Nivîskar: #Abdusamet Yigit#
Şêwe: Roman
Ziman: Kurdî
Dîrok: 2011
Weşanxane: Weşanên Han
Rûpel: 210
Şahmaran, pirtûka nivîskarê kurd Abdusamet Yigit e. Naveroka wê, vegotina Şahmaran e. Pirtûk, bixwe, roman e. Lê bi taybetî bi awayekî weke lêkolîneka dîrokî jî ye.
Awirek li ser re li pirtûka Şahmaran
Pirtûk, li ser Şahmaran a. Şahmaran di Çand, Dîrok û Kevneşopîya kurdan de, weke xelaka bingeh a. Pirtûk, bi teybetî, bi Zimanê Kurdî bi zaravayê wî bi Kurmancî hatiye nivîsandin. Bi teybetî, di pirtûkê de, mirov rastî, gotin û bêjeyên kurdî yên kevn û bi teybetî li herême Cizîrê tên bikarhanîn.
Ji aliyê fikrî û têgihiştinî ve pirtûk, xwediyê xeteka felsefî ya. Di romanê de, biteybetî aqil û gotinên aqil derdikevina li pêş. Di berdewama hunandina pirtûkê de, nivîskar, jîyane Şahmaran li ser temenê aqilîyê hanîya ser ziman û vanarok bi aqil hanîya ser ziman. Bi vê yekê re, mirov ji pirtûkê, çand û kevneşopîya kurdî ya demên wê yên berê jî dibîne. Nivîskar, Awirek li dîroka kurdan ya wê demê jî daya di pirtûkê de. Di awayekîê xweza, bêî ku Zanîn û awayê nivîsandinê yê roja ku heya tevlî were kirin, nivîskar awayeê vegotinê yê ku heta vê rojê bi vegotina Şahmaran re di civatên kurdan de dihata vegotin naqandîya û bi wê hanîya ser ziman. Ji ber vê yekê, mirov karê bêje ku roman, di awayê romanaka kavnar ya berê de ya. Li welatê kurdan, pêşketineka mazin ya ku ji gelek demên berê ve hebû. bi gotinekê nêzîkatîyaka fikrî li wê dema ku Şahmaran têde jîya jî hatiye kirin.
Navaroka pirtûkê, her kurdekî ku biçekî jî di derbarê dîrok û tarîxa xwe de xwediyê zanebûnê bê jê agahdar a. Lê dîroka Şahmaran, Ji destpêkê, bi wê xeta ku bi Aqil re hatiye meşîn, bi awayekî hêstîyarî dest bi vegotina vegotinê hatiye kirin û bi awayekî dil êş bidawî bûya. Nivîskar, ji destpêkê dema ku bidest hanîna Şahmaran ya ser ziman kirîya, awir daya dilê Şahmaran. Xwestîya ku biçavê jinekê binerê û bêne ser ziman.
Bi kurtasî naverok
Di romanê de, bi awayekî vegotinî yê destanî Şahmaran weha tê ser ziman. Ciwanekî bi navê cemsîd heya. Karmendeka. Kare wî heya û karê xwe dike. Li Welatê kurdan, rojekê Şah bi nexweşîyeka pirr giran dikeve. Heta wê demê gelek hekiman xwe caribandîya ku wê baş bikin û rakina ser pîyan. Lê yekî ji ji wan, ev yek pê ne hanîya. Herê ku xwe caribandîya jî, piştî ku pêk ne hanîya serê wan hatiye lêxistin. Lê rojekê hekimek tê û dibêje ku ezê keyê me rehet bikim. ew jî, xwe di caribêne. Lê pêk nayênê. Piştre ji ber ku serê xwe ji lêxistinê xilas bike, dibêje min derdê Şah fahm kirîya, heta ku ew newê wê Şah baş nebe, ew derd jî di destê Şahmaran de ya. Şahmaran jî, heta wî demê, tenê di devan de ya. Ti kesekî ku ew dîtî nîn a. Piştre ji saraya Şah, bidest lêgerina li Şahmaran li şûpa wê tê kirin. Axir zaman, piştre şop, tê û digihijê ciwanê bi navê cemsîd.
Cemsid, berê Şahmaran dîtîya û pêre maya. Ji ber vê jî, Laşê wî, weke yê Maran, bi pirpirk bûya. Ji wê yekê, êdî fikir dikin ku ew zane ku Şahmaran li kuderê ya. Leşkerên weizrê Şah Şahmûr, wî digirin û Êşkenceyeka pirr pîs lê dikin. Lê çi dikin û nakin, nikarin ku gotinekê ji devê ciwan bigirn. Piştre wezir, dike ku Lîyistikeke bi wî bike. Wî dide berdan û wî dide şopandin. Bi wê yekê, êdî wê karibin ku xwe bigihênina Şahmaran. Wezir jî dixwezê ku xwe bigihêne Şahmaran lê ne ji bo Şah baş bide başkirin. Ji bo ku wî bihîstiya ku hecîyê xwe bigihêne Şahmaran, wê bigihê, jîyaneka bêdawî. Li ser wê jî, di dawîya wê lêgerinê de Şahmaran tê dîtin û tê girtin. Piştre ew tê kuştin û tê beşkirin li dûqatan. Qatê serê wê, di qazanakê de tê kelandin û qata dûvê wê di qazana din de tê kelandin. Yê ku ji ya serê wê vexewe wê bê nemir. Lê wezir, çend ku dixwest bigihê wê nemiriyê, ji ya lingê wê ji ava wê divaxwê û dimirê. Lê ciwanê ku ew dîtibû Cemsid, ji ya serê wê divaxwe û digihê nemiriyê. PIştre ew li nav mirovan digerihê weke hekimekî ku ji derdê xalkê re şîfayê dibîne.