Diyarname
Komeleya Çand û #Zimanê Kurdî# ya Birca Belek di serdema nû de dest bi xebatên atolyeyan kir ku gelek cure di nav de hene.
Komeleya Birca Belek li Cizîrê ye. Komeleyê niha xebatên atolyeyên ziman, çand û hunerê da dest pê kirin.
Di nav xebatê de ji aliyê hunerî de atolyeyên tembûr, govend, keman, gîtar, wêje, erbane û dengbêjî heye. Ji aliyê din ve di nav atolyeya ziman de jî asta yekem, duyem, sêyem û asta mamostetî heye.
Yên ku bixwazin beşdarî van atolyeyan bibin dikarin serîlêdana xwe bikin.[1]
Ji bo têkilî:
Taxa Dîcle, li kêleka Kela Birca Belek, Cizîr