê jî nirxandina êrîşên tirkiyê yên hovane li ser bakur û rojhilatê sûriyê û çiyayên azad li ser gerîla di bingehê xwe de di vê çarçoveyê de ne .
Di rewşa îro de şerê israîl û Hemasê weke şerê guhertina rojhilata navîn têye nirxandin , ji ber ku hemî guman ewin ku ev şer wê di çarçova israîl û hemasê de nemîne û wê wergere şerekî herêmî berfireh ku wê gelek dosyayan veke û ji wan dosyayan jî wê doza kurdî û çarenûsa bakur û rojhilatî sûriyê be , şêwazê çareseriya ku israîlê li himber Hemasê bi piştgiriyeke navnetewî daye meşandin, ewe meşandina şerekî bê navber û qirkirinê ye, ku di encamê de dewleteke filistînî mirî, bê rol û di jêr kontrola xwe de erê bike, tirkîyê ji bo bi destxistina heman rêbazê qirkirinê û wergirtina piştgiriya navnetewî li himber bakur û rojhilatê sûriyê, rexneyên giran li dezgehên navneteî,Nato û emrîka dike ku li himber israîlê bê dengin, ji xwe mebest ne parastina filestîniyane bi qasî ku bêje maf bidne min ku ejî kurdan qir bikim û xweseriya demoqratîk bihelwişînim û hemî tevger, danûstendin û bazarên ku AKP-MHP bi aliyên herêmî û nvdewletî ku dide meşandin , di asta bilind de bi armanca vê daxwazê ye, mîna ku dîrok xwe dûbare bike, eynî bazarên di serdema şerê cîhanê yê yekemîn ku Kemal Atatûrk bi hêzên navnetewî re li himber gelê kurd dida meşandin..îro AKP-MHP dide meşandin, fobiya ji azadiya bakur û rojhilatê sûriyê tirkiyê dajo ber bi xistina hemî îmkanên xwe di bazaran de li beramberî tunekirin û qirikirina gelê kurd û di serî de xweseriya demoqratîk di baakur û rojhilatî sûriyê de (rojavayê kurdistanê). [1]