Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê bi merasîmekê aktîvîst û akademîsyen #Nagîhan Akarsel# bi bîr anî ku di 4’ê Cotmeha borî de li Silêmaniyê yê #Başûrê Kurdistanê# şehîd bûye.
Bi dehan jin tev li merasîma bîranîna aktîvîst û akademîsyen Nagihan Akarsal bûn ku li #Zanîngeha Kobanê# hate lidarxistin. Di destpêka merasîmê de mûm li ber wêneya şehîd Nagîhan Akarsel hate pêxistin.
Piştre sinevîzyonek li ser jiyana şehîd Nagîhan û têkoşîna wê ya li dijî pergalên faşîst û hişmendiya baviksalarî hat pêşandan.
Merasîm bi berzkirina slogana “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Nagîhan Akarsel lêkoler, nivîskar û rojnamevan bû, di sala 1976’an de li gundê Xelîkan ê bajarokê Gulyazî yê bajarê Qonyayê ji dayik bûye. Ji bo rêxistinkirina jinan di bin dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” de kedeke mezin da û di 4’ê Cotmeha borî de li nêzî mala xwe ya li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê di encama êrişeke çekdarî de ji aliyê istîxbarata Tirk ve şehîd bû.[1]
ئەڤ بابەت ب زمانا (Kurmancî - Kurdîy Serû) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب ڤی زمانا کو پی هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 1,431 جار هاتیە دیتن
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!