Jevzêdebûn
Erd Agron
Bingeha vesazkirina nivîskî ya zimanekî #wêjeya devkî# ye. Di vê mijarê de Dr. Kamûran Elî Bedirxan di yekemîn hejmara HAWARê de wisa dest bi nivîsa xwe ya bi sernav ‘’Edebîyata welatî’’ dike: “Edebîyata welatî ew edebiyat e ku ji jîna welatî, ji hiş û dilê wî, ji dîrok û çirçîrokên wî, ji stran û lawjeyên wî hiltêt.’’
Min jî HAWAR xwendin. Wek gelek kesan ez jî hay ji HAWARA me hebûm. Di derbarê wê de min jî gelek tişt bihîstibûn. Rewşenbîrên me tim referans bi HAWARê dikir û fikrên xwe dianîn ziman. Her carekê ku rastî niqaşên bi vî awayî dihatim xwezîya xwendina HAWARê di dilê min de ro bi ro zêdetir dibû. Erê bi saya nîqaşên ku min dikaribû bişopanda ez êdî jê ne xerîb bûm. Lê xwezî ye… Ev xwezî jî diket li sînor, derfet û şert û zirûfên zindanê dialiqî. Yek tişt di destê min de hebû, min ê ev xwezî zindî bigirta…
Rojek hat û ez ji zindaneke mişextî zindaneke din bûm. Piştî ku di nava sê-çar rojan de bi cî bûm, min îtiraza mişextiya derhuquqî kirin û min heval naskirin min xwe li ber pirtûkxaneya mutewazî ya menzelê dîtibû. Pênc ref pirtûk hebûn. Refa binî ji pirtûkên Kurdî re hatibû veqetandin. Bi qasî pêncî-şêst pirtûk… Min gelek ji wan xwendibûn. Lê pirtûka alîyê çepê ya li serê refê digot ‘’ez va me!’’. Min ew ji nav pirtûkên bi ser hev de devisandî kişand. Bi renge hêşîn û tîpên mezin li ser ‘’HAWAR’’ dinivîsand. Piştre amblema Weşanxaneya ‘’Belkî’’yê bala min kişand… Qederek di destê min de ma û piştre min rûpel di ser hev re qelaptin. Dema ku ez lê hay bûm ku erê HAWARa me ye şanazîyeke seyr li min peyda bû. Dibe ku her kesê ku Hawar girtibe destê xwe ev şanazî rabihîstibe. Belkî ev şanazî ji Celadet Bedirxan di rûpelê HAWARê geriya be û em hemû radibihîzin. Belkî jî ji ber vê be ku HAWARa me tiştekî ji tekanetî û hijmeta xwe kêm nekiribe.
Hema min di cî de pişta xwe da pirtûkxaneyê û min HAWARa me bir û çûm ser ranzaya xwe. Min di nava çend rojan da ew xitim kir.
Siyabend û Xecê
Hema bêje di her rûpelekê de rastî referans û jêgiriyên zimanzan, wêjekar û rojnamegerên me hatim. Lê li ser sê lorîkan tu nîqaş nehatin bîra min ku pir bala min kişandin. Sê lorîkên jêvzêdebûyî ne. Her yek di hejmarekê de hatiye weşandin. Lorîkek beşek ji versîyoneke Çîroka ‘’Sîyabend û Xecê’’ ye ku dengbêj bi piranî ji devê Xecê distirîne. Ya din ‘’Lorî-Delalîya Zarovan” e ku Celadet Bedirxan ev ji bavê xwe diguhêze û dispêre sala 1906an. Ya din piştî ku ‘’Lorî-Delalîya Zarovan’’ di HAWARê de diweşe û tesîr li ser Qedrîcan dike û Qedrîcan weke nezîreyekê dinivîse û bi navê ‘’Berdilk (1)’’ tê weşandin. Ev her sê lorîk hem dibin mînakeke baş ya jevzêdebûna wêjeya devkî-nivîskî hem jî ya nivîskî-nivîskî (intertextualite).
Di van mijaran de gelek nîqaş û tespit hatine kirin. Ez bawer im hewce bi dirêjkirinê jî nîne. Dîsa jî ez dixwazim îşaret bi çend xalên esasî bikim.
Bingeha vesazkirina nivîskî ya zimanekî wêjeya devkî ye. Di vê mijarê de Dr. Kamûran Elî Bedirxan di yekemîn hejmara HAWARê de wisa dest bi nivîsa xwe ya bi sernav ‘’Edebîyata welatî’’ dike: “Edebîyata welatî ew edebiyat e ku ji jîna welatî, ji hiş û dilê wî, ji dîrok û çirçîrokên wî, ji stran û lawjeyên wî hiltêt.’’
Çîroka Sîyabend û Xecê bi hemû versiyonên xwe çîrokeke kevn e û devkî ye. Gelo beriya Celadet hatibûn tomarkirin? Nizanim lê di hin nivîsen wî de jî dîyar dibin ku ji xebat û tomarkarîya Mele Mehmûd (Bazidî) pir memnûn nîne.
Li gora vê jî jixwe HAWARa me dibe serkanîya wêjeya welatî ya sedsala 20’an. Ji ber ku li gel nîqaşên cihêreng û berhemên modern cîh didin wêjeya devkî jî û gelek stran, gotinên pêşîyan, tiştonek, kilam û destanan qeyd dikin. “Loriya mirinê” jî loriyeke ku –bi piranî- ji devê Xecê tê lorandin ku Celadet Elî Bedîrxan di sala 1928’an de ji civateke li Kobanê qeyd kiriye û di sêzdemîn hejmara HAWARê de bi pêşnivîsa bi sernav ‘’Sîyabendê Silîvî’’ weşandiye. Ji loriyê jî tê fehmkirin ku ev versiyona çîroka “Sîyabend û Xecê” bi “Loriya Mirinê” diqede. Piştî ku dengbêj dest bi lorandinê dike û diqedîne belkî jî civat êdî belav dibe. “Loriya Mirinê” bi qasî ku di HAWARê de hatiye weşandin wiha ye:
Loriya Mirinê
Sîyabendo! Sîyabendo! Deng bide
Ji jîna xwe ji jina xwe re reng bide
Nav mijê de xuya dibin hêstiran
Ma kî digot, nêçîr bikuje nêçîrvan
Binive lawo, binive lawo, binive lo!
Exlat dîsa tevlî hev bû, dû mije
Sîyabendo, Sîyabendo de bêje
Ma ez gorî min go meçe ji ba min
Belê min go, lê te nekir ji ya min
Binive lawo! binive lawo! binive lo!
Serê Sîpan di nav pûkê, pûke şên
Bager, bakor bi rê ketin dîsa tên
Gakoviyo, canemergo ji ku hat
Çawa bû ko, Sîyabendo lê bû mat
Binive lawo! binive lawo! binive lo!
Dil û kezeb çênî çênî jêkirin
Weke tîrkê parsûwa ra kirin
Stîruhên ga ji hesinîn ji fola
Min go meçe, lê Sîyabend guh neda
Binive lawo! binive lawo! binive lo!
Sîyabendo! tîrzêrîn û zîvkevan
Min go meçe ber şehar û delavan
Ger nêçîra te gerek bû hin caran
Ma ez nebûm nêçîra te hem qurban
Binive lawo, binive lawo, binive lo!
Sîyabendo, Sîyabendo te çi kir
Çito bû ko tu şemitî ji ser gir
Te ev kortal çawan bijart bo hêlin
Ma ne heyf e, hêj bihar e ev havîn
Binive lawo! binive lawo! binive lo!
Serê Sîpan stirih dirih, zinar in
Teyrok û berf nêçîrvan re neyar in
Min go neçe gakovî ye, lawecan
Ji hev bikev, bikev hilweş ey Sîpan
Binive lawo! binive lawo! binive lo!
Bikev, memîn, hilweş, bikev çiyao!
Rabe, rabe Sîyabendo zavao!
Rabe, bê yê te ez nikarim, rabe ax
Bê xweyî û sêwî mame hilbe ax
Binive lawo! binive lawo! binive lo!
Sîyabend ji bine kortalê lê vedigerîne:
Megrî, megrî, keçê megrî, delalê
Berde, mirin weke bûkekê bila bê
Kê gotîye mirin tal e, na herê
Birînên min qet naêşin, lê belê
Dilê min de tu î hergav ditirsim
Tu êşandî, stiruhên ko dipirsim
Keçê megrî, keçê megrî, delalê
Berde mirin wek bûkekê bila bê
Xecê pêş ve ajot:
Sîyabendo! Sîyabendo! Menale
Ma kê digot ev encamreş, li bal e
Ez ê çawan negrûm û hêstiran
Germ û xwînin, narêşînim pêsîran
Binive lawo! binive lawo! binive lo!
Nalîna te kûr û zîz in mîna merg
Ez ê çawa xwe ragirim, mekim deng
Nalnalên te ko gihîştin dilê min
Hêstirên min dibarin ser kulên min
Binive lawo! binive lawo! binive lo!
Binal, binal, Sîyabendo, her binal
Te ez hiştim û xwe avêt di nav çal
Te zanî bû bêxwedî me bêkes im
Ez vê kulê çawan bikim birêsim
Binive lawo! binive lawo! binive lo!
Geli Sîpan kuçên Exlat mebin bend
Rêkê bidin, min gihînin Sîyabend
Gelî Sîpan, berwarekê, bazdanek
Min re vekin, derbas bibim, herim tek
Gorin bibim Sîyabend re me bûkek.
(Xalbendî aydê HAWARê ne. Min bi tene tîpguhêzîya ‘’Q’’ û ‘’K’’ çêkiriye. Ji ber ku ewil her du tîp di cihê hev de tên bikaranîn.)
Çîroka Sîyabend û Xecê bi hemû versiyonên xwe çîrokeke kevn e û devkî ye. Gelo beriya Celadet hatibûn tomarkirin? Nizanim lê di hin nivîsen wî de jî dîyar dibin ku ji xebat û tomarkarîya Mele Mehmûd (Bazidî) pir memnûn nîne.
Bi ya min di navbera wêjeya devkî û nivîskî de jî formeke derbaseyê heye. Bi taybetî jî ji bo kilam, helbestê. “Lorî - Delalîya Zarovan” jî teqabulî vê formê dike. Ji ber ku mirov dikare texmîn bike Emîn Elî Bedirxan ewilî ev lorîk nivîsandîye, piştre bi devkî lorandiye. Yanî wêjeya devkî di nivîsê de asê namîne, dîsa meyla devkî dike.
Loriya din jî “Lorî-Delalîya Zarovan” e. Ev lorîk jî ji alî Celadet Elî Bedîrxan ve (bi nasnavê Herekol Ezîzan) dîsa bi pêşnivîseke bi sernav “Lorîya Bedir Xan” di pêncemîn hejmara HAWARê de hatiye weşandin. Celadet ev lorîk ji bavê xwe Emîn Elî Bedirxan digûhêze û dispêre 1906’an. Di pêşnivîsê de bal dikşîne serê ku ev lorîk ne li ser bapîrê wî, ji bo birayê wî yê biçûk Bedirxan hatiye lorandin. Ew radigihîne ku dê û bavê wî ji bo ku Bedirxan di xew re bikin lorandine û dema Bedirxanê biçûk dimire di şînê de xwişka wî jî ev lorandiye. Lorî wiha ye:
Lorî – Delalîya Zarovan
1
Binive xweşiya dil û du çavan,
Dadê ji te re her ru’ nigehban,
Da zû tu mezin bibî Bedir-Xan,
Binive kezeba min binive lo! lo!
2
Hişyar nebe, niho ne qenc e,
Mehdik ji te re bizane genc e,
Bê xew mehe pêşîya wê renc e
Binive kezeba min binive lo! lo!
3
Xwehalî wekî kevok û berxan,
Fekrandina te melek jî heyran,
Pak e neseba te dadê qurban,
Binive kezeba min binive lo! lo!
4
Dewra felekê li ser me kin e,
Bextê me reş e, kezeb birîn e,
Mesken ji me re niho nivîn e,
Binive kezeba min binive lo! lo!
5
Ne mal û ne saxî û ne rehet,
Talan kirine hemû ji mihnet,
Dijwar e gelek belayê xurbet,
Binive kezeba min binive lo! lo!
6
Çerxa felekê wekî nesîm e,
Ho nabe xwedê gelek rehîm e,
Roja xweşîyê dibit kerîm e,
Binive kezeba min binive lo! lo!
7
Hewqas tu mebêje ev çi hal e,
Bê sebir mebe welê menal e,
Ewn û kerema Xwedê heval e,
Binive kezeba min binive lo! lo!
Her çiqas Celadet vê bispêre 1906’an jî tesîra “Loriya Mirinê” (ya Sîyabend û Xecê) tê derdixe. Yanî berî ku Celadet Bedirxan “Lorîya Mirinê” qeyd bike diyar e ku bavê wî hay ji vê lorîyê heye û gelek caran ew godarî kiriye û di bin tesîra wî de ev lorî nivîsandiye. Ev jî weke mînaka tesîra wêjeya devkî û nivîskî mînakeke baş e. Lê bi ya min di navbera wêjeya devkî û nivîskî de jî formeke derbaseyê heye. Bi taybetî jî ji bo kilam, helbestê. “Lorî - Delalîya Zarovan” jî teqabulî vê formê dike. Ji ber ku mirov dikare texmîn bike Emîn Elî Bedirxan ewilî ev lorîk nivîsandîye, piştre bi devkî lorandiye. Yanî wêjeya devkî di nivîsê de asê namîne, dîsa meyla devkî dike.
Qedrî Can
Tabî dema ku mirov dibîne loriya dixewrekirinê dibe loriya şînê dilê meriv dişewite. Xuyaye ku Qedrîcan jî ji vê bi tesir dibe û ew jî “Berdêlk (1)” a xwe dinivîse û îthafi “Loriya Bedir-Xan” dike. Her çiqas bibêje ‘’Berdêlk (1)’’ jî Berdêlk (2) nehatiye weşandin û di tu hejmareke kovarê de jî îşaret bi sedemê nedomandinê nehatiye kirin. Berdêlk (1) di şeşemîn hejmara HAWARê de hatiye weşandin. Berdêlk (1) wiha ye:
Berdêlk (!)
-Ji loriya Bedir-Xan re-
1
Rabe mêzeke, hebek li doran
Te xwe dirêj kir, em pir li ber man
Êdin mezin î, lo lo lawecan
Rabe Bedir-Xan, dê rabe lo lo!
2
Hişyar be êdî, niho pir qenc e;
Axa Kurdistanê ji te re genc e,
Paşîya xewê, bizane renc e,
Rabe Bedir-Xan! dê rabe lo lo!
3
Gurê devbixwîn kete nav berxan,
Ma nizanî berx? Berx zarê Kurdan,
Bûne armanc rimanên roman
Rabe Bedir-Xan, dê rabe lo lo!
4
Dewra felekê, eger ko kîn e,
Razan ji me re, qet bi kêr nîn e,
Mesken ne nivîn, dar û devî ne,
Rabe Bedir-Xan, dê rabe lo lo!
5
Îro ye namus, îro ye xeyret,
Dar û poxanan, em bûne îbret,
Edin bes nîne, divê hemîyet,
Rabe Bedirxan! dê rabe lo lo!
6
Çerxa felekê, eger nesîm e,
Pêşî ko herçend, kozik kemîn e,
Çavê xwe veke, xwedê kerîm e,
Rabe Bedir-Xan, dê rabe lo lo!
7
Çiman nabêjî, gelo çi hal e,
Sebra me nema, binal bikale,
Rabe ji me re, meydan kemal e
Rabe Bedir-Xan, dê rabe lo lo!
Ji van her sê loriyan jî mirov dikare jevzêdebûna wêjeya devkî û nivîskî bişopîne. Dema ku min ev nivîs dinivîsî min dît ku du çarinan di ber xwe de li hev tînim. Ez bi wan çarinan nivîs biqedînim.
Rewşenbîren me pir in her yek bi zêran
Di hûnera xwe de xurt in, di îlm de weke şêran
Lê me rojnameyeke rojane jî nîn e li Bakur
-bi zimanê dê û bavan-
Binive Bedirxan, binive lo lo!
-Ez dizanim-
Êdî wexte dê zend û bendan badin
Mizgîna kovar û rojnaman bi desta din
Ne her yek li milekî, hemû li cihekî
Rabe Bedirxan, dê rabe lo lo!
[1]