Ronahî TV fîlma “#Koçberî#” li hola Navenda Çand û Hunerê ya #Baqî Xido# pêşand. Bi sedan şêniyên kantona #Kobanê# li fîlmê temaşe kir.
Li hola Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya li Kobanê, fîlma Koçberî hat pêşandan. Gelek şênî beşdarî fîlmê bûn.
Çîroka fîlmê girêdayî şerê taybet a ku dewleta Tirk a dagirker li dijî şêniyên herêmê dimeşîne da ku koçber bibin û herêm vala bibe.
Her wiha film balê dikişîne ser xetereyên koçberiya nerewa û karesatên di encamê de bi civakan pêk tên.
Beriya pêşandana fîlmê, rojnamevan û endama Komîteya Amadekar a fîlmê Dîcle Ehmed axivî û diyar kir ku koçberiya ciwanan, yek ji xetereyên herî mezin li ser civakan e bi taybet li Rojava ku şoreşeke dîrokê lê li dar e. Her wiha teqezî pê kir ku divê civak planên dagirkeriya Tirk têk bibe û niyetên wê yên dijminane eşkere bike.
Piştî pêşandana fîlmê, endamê Rêveberiya Meclisa Yekitiya Ragihandina Azad a Herêma Cizîrê Şivan Mesê bi navê yekitiyê, nivîskarê senaryoya fîlmê rojnamevan Nîhad Karo, kameravanê filmê Ehmed Şikrî, montajê fîlmê Mihemed Mistefa, listîvanê sereke yê fîlmê Ehmed Maşîd, awazvan û hunermend strana filmê Hisên Xanî xelat kir.
Ronahî TV film berhem kiriye. Tê de bi dehan lîstivanên ciwan ji Kobanê hene. Gelek saziyan rolek di berhemkirina fîlmê de lîstiye. – ANHA [1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە ل ناڤەڕۆکا ئەڤێ تۆمارێ و خودیێ وێ ژێڕە بەرپرسیارە. کوردیپێدیا ب مەرەما ئەرشیڤکرنێ تۆمار کرییە.
ئەڤ بابەت ب زمانا (Kurmancî) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب ڤی زمانا کو پی هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 1,841 جار هاتیە دیتن
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!