Navê pirtûkê: Wateyên 12 Seretên Qur'ana Pîroz
Navê nivîskar: Dilazad ART
Cihê çapkirina pirtûkê: Nisebîn
Navê çapxaneyê: Zanîngeh
Sala çapê: 2011 - Tirmeh
Suretê Nas (Mirovan) - 6 Ayet e.
Bi Navê Ellah ê Rahman û Rehîm
1- Bêje, ez xwe dispêrim Rabbê mirovan,
2- Xwedîye mirovan,
3- Xwedayê mirovan,
4- Ji nebaşîyê/xerabîye şeytan ê ku bi dizîka weswesê dikê,
5- Ku weswesê dixê nav sînga/dilê mirovan,
6- Ji ê cinnî û mirovî.
Wateya Tekuzkirî: Bibêje: ‘Ji nebaşîyê şeytanê ku bi dizîka weswesê
dikê û ji weswesê ku cin û mirov dixine dilê yekî de ez xwe dispêrim
Rabb û Xwedî û Xwedayê mirovan.’[1]