=KTML_Bold=Hogir Berbir=KTML_End= (z. 08-10-1967, Dêrika Çiyayê Mazî, Bakurê Kurdistanê) nivîskarekî kurd e.
Hogir Berbir, li gorî nasnameya xwe di 1976an de, li gundê Pîrana (Pîrxetap) ser #Şemrex#ê ya navçeya #Mêrdîn#ê dixûyê, lê li Dêrika Çiyayê Mazî ji dayîk bûye. Dibistana seretayî kuta kir û ya navîn jî salekê xwend. Di 1ê rêbendana 1995an de ji ber ramanên xwe yên siyasî û bi daraza endamtiya PKKê hate girtin. Nêzî 10 salan di girtîgehan de ma û di 15-05-2004an de jî derkete derve. Nivîsandina bi zimanê zikmakî ji girtîgehan dest pê kir û mîna kurteçîrok, helbest, gotaran dinivîse û berhevkariyê dike. Gotar, helbest û kurteçîrokên wî di malper, kovar û rojnameyan de hatine weşandin. Çend dosya mîna çîrokên gelêrî, kurteçîrok û romanek nivîsandiye û mîna dosye hatine weşandin.
=KTML_Bold=Berhem:=KTML_End=
Ji Dengbêj Fadilê KUFRAGÎ Destan û Çîrokên Kurdî, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, (Çîrok û Destanên Gelêrî) Avrêl 2007
Xezeba Agirê Har, Weşanên TEVN, (Çîrok) Tîrmeh 2008
Dursel û Marê Reş, Weşanên AVA, (Çîrokên Gelêrî) Gelawêj 2009
Dîk û Kîso, Weşanên Şaredariya Bagleran, Gelawêj 2009, çapa duyem: (Çîrokên Gelêrî) Avrêl 2013 Weşanên Şaredariya Kayapinarê
Ker û Şêr û Rovî, Weşanên Şaredariya Bagleran, Gelawêj 2009, çapa duyem: (Çîrokên Gelêrî) Avrêl 2013 Weşanên Şaredariya Kayapinarê
Pîrê û Dîk, Weşanên Şaredariya Bagleran, Gelawêj 2009 çapa duyem: (Çîrokên Gelêrî) Avrêl 2013 Weşanên Şaredariya Kayapinarê,
Roviyê Bêdûvik, Weşanên Şaredariya Bagleran, Gelawêj 2009 çapa duyem: (Çîrokên Gelêrî) Avrêl 2013 Weşanên Şaredariya Kayapinarê,
Şêr û Gur û Mî, Weşanên Şaredariya Bagleran, Gelawêj 2009, çapa duyem: (Çîrokên Gelêrî) Avrêl 2013 Weşanên Şaredariya Kayapinarê
Zira Kerê, Weşanên Şaredariya Bagleran, Gelawêj 2009, çapa duyem: (Çîrokên Gelêrî) Avrêl 2013 Weşanên Şaredariya Kayapinarê
Dîko, Weşanên Şaredariya Bagleran, Gelawêj 2009, çapa duyem: (Çîrokên Gelêrî) Avrêl 2013 Weşanên Şaredariya Kayapinarê
Qertel û Kîso, Weşanên Şaredariya Bagleran, Gelawêj 2009,çapa duyem: (Çîrokên Gelêrî) Avrêl 2013 Weşanên Şaredariya Kayapinarê
Siya Şikestûnê Tûrcel, Weşanên Aram, (Roman) Gulan 2011
Rovî û Kûsî, Weşanên Aram, (Çîrokên Gelêrî) Gulan 2012, Çapa 2. Weşanên Şaredariya Kayapinar, Gulan 2012
Rovî û Şêr, Weşanên Aram, (Çîrokên Gelêrî) Gulan 2012, Çapa 2. Weşanên Şaredariya Kayapinar, Gulan 2012
Destanên Kurdî, Weşanên Şaredariya Kayapinarê, (Çîrok û Destanên Gelêrî )Avrêl 2013
Melekê Tawûz û Yezîda, Weşanên Sîtav,(Çîrokên Gelêrî ) Avrêl 2014
Zinda(n)ame, Weşanên J&J,(Helbest ) Avrêl 2014