Kela #Farqîn (Silîvan)#; Dergehê Qulfayê, yek ji dergehên Farqînê ye. kela Farqînê li gor Ewliya Çelebî, bi kêmayî bi qasî kela #Amed#ê kevn e. Daneyên çavkanîyên kevnar didine duyan ku, Sûrên Silîvan jî mîna yên Amedê hê di dema Xorrîyan de û ji hêla wan ve hatine lêkirin. Bermahîyên avahî û daneyên kevnar, ev têz piştrast dike. Dîsa Ibnul Ezrak ê Farqînî di pirtûka xwe a Dîroka kurdên Merwanî de destnîşan dike ku, ev sûr pir kevnar bûne lê Merwanî careka din û jinûve ew zexm û xurt kirine û hema bibêje jinûve ava kirine.
Sûrên Farqînê du qat hatine avakirin û di navbera her du sûran de rêyeke fireh hebûye. Stûrî û firehiya sûra hundir 4,5 m û ya derve jî 1,93 m ye. Sûra derve neha hindik be jî, ji aliyê deriyê Amedê ve tê dîtin. Kele çargoşe ye. Ji rojhilat ber bi rojava ve 600 m, ji bakûr ber bi başur ve jî 500 m, bi giştî 2200 m dirêjayiya kelê ye. 50 birc û kulek di kelê de hene. Dirêjiya bircan ji der ve 10,5 m û berên wan jî 7 m ne. Bilindahiya wan li seriya 25 m ne. Di navbera du bircan de dîwarek ji bo destekê heye. Mesafeya di navbera du bircan de ji 20 m zêdetir e. Neha ji xeynî çend bircan ku ew jî texrîb bûne, bircên kelê û kel bi xwe jî nemaye, lewra him dewletê ji bo avakirina qişleyên eskerî û saziyên dewletê û him jî gelê herêmê, bi taybet jî dewlemendên Farqînê ji bo avakirina xaniyan kevirên kelê jê birin û bi kar anîn. Bêyî ku li sira di wan keviran de veşarî bihizirin û bikine xem û derd ji xwe re!
Kevirên ku pê kelê avakirine, dirûvê kevirê Maltayê dide, spî û hişk in. Kevir bi hostatiyeke mezin hatine şekirin, ango birîn.
Evliya Çelebî ji bo avakirina kelê weha dibêje: Ev kele di navbera çemê Şatê û Batmanê de ye û li ser daxwaza Hz. Cercîs, ji aliyê pêgirtiyê wî Melîk Handîk ve hatiye avakirin. Li gor çavkaniyan neh dergehên kelê hebûne. Çar ji van li başûr, du li bakûr, du li rojava û yek jê jî li rojhilatê bajêr bûye. Ji van dergehan ên ku neha têne zanîn ev in: Dergehê Meyxanê, Dergehê Boşatê, Dergehê Qulfayê, Dergehê Taxa Jêrîn û Dergehê Amedê.
Li ser dîwarên kelê nivîstekên ji dema eyûbî, ertuqî û merwaniyan hene. Herî zêde di dema Hulagû de, kela Farqînê hatiye rûxandin. Di sala 532'yan de jî ji aliyê împeratorê bîzansî Justîniyenê Yekem ve hatiye restore û qewîkirin.[1]