پەرتوکخانە پەرتوکخانە
لێ گەڕیان

کوردیپیدیا بەرفرەهترین ژێدەرێ زانیاریێن کوردییە!


گەریانا دەست نیشانکری





لێ گەڕیانا هویر      کیبورد


لێ گەڕیان
لێ گەڕیانا هویر
پەرتوکخانە
ناونامە بو زاروکێن کورد
کرونولوژیا ڕویدانا
ژێدەر
پاش
کومکری
چالاکی
چەوا لێ بگەڕهم؟
بەلاڤوکێن کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
دارشتنا پولا
بابەت ب هەلکەفتێ
ڤڕێکرن
ڤڕێکرنا بابەتی
ڤرێکرنا وێنەی
ڕاپرسی
بوچوونێن هەوە
پەیوەندی
کوردیپیدیا پێدڤی ب چ زانیاریانە!
ستاندارد
رێسایێن بکار ئینانێ
کوالیتیا ڤی بابەتی
ئامراز
دەربارێ مە
ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
دەربارەی مە چ گوتیە؟
کوردیپیدیایێ بکە د مالپەرێ خودا
تومارکرن / ڤەمراندنا ئیمێلی
ئامارێن مێهڤانا
ئامارا بابەتا
وەرگێرێ فونتا
گهوڕینا دیرۆکان
کۆنترلکرنا ڕاست نڤیسینێ
زمان و شێوەزارێ لاپەرا
کیبورد
لینکێت پێدڤی
ئێکستێنشنا کوردیپێدیا بو گوگڵ کروم
کوکیز
زمان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هژمارا من
چوونا ژوور
دێ بمە هەڤکارێ هەوە
پەیڤا نهێنە تە ژبیر کریە!
لێ گەڕیان ڤڕێکرن ئامراز زمان هژمارا من
لێ گەڕیانا هویر
پەرتوکخانە
ناونامە بو زاروکێن کورد
کرونولوژیا ڕویدانا
ژێدەر
پاش
کومکری
چالاکی
چەوا لێ بگەڕهم؟
بەلاڤوکێن کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
دارشتنا پولا
بابەت ب هەلکەفتێ
ڤڕێکرنا بابەتی
ڤرێکرنا وێنەی
ڕاپرسی
بوچوونێن هەوە
پەیوەندی
کوردیپیدیا پێدڤی ب چ زانیاریانە!
ستاندارد
رێسایێن بکار ئینانێ
کوالیتیا ڤی بابەتی
دەربارێ مە
ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
دەربارەی مە چ گوتیە؟
کوردیپیدیایێ بکە د مالپەرێ خودا
تومارکرن / ڤەمراندنا ئیمێلی
ئامارێن مێهڤانا
ئامارا بابەتا
وەرگێرێ فونتا
گهوڕینا دیرۆکان
کۆنترلکرنا ڕاست نڤیسینێ
زمان و شێوەزارێ لاپەرا
کیبورد
لینکێت پێدڤی
ئێکستێنشنا کوردیپێدیا بو گوگڵ کروم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونا ژوور
دێ بمە هەڤکارێ هەوە
پەیڤا نهێنە تە ژبیر کریە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارێ مە
 بابەت ب هەلکەفتێ
 رێسایێن بکار ئینانێ
 ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
 بوچوونێن هەوە
 کومکری
 کرونولوژیا ڕویدانا
 چالاکی - کوردیپێدیا
 هاریکاری
بابەتێ نوی
پەڕتووکخانە
ژانێن خەریبییێ
01-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
کەسایەتی
دانا جەلال
30-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
پەڕتووکخانە
رەوشنبیرییا کوردی د ناڤبەرا شیانێن تاکی و رێکخستنا جڤاکێ دا
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
پیڤەرێن رێکخستنەڤەیا جاڤاکا هەرێما کوردستانێ
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
گەهنۆم ڤارێبوون ژ بهایان
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
بێهۆدەییا جانی
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
گۆگەمێلا، چەپا کەنیزەکێن پایتۆنان
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
کەسایەتی
عەبدوڵڵا سمایل ئەحمەد
25-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
کەسایەتی
فەیروز ئازاد
25-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
جهـ
ڕەمبوسی
24-04-2024
ڤەژەن کشتۆ
ئامار
بابەت 519,095
وێنە 106,601
پەرتوک PDF 19,279
فایلێن پەیوەندیدار 97,185
ڤیدیۆ 1,392
جهـ
تل قەسەب
کەسایەتی
سەبریا هەکاری
کەسایەتی
ئەڤریم ئالاتاش
کەسایەتی
خالد بەگێ جبری
جهـ
ڕەمبوسی
Milyaketên parêzkar ên muzîka kurdî
زانیاری یێن کوردیپێدیا ل هەمی دەم و جهێکیە و بو هەمی دەم و جهانە!
پول: کورتەباس | زمانێ بابەتی: Kurmancî - Kurdîy Serû
هەڤپشکی کرن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
هەلسەنگاندنا بابەتی
نایاب
گەلەك باشە
ناڤنجی
خراب نینە
خراب
بو ناڤ لیستا کومکریا
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!
گهوڕنکاریێن بابەتی!
Metadata
RSS
گووگلا وێنا بو بابەتێ هەلبژارتی!
گوگل دەربارەی بابەتێ هەلبژارتی!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Milyaketên parêzkar ên muzîka kurdî

Milyaketên parêzkar ên muzîka kurdî
Dawiya sala 1972an bû…
Di wan rojan de, bi qezenckirina îmtîhana zanîngeha Çarlsê, min qeyda xwe a beşa bijîşkê çêdikir. Necmettîn Buyukkaya û Omer Çetîn piştî darbeya 12ê adarê, ji ser Îraqê derbasê Sûriyê bibûn û li wir bê çare mabûn, ku bi bihîstina wê rewşê ve, min di hatina wan a Çekoslovakyayê de, bi zor û zehmet be jî, alikariya wan kiribû. Bi belgeyekê Laesse Pase ya bêbinî û sexte min wan anî Çekoslovakyayê. Lewra ji bo wan, bi awayekî qanûnî, temînkirina cihekî,malekî ne mimkûn bû. Ji xêncî parvekirina oda min a di xanîya xwendekaran de, ku ew jî bi qaçaxî, çareyeke minê din tûne bû.
Ez jî wek wan li Pragê gelekî nû bûm. Min ji kesên nas-nenas hema kê hebe, alîkarî dixwest ku heval, kekên min bi awayekî qanûnî li Çekoslovakyayê bimînin an jî qenebe destûrê bidin ku derbasî welatekî din bin.
Herweha ez hîn bûm ku, muzîsyenekî meşhûr, bi navûdeng ji başûr, ku bi navê Qadir Dîlan li Pragê dijî. Kesekî gelekî behredar , biqebîliyet û navdar bû. Awazdanîna sirûda Ey Reqîb ji aliyê wî hatibû çêkirin. Qadir Dîlan ji zû de Akademiya Musîkê ya Pragê qedandibû û di radyoya Dewleta Çekoslovakan, beşa erebî de yek ji berpirsiyarên nas û navdar bû. Dîlan di heman wextî de, li Çekoslovakyayê temsîlkariya Partiya Komunîst a Îraqê dikir. Ji bo wî bibînim, min astengî û pêşîgirtiyên ewlehiyê ya rejîma komunîst li pey xwe hîşt û xwe gîhand daîra radyoyê, me hev dît û min ji bo wan herdu hevalan alîkarî jê xwest.
Ez, xortekî bakurî, ku nû dest bi zanîngehê kiriye, ew jî him musîkjenekî navdar û him jî xwediyê ciyekî taybet û giring bû. Ji pê ve nûnerê Partiya Komunîst ya Îraqê li Çekoslovak bû.
Qadir Dîlan digel wan salên xwe ên sirgûnê, di parastina kesayeta xwe ya kurd û kurdperwer de serketî bû. Ji Tirkiyê re radestkirina Necmettîn û Omer îhtimaleke qewî bû. Min di serî de ji bo sekinandina teslîmkirinê wan alîkarî jê xwest. Wek kekekî, bi sebr, ez guhdarî kirim û got “dilrehet be, em nahêlin ew werin radestkirin”. Min spasiya xwe pêşkeş kir û ez rabûm ku derkevim. Herçiqas me teze ji hev nas dikir jî, min bi hezkirin hemêz kir û verê kir.
Çend hefte dû re, digel astengiyên ewlekariyê, dîsa min xwe gîhand cem Qadir Dîlan. Vê carê jî min ji wî, bi navê Radyoya Dewleta Çekoslovakya, bi awayekî resmî dawetkirina Beşa Kurdî ya Radyoya Rewanê xwest. Hemberî vê xwesteka min, ne mîna cara ewil bû, bê deng ma, ku di vê mijarê de daxwazker nedixuya.
Min got “Kek Qadir, rojê saetek be jî, ji bo têgiştina tesîra Radyoya Rewanê a li ser kurdên bakurî, divê tu herî wira û bibînî”. Pey re min jê re behsa ji bo weşana Radyoya Rewanê her roj êvaran bi kelecaniyeke mezin bendemayina kurdên bakurî kir. Di gundan de, mehên havînan ji bona gûhdarkirina radyoyê, li banên malan raxistina kulavan, qelandina dendikên zebeşan, çêkirina çaya semawerê… Ji bo weşaneke bêasteng û bêgirûz bi wan radyoyên rêzê ve girêdana qabloyên kem û kevnare wek anten…
Kek Qadir gelekî di bin bandora gotinên min de mabû. Dema ez gûhdar dikirim, hêsir ji çavên wî dihatin xwarê, dil zirav bû. Pişt re, Kek Qadir got, “temam çi ji destê min were ez ê bikim”. Kek Qadir di dawiyê de, li gorî şert û mercên wan rojan, di karekî ne mimkîn de miyeser bû. Dijwariya birokrasiyê û ew astengên tevdîrên ewlekariyê li pey xwe hîştibû, ku dawetname ji aliyê gerînendeyê giştî yê Radyoya Çekoslovakya hatibû îmzekirin, nisxeke dawetnamê ji Moskovayê re û nisxa din jî serokê Partiya Komunîst a Îraqê re hatibû şandin ku partî jî li ser burokrasiya Sovyetê lobiyê bike.
Çend hefte pey re, Kek Qadir bi wesita xwendevanekî kurd, ji min re xeber şandibû, ku dixwest ez herim ba wî. Ez çûm, lê helbet dîsa wek berê di wan kontrolên ewlehiyê re derbas bûbûm. Min hildan odeyeke ewlemend. Pişt re Kek Qadir kete odê, milên xwe ên dirêj vekir û min hemêz kir. Bi kelecanî got, dawetname ji aliyê Sovyetê û Erîwanê hatiye qebûl kirin. Di bin çavdêriya serokê radyoyê de, ji bo çend xebatkarên radyoya Rewanê, destûra çûyina Çekoslovakyayê derketibû.
Ew serfiraziya min a wê demê nayê terîfkirin. Min ê ew dengên di zaroktî û xortaniya xwe de, di qutiyeke mezin de guhdar dikir, xwediyên wan dengên efsûnî zindî temaşe bikira. Rojên min bi xeyalên dîtina wan ve derbas bûn.
Demek pey re, Kek Qadir dîsa ji bo min bibîne xeber şandibû. Vê carê Moskovayê tarîxên hatina xebatkarên radyoyê Rewanê dipirsî. Me bi hev re qerar da ku, ger di Newrozê de bihatana, dê ji bo xwendekarên kurd li Çekoslovakya diyariya herî baş bibûya. Ji bo hatina wan a 18 an jî 19ê adara 1973 an, dîsa ji hev re nivîsandinê dest pê kir. Digel burokrasiya komunîzma eware, me ew rojên xwe dabûn qebûl kirin. Em ê bi hatina xebatkarên radyoya Rewanê ve hînbûna, ka dema ew dawetname wergirtine çawa şaşwazî û dilxweşî bûne. Cara yekemîn bû ku derfeta derketina derveyî Yekîtiya Sovyetê dîtibûn.
Di wan salan de, di navbera Mele Mistefa Berzanî û Bexdayê de peymana 11ê adarê 1970 hatibû îmzekirin, ku gorî wê peymanê pênc sefîrî dabûn kurda. Mele Mistefayê Rehmetî xwasma xwestibû ku balyozîya Pragê bidin kurda. Rêvebiriya Baasê jî ew daxwaza wî qebûl kiribûn. Mistefa Berzanî hevalê xwe, Muhsîn Dizeyî, bi sefîrtiya Pragê wezîfedar kiribû.
Tariq Aqrawî di heman salan de serokê Yekitiya xwendkarên kurd ên Awrûpayê bû. Ji rêxistina me re, deriyên alîkariyê yên welatên rojilata Awrûpa vekirîbûn. Ez çûme balyozxanê, min xeberek da apê Muhsîn ku wê xeberê em hemû dilşad kiribûn. Apê Muhsîn apekî heqîqî bû. Apê hemû xwendekarên kurd bû. Wan salan, ji bo kurda di nav bakur, başûr, rojhilat û rojava de ferq tunebû, em hemû yek bûn, wek bira bûn. Tu car cihêtiyên îdeolojîk û dînî nediketin navbera me. Kurdên mensûbên fikr û dînên cuda, di bin sîwana kurdayetiyê de li hev bûn.
Apê Muhsîn ji bo pîrozkirina Newrozê hemû îmkanên sefaretê bi kar anî, hotela herî luks ya Pragê, Hotel Parîs, kirê kir. Berpirsiyarên organîzasyona pîrozbahiyê Tariq Aqrawî û Mirhem Yîgît bûn. Mîrhem Yîgît di wan salan de nûnerê PDKê bû, ku ew û Kek Tariq gelek nêzîkê hev bûn. Di dawiyê de, ew roja ez bi hesret û kelecenî li bendê bûm, hatibû. Ew organîzasyona wê rojê, di wê heyamê de li welatên komunîst ne mimkûn bû. Ew kesên me bi dengê wan, hêj di zaroktiya xwe de nas dikir, bi fîzîkî li hemberî me bûn. Di nav wan de, serokê beşa kurdî ya radyoya Rewanê, Xelîlê Çaçan û xanima wî bêjer Eznîva Reşîd kesayetên herî bandorker bûn. Eznîva Reşîd şexsiyeteke dilovan û dilnerm bû, ku bi dengê xwe bîst û heft sala bû hêviya kurdên bêhêvî.
Erê nîhayet Newroz, ew roja me herî zêde dilşad û serfiraz dike, hatibû. Kurd ji çar perçên Kurdistanê, wek ferdên malbatekê di Hotel Parîsê de, ku ji her kevirekî hotelê bîna hûner û kulturê dihat, hatibûn ba hev. Me ê bi hezaran kîlometre ji welêt dûr, ew cejna xwe ya ji xeynî başûr hersê perçên din qedexe ye, pîroz bikira.
Li wir başûr, bakûr, rojava, rojhilat nîn bû. Komunîst-antîkomunîst, şoreşger-parêzker, pêşverû-paşverû jî nîn bû… Bes kurdên endamên maleke mezin hebûn. Wek endamên wê malbata mezin, bi heman dilşadî û serfiraziyê me Newroza xwe pîroz dikir. Dengê Mîrhem Yîgît bi kemana Qadir Dîlan û cimbişa Muhammed Zaza ve, ku wek harmoniya kulîlka heftber bû, li Pragê ji me re diyariya Newrozê bû.
Apê Muhsîn bi kesayeta xwe a pîroz ve, wê şevê em hemû wek zarên xwe, birayên xwe hemêz kiribû. Xelîlê Çaçan û Eznîva Reşîd jî wek milyaketên ji aliyê Xwedê ve ji rojgereke din hatibin şandin, bi teskîn, dilxweşî û hezkirina xwe ve, em kurdên li dojeha sirgûnê ji êş û elemê dikişandin, derdixistin. Bi kesayetên xwe ên bedew û xwedî esalet, em metelmayî hîştibûn.
Dema Xelîlê Çaçan û Eznîva Reşîd dest bi axaftina xwe kirin, ne wan ne jî guhdêran dikaribûn hêsirên xwe bidin sekinandin. Ji rehmetî Necmettîn Buyukkaya, Omer Çetîn û komunîstê hişk lê xwediyê rihê nazenîn Qadir Dîlan bigre, hemû kesên li wir bi heman hêstan herikîbûn wê axa em kiribûn em.
Min ev Newroza bi şexsiyetên pak û abide re pîroz kir, wê di nava sê Newrozên ku di jiyana min de nayên ji bîr kirin, cihê xwe bigirta.
Piştî Newrozê, divê delegasyona kurdên Rewanê heya çûyina xwe, rojê çend saeta li radyoya dewleta Çekoslavakan bimana. Min zanîngeha xwe bîra dikir û her roj li ber derê radyoyê li benda derketina wan dimam. Peyre em, bi hev re, li wê Praga ku min jî baş nizanî bû, digeriyan. Her keliya min a bi wan re, dê di bîr û hişê min de, wek dema herî serfiraz a jiyana min cîh bigirta.
Roja dawî, min romana Erebê Şemo ya bi navê Şivanê Kurmanca, ku li Awrûpayê bi tîpên latînî hatibû weşandin lê negihîştibû ber destê wî, da mêvanên me yên ji Rewanê da ku bidin Erebê Şemo.
Di verêkirinê de, Eznîva Reşîd wek dêyeke heq û Xelîlê Çaçan jî wek bavekî, bi hêsirên çavan, min hemêz kiribûn. Adrês û nimareyên rewşenbîr û hunermendên kurda dabûne min, ku di nav wan de kesên wek Erebê Şemo, Qanatê Kurdo jî hebûn. Herçiqas demeke kurt be jî, min bi hebûna wan hizûr û aramî dîtibû. Di vê çaxa, ku ez bi keser û hesretê tengezar bûbûm, wan herdu milyaketên Xwedê bi hezkirinê min teskîn kiribûn û hilfirîbûn.
Bi vegera xwe a Rewanê ve, dîtin û serpêhatiyên xwe, apê Erebê Şemo jî tê de, ji hemû rewşenbîrên kurd re behs kiribûn. Pey re nameyek ji apê Erebê Şemo hate adrêsa pansiyonê. Name bi tîpên krîlî hatibû nivîsandin. Di tavilê ez versiyona kurdî a bi tîpên krîlî hîn bûm. Bi vî awayî heya mirina apê Erebê Şemo, me ji hev re name şandin, derdê xwe ji hev re got, hêst û hîsên xwe bi hev re parve kir.
Bi wê wesîlê ew dîwarên bilind ên di navbera min û hevalên ji Sovyetê hatibûn hirşandin. Dîsa bi wê wesîlê ez bûbûm kesekî wisa, ku car caran ji apê Qanatê Kurdo û apê Heciyê Cindî re name dinivîsî, ji wê gerstêrka dûr xeber werdigirt û ew xeberan radigihand kurdan. Min adrêsa wan bi kelecanî ji Kendal Nezan û kurdên din ên rojavayê Avrûpayê re şand. Bi vî awayî, cara yekem bû ku ew dîwarên em ji hev qetandibûn, dihatin hilweşandin.
Lêbelê min nizanîbû, ku têkilîdanîna kurdên Sovyetê û yên Avrûpayê ji bo wan rîsk e, talûkeyan tîne meydanê. Ez di welatekî komunîst de dijiyam, ku ji min re nivîsandin an jî telefûn kirin, ji wan re tu rîsk çênedikir. Pirtûkên derheq kurdan ên li Yekitiya Sovyetê de dihatin weşandin, ji min re dihatin ku derfet hebûya bi çûyina Parîsê re an jî dema Kendal dihat Pragê, min ew teslîmê Kendal dikirin. Li gor soz û qirarê me, ew pirtûkên bi alfabeya krîlî hatibûn nivîsandin, wê bi elfabeya latînî bihatan wergerandin û weşandin. Lê heta ew jî nebû.
Haya Kendal ji tekiliyên min û kurdên Sovyetê hebû, ku xwest ji wî re jî vîzê bixwazim da ku em bi hev re herin wira. Bi micadeleyeke çend mehan, min balyozê Çekoslovakya yê Yekitiya Sovyetê qanî kir ku vîzê ji wî re bistînim. Ji min re tu pirsgirêk tune bû, lê ji bo Kendal wergirtina vîzê dijwar bû, ku ew di welatekî kapîtalîst de dijiya.
Di sala 1978an de, ji bo çûyina min û Kendal a Yekitiya Sovyetê, min hemû pirsgirêkên burokratîk safî kiribûn. Hetta min sefîrê Yekitiya Sovyetê îqna kiribû, ku vîzeyê li şûna pasaporta Kendal, bi ser kaxizeke din ve ke. Kendal hate Pragê, min bona me herduya vîze wergirt. Em ê bi hev re derketina rê, lê ez di welatekî komunîst de dijiyam, diwîzê min tune bû, hetta perê min jî tune bû, ku min perê heyî jî dabû mesrefên Nîyazî hosteyê rehmetî û Çapxana Araratê ku ji aliyê min bi illegalî hatibû damezrandin û li Awrupayê çapxana kurd a yekemîn bû. Dema min dît, ku Kendal naxwaze pere bi deyn bide min, min ew trenê siyar kir û berê wî da Yekitiya Sovyetê. Ez ê bi mehan ji bo vîza xwe û ya wî biçûma bihatama, hemû tevdîra xwe li gor wê bikira, lê di dawiyê de, li gara trenê destê xwe jê re bakira, oxira xêrê jê re bixwesta. Bi wî perê xebata min a mehê havînan û mehên heyama perwerdehiyê, min di sala 1979an de careke din vîze wergirt û çûme Rewanê. Min dîsa xwe li Radyoya Rewanê, di nav milê Eznîva Reşîd, ku di dilovaniyê de dayikeke bêsînor bû û Xelîlê Çaçan de, ku herdem bi tebat û wek bavekî mîhrîvan bû, dît.
Di wê heyamê de, apê Xelîlî Çaçan bi şev û roj beyî ku ji qanûn û zagona fikare bike, arşîva radyoya Rewanê ji bona min kopî kir. Di wî karî de herkes seferber kiribû, ew qeydên muzîka kurdî ên bi profesyonelî hatibûn çêkirin û sedan saetan zêdetir bûn, di navbera çend rojan de ji min re hatibûn hazirkirin. Te digo qey xebatkarên radyoyê karekî rêzê dikin û hîç nedixwestin ez bi pirsgirêkên di pêşerojê de ji aliyê rejîmê ji wan re çêbe, bihisim. Bi wan kopîyên arşîvê, ku di wî karî de menfaetên şexsî û dîwarên tirsê ji holê hatibûn rakirin, stranên me di dîrokê de cara yekemîn bû ku digihiştin hemû kurda. Di sala 1984an de, dema ez berpirsiyarê Enstutiya Kurdî ya Bonnê bûm, ew muzîka ku wan di kopîkirinê de her tişt dabûn ber çavan, di dîroka kurda de cara yekem bi heyşt kasetên bi navê “Anatolojiya Muzîka Kurdî” hate weşandin, ku muzîka me, wê ne bi tenê danê êvarê ji radyoya Rewanê bi weşaneke cizînî û xişînî, dê her zeman û her derê bihata guhdarkirin, ku ew jî saya serê apê Xelîlê Çaçan bû.
Apê Xelîlê Çaçan û Eznîva Reşîd, însanên humanist bûn ku ez di jiyana xwe de gelek kêm rastî kesên wek wan hatime. Ew hesret û berîkirina min a malbat û welatê min, ku ji hivde salîyên min vir ve heye, bi dîtina wan ve wunda dibû, diçû.
Apê Xelîlê Çaçan û Eznîva Reşîd ew kes in, ku bi derfetên xwe ên bisînor, li diyarekî xerîb, musîka kurdî wek zerokeke xwe dîtine, bi dehan salan parastine, ji bo pêşketinê emirê xwe feda kirine û di wan rojên dijwar de ji mirinê xilas kirine ku wek kulîlka heftber kulîlk dane vekirin û vegerandine welêt.
Apê Xelîlê Çaçan û Eznîva Reşîd, ku xwediyê kurdperweriyeke esil, paqij û zelal bûn, heya vê rojê hêvî, hêz û hezkirin dane min û wek stêrkekê di dilêmin de jiyan, ku heya hebim jî dê bijîn.
Di wêneyan da: Nameya Erebê Şemo bo birêz Yekta Uzunoglu bi zimanên kurdî û rûsî; wêneyê Yekta Uzunoglu bi profêsor Hecîyê Cindî ra; nameya Têmûrê Xelîl bo birêz Yekta Uzunoglu.[1]
ئەڤ بابەت ب زمانا (Kurmancî - Kurdîy Serû) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب ڤی زمانا کو پی هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 1,554 جار هاتیە دیتن
هاشتاگ
ژێدەر
[1] ماڵپەڕ | کوردیی ناوەڕاست | riataza.com
فایلێن پەیوەندیدار: 3
بابەتێن پەیوەستکری: 20
زمانێ بابەتی: Kurmancî - Kurdîy Serû
روژا تمام کرنێ: 16-05-2018 (6 سال)
جوڕێ دۆکومێنتێ: زمانی یەکەم
جوڕێ وەشانێ: دیجیتاڵ
زمان - شێوەزار: ک. باکوور ت. لاتین
وەرگەڕکری ژ زمانێ: تورکی
وەڵات - هەرێم: چیک
کاتەگۆریا ناڤەڕۆکێ: هونەری
کاتەگۆریا ناڤەڕۆکێ: کلتوور
تایبەتمەندی یێن تەکنیکی
کوالیتیا ڤی بابەتی: 99%
99%
ئەڤ بابەتە ژ لایێ: ( سارا کامەلا ) ل: 08-08-2022 هاتیە تومارکرن
ئەڤ بابەتە ژ ئالێ: ( ئاراس حسۆ ) ل : 08-08-2022 پێداچوون ژبوو هاتییە کرن و ڕەها بوویە
ئەڤ بابەتە بو دویماهیک جار ژ لایێ: ( ئاراس حسۆ )ڤە: 08-08-2022 هاتیە ڕاست ڤەکرن
ناڤ و نیشانێن بابەتی
ئەڤ بابەتە ب ستانداردی کوردیپێدیا هێشتا نە دروستە و پێدڤی ب داڕشتنەکا بابەتی و زمانی هەیە!
ئەڤ بابەتە 1,554 جار هاتیە دیتن
فایلێن پەیوەست کری - ڤێرشن
جور ڤێرشن ناڤێ تومارکەری
فایلا وێنەیی 1.0.146 KB 08-08-2022 سارا کامەلاس.ک.
کوردیپیدیا بەرفرەهترین ژێدەرێ زانیاریێن کوردییە!
وێنە و پێناس
لالش ل ساڵا 1976
وێنە و پێناس
نەورۆزا ساڵا 1972
کورتەباس
گەنجینەکا زێڕین
پەڕتووکخانە
ژانێن خەریبییێ
کورتەباس
ئوسمان سەبری چیڤانوکا خێر و شەڕان د باهوو زێدا
وێنە و پێناس
زەلامێن کورد ل دەمێ یاریا تاولێ ل باژێڕۆکێ کۆیە، ساڵا 1963
کەسایەتی
عەبدوڵا ساڵح ئاکرەیی
کەسایەتی
عەیشان مجۆ بەرکات جۆمەر
وێنە و پێناس
مستەفا بارزانی ل دەمێ پێشکێشکرنا گۆتارەکێ ل کۆیە، ساڵا 1963
شوینوار و جهێن کەڤنار
کەلها کوردا
پەڕتووکخانە
رەوشنبیرییا کوردی د ناڤبەرا شیانێن تاکی و رێکخستنا جڤاکێ دا
شوینوار و جهێن کەڤنار
پرا دەلال
کەسایەتی
فایزا دربۆ حسێن
شوینوار و جهێن کەڤنار
شکەفتا گوندێ گوندکی ل ئاکرێ
کەسایەتی
سەرهات ناریمان خەمۆ
پەڕتووکخانە
پیڤەرێن رێکخستنەڤەیا جاڤاکا هەرێما کوردستانێ
پەڕتووکخانە
گەهنۆم ڤارێبوون ژ بهایان
کەسایەتی
فادیا فێسەڵ ڕەڤۆ حسێن
کورتەباس
مەردینی ب دلی یە نە ب مالێ یە
کەسایەتی
خەیری ئادەم
وێنە و پێناس
کۆمەڵەکا دانعەمرێن ئێزدی ل لالش، ساڵا 1976
کەسایەتی
سەبریا هەکاری
شوینوار و جهێن کەڤنار
کەلها سارتکە
کورتەباس
نەڤسیا ژنبابی
کەسایەتی
بلند محەمەد
کورتەباس
تۆسنێ رەشید دەنگکی هەلبەستڤانێ گەش ژ کوردێن سۆڤێتێ
کەسایەتی
عیسا هادی شکور فارس
کەسایەتی
عەیشان هەسن دەروێش حەمۆ
پەڕتووکخانە
بێهۆدەییا جانی

روژەڤ
جهـ
تل قەسەب
01-02-2024
ڤەژەن کشتۆ
تل قەسەب
کەسایەتی
سەبریا هەکاری
21-02-2024
زریان سەرچناری
سەبریا هەکاری
کەسایەتی
ئەڤریم ئالاتاش
14-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
ئەڤریم ئالاتاش
کەسایەتی
خالد بەگێ جبری
14-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
خالد بەگێ جبری
جهـ
ڕەمبوسی
24-04-2024
ڤەژەن کشتۆ
ڕەمبوسی
بابەتێ نوی
پەڕتووکخانە
ژانێن خەریبییێ
01-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
کەسایەتی
دانا جەلال
30-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
پەڕتووکخانە
رەوشنبیرییا کوردی د ناڤبەرا شیانێن تاکی و رێکخستنا جڤاکێ دا
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
پیڤەرێن رێکخستنەڤەیا جاڤاکا هەرێما کوردستانێ
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
گەهنۆم ڤارێبوون ژ بهایان
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
بێهۆدەییا جانی
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
گۆگەمێلا، چەپا کەنیزەکێن پایتۆنان
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
کەسایەتی
عەبدوڵڵا سمایل ئەحمەد
25-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
کەسایەتی
فەیروز ئازاد
25-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
جهـ
ڕەمبوسی
24-04-2024
ڤەژەن کشتۆ
ئامار
بابەت 519,095
وێنە 106,601
پەرتوک PDF 19,279
فایلێن پەیوەندیدار 97,185
ڤیدیۆ 1,392
کوردیپیدیا بەرفرەهترین ژێدەرێ زانیاریێن کوردییە!
وێنە و پێناس
لالش ل ساڵا 1976
وێنە و پێناس
نەورۆزا ساڵا 1972
کورتەباس
گەنجینەکا زێڕین
پەڕتووکخانە
ژانێن خەریبییێ
کورتەباس
ئوسمان سەبری چیڤانوکا خێر و شەڕان د باهوو زێدا
وێنە و پێناس
زەلامێن کورد ل دەمێ یاریا تاولێ ل باژێڕۆکێ کۆیە، ساڵا 1963
کەسایەتی
عەبدوڵا ساڵح ئاکرەیی
کەسایەتی
عەیشان مجۆ بەرکات جۆمەر
وێنە و پێناس
مستەفا بارزانی ل دەمێ پێشکێشکرنا گۆتارەکێ ل کۆیە، ساڵا 1963
شوینوار و جهێن کەڤنار
کەلها کوردا
پەڕتووکخانە
رەوشنبیرییا کوردی د ناڤبەرا شیانێن تاکی و رێکخستنا جڤاکێ دا
شوینوار و جهێن کەڤنار
پرا دەلال
کەسایەتی
فایزا دربۆ حسێن
شوینوار و جهێن کەڤنار
شکەفتا گوندێ گوندکی ل ئاکرێ
کەسایەتی
سەرهات ناریمان خەمۆ
پەڕتووکخانە
پیڤەرێن رێکخستنەڤەیا جاڤاکا هەرێما کوردستانێ
پەڕتووکخانە
گەهنۆم ڤارێبوون ژ بهایان
کەسایەتی
فادیا فێسەڵ ڕەڤۆ حسێن
کورتەباس
مەردینی ب دلی یە نە ب مالێ یە
کەسایەتی
خەیری ئادەم
وێنە و پێناس
کۆمەڵەکا دانعەمرێن ئێزدی ل لالش، ساڵا 1976
کەسایەتی
سەبریا هەکاری
شوینوار و جهێن کەڤنار
کەلها سارتکە
کورتەباس
نەڤسیا ژنبابی
کەسایەتی
بلند محەمەد
کورتەباس
تۆسنێ رەشید دەنگکی هەلبەستڤانێ گەش ژ کوردێن سۆڤێتێ
کەسایەتی
عیسا هادی شکور فارس
کەسایەتی
عەیشان هەسن دەروێش حەمۆ
پەڕتووکخانە
بێهۆدەییا جانی

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| دروستکرنا لاپەری 0.953 چرکە!