Mehmûd Newaf Elmisto , di 15.12.1994' an de , çavên xwe li dunyayê vedike . Dibistana seretayî li gundê xwe Donxizê Biçûk dixwîne , dibistana navîn li Gundê Kewrik Hebîb ê ku pênc kêlo metreyan dûrî gundê wî ye dixwîne , tevî zor û zehmetiyan , rewşa xizaniyê û çûn û hatina li ser piyan wî xwendina xwe bi awayekî serkeftî derbas dikir . Pişt re berê xwe dide Bajarê Kobanî û li Dibistana Senewiyê qonaxa amadehî dixwîne . Piştî bidestxistina bawernameya bekeloryayê berê xwe dide Bajarê Siwêdê yê ku li başûrê Suryayê dikeve û li wir beşa Terbiyê tomar dike , demekê dewam dike , pişt re vedigere Kobanî . Hêdî hêdî aloziya Suryayê mezin dibe , rê qut dibin û nema dikare xwendina xwe berdewam bike .
Piştî rizgarkirina Kobanî ji destê çeteyan û vekirina dibistan , peymangeh û akademiyan berê xwe dide Akademiya Ş. Viyan Amara ya biranşan û ji ber meraqdariya helbestê beşa Ziman û Wêjeya Kurdî dixwîne . Mehmûd ji ber hewesekarî, meraq û hezkirina xwe ya ji helbest û wêjeyê re dest bi nivîsandina helbest û pexşanan dike û di şahî û şevbuhêrkan de dixwîne. Ew herî zêde ji helbestên ku bi terazûya klasîk hez dike û dinivîsîne, çiku ew bi xwe jî dibêje wî gelek ji ava Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Ehmedê Xan vexwariye ku dixwaze di warî bêhir lêkolînan bike û di aliyê psporiyê xwe pêş bixîne. Ev yek ji helbestên wî:
KEVIRÊ BINAR
Guleke bêreng û bîn im
Bejna nazik ez nabînim
Imrê ciwan dişewitînim
Ji keseran dilbirîn im
Hewce tune bi buhiştê
Bi awaz û bi suriştê
Bi lavan û bi niviştê
Rojekê rûnim teniştê
Di şeva reş de ew çirax
Bê wê ne mirî me û ne sax
Li dil daye muhir û dax
Bo wê xweş e gor û binax
Bejna wê ji dara çinar
Dêmên wê ji gula hinar
Evîndar kirin lat û zinar
Ez kirim kevirê binar
Bêsûd in name û erzal
Bo wê bûme Rustemê Zal
B'i felekê re ketim nîzal
Him nêçîrvan e him xezal
Yê hez neke ne mirov e
Ji xwe dûr e ew pir hov e
Ji hesretan giyan şov e
Bo xeman zemîn û tov e
Mehmûd Misto niha karê mamostetiyê biranşa Ziman û Wêjeya Kurdî li gundewarên Kobaniyê dike û dîwaneke wî ya helbestan li ber çapê ye.[1]