$Destpêk$
#Sami Hezil#
Têgeha ku em Kurmancî jê re werger, soranî wergêran û zazakî çarnaye dibêjin beramberî peyva latînî 'translatio' û 'translatum' e ku ew jî wateya 'transfer'ê dide. Di peywenda wergerê de jî jixwe ew transfer aşkera ye. Têgeha wergerê hem dikare qada mijarê ya giştî terîf bike û hem jî dikare behsa berhemê (metna ku hatiye wergerandin) bike, û dîsa dikare qala pêvajoya wergerê jî bike, lê kurmancî ji bo pêvajoyê mirov dikare bêjeya wergerandinê bi kar bîne. Her çi wergernasî ye, ew têgeh piştî salên 1970'yan bêtir ket rojeva akademîk. Di zimanê Îngilîzî de ji bo demekê têgeha Translatology hat bikaranîn, lê li roja îro binavkirina wek 'Translation Studies' (Xebatên/Lêkolînên Wergerê) êdî cihê xwe girtiye. Têgeha Translation Studies cara ewil di sala 1972'an de ji aliyê James Holmes'ê helbestvan û wergêr ve hate pêşniyarkirin. Di xebata xwe de ya bi navê The Name and Nature of Translation Studies (Nav û Taybetiya Xebatên Wergerê) Holmes navê Translation Studies li disîplîna wergerê kir.
Dîroka wergerê ji hêla wergernasan bi referansên ji serdema Yewnana Antîk û bi taybetî jî bi serdema Romayê ve tê girêdan. Wergernas bingeha teorîk a wergerê bi nêrînên zanyarên Romayî yên wek Cicero, Horatius, St. Jerome datînin. Nêrînên Cicero û têgehên wî yên wek ut interpres wergera sadiq û ut orator wergera şîrovekirî û serbest mohra xwe li dîroka wergerê daye. Ev nîqaşa wergerê ya şêweya rasterast û şêweya serbest bingeha teoriya wergernasiyê avakir ku heta îro jî niqaş li ser dewam dike bi fikrên cuda yên têkildarî jêder-navendî û armanc-navendiyê.
Dîroknasên wergerê balê dikişînin li ser xebatên wergerê ên li rojhilat jî ku di nav wan de hewldanên li serdema Ebbasiyan girîng in. Wê heyamê wergerên berhemên zanistî û felsefî yên Yewnanî bo Erebî, bi navbeynkariya zimanê Suryanî dihate kirin ku Suryanî wekî zimanê navbeynkar dihate bikaranîn. Ereban di dîrokê de yekemîn car çalakiyeke wergerê ya rêxistî pêk anîn. El-Memun li Bexdayê Beyt-ûl Hikme (Mala Aliman) da vekirin ku peywira akademî, mekanê wergerê û pirtûkxaneyê didît ku ji zimanên wekî Yewnanî, Suryanî, Sanskrîtî, Farsî berhem dihatin wergerandin. Ev çalakî ji bo dîroka wergerê û çanda cîhanê girîng in. Lewre bi wergera wan destpêkê Ereb pêşketin û bi wergerên ji Erebî bo zimanê Ewropî jî vê carê welatên Ewropî ji hêla zanistê ve pêşde çûn. Di vî warî de divê qala dibistana Toledoyê bê kirin ku ji zimanê Erebî bo Îspanyolî gelek werger çêbûn ji hêla wergêrên Ereb û Cihû ve.
Nîqaşên li ser wergerê heya sedsala 20'an bêtir bi têgeh û fikrên ji serdema Romayiyan mayî yên wek wergera peyv bi peyv, wergera azad, dilsozî û serdestî, hevtayî û çawaniya wergerê çêdibûn. Şîrovenasê Alman Friedrich Schleiermacher berê niqaşan hinek diguherîne û li ser têkiliya nivîskar û xwînerê berhema wergerandî disekine. Zimanzanê Alman Humbolt xwedî vê nêrînê ye ku mirov jiyanê bi zimanê xwe yê dayîkê dibînin lewma ji bilî zimanê dayîkê di zimanekî din de nikarin danûstandinê bikin û bi vî awayî jî digihîje angaşta newergerandinê ye, an ku nemimkuniya wergerê. Lê vê fikrê zêde eleqeyek mezin nedît û roja îro jî di wergernasiyê de xwedî qîmeteke bilind nîne.
Di sedsala 20'an de jî werger di çarçoveya niqaşên zîmanzanî û wêjeya berawirdî de dihat nîqaşkirin. Piştî salên 1970'an qonaxa serxwebûna wergerê dest pê dike. Wergernas dikevin nav hewldanên pênasekirîna qada lêkolînê ya wergerê wek dîsîplînek serbixwe û teoriyên xweserê wergerê bi pêş ve dixin. Di lêkolînên wergernasiyê de qadên xebatê li gor pêşekiyên lêkolîneran ji peywendên zimanî, edebî û çandî bigire ta dîroka wergerê, peywendên înterdîsîplîner û medya û qada bazirganiyê berfireh dibe. Helbet lêkolîner li kêleka tercîha xwe ya qada xebatê bi awayekî xwe dispêrîn tercîheke teorîk jî. Di xebatên wergernasiyê de, teoriyên heyî yên wek Teoriya Ragihîner, Teoriya Fonksiyonel, Teoriya Skopos, Teoriya Şayesandinî /Şayeser, Teoriya Polîsîstem yên herî naskirî ne.
Teoriya Ragihîner ji aliyê profesorê Îngilîz Peter Newmark ve hatiye formulekirin û angaşta wê ya sereke bidestxistina wergereke têgîner û qebûlkirî ye, lewre ji bo vê yekê jî giraniyê dide ser peywenda metnê. Teoriya fonksiyonel ji hêla Katharina Reiss û Hans J. Vermeer ve hatiye pêşxistin û di nav demê re tevkariyên teorisyenên din jî tê de çêbûye. Wek ji nav jî kifşe dibe ew teorî pêşekiyê dide fonksiyona metn û wergerê. Teoriya Skopos (armanc) wergerê wek cureyeke çalakiyê dibîne û wek hemû cure çalakiyan wergerê bi armancekê ve têkildar dike. Teksta jêder çalakî bi xwe ye û wergêr jî wek armanc ji xwe re domandina kar dibijêre. Teoriya polîsîstem a ku bi xebatên Itamar Even-Zohar tê nasîn girîngiyê dide ser rola bandora sîstemên çandî ya di teşegirtina berhemên wergerandî de. Di lîteratura wergernasiyê li gel wan teoriyên sereke, hin têgehên girîng hene ku bi awayekî bûne mijarên hemû teoriyan. Li ser têgehên wek hevtayî/hevtayîtî (equivalence), guherîn/şemitîn (shift), bîyanîkirin û ehlîkirin, lêanîn û yên din gelek şîroveyên berfireh hene. Her wisa modelên nirxandina kalîteya wergerê jî di xebatên wergernasiyê de xwedî cihên girîng in.
Wergernasî wek qadeke zanistî ji nêzik ve bi xebatên edebî û zimanî re têkildar e. Jixwe beriya ku wek qadeke serbixwe bê nasîn, wergernasî di nav sînorê lêkolîna zimanzaniyê de cih digirt û di edebiyata berawirdî de jî wek têgeheke girîng dihat nirxandin. Ji nîveka duyem a sedsala 20'an û pê de wergernasî bi teorî û têgehên xweserê xwe zêdetir di nav lêkolînên zimanî û edebî de cih girt. Gelek xebatên berawirdî, analîzên metnên edebî û têkiliyên çandî yên bi rêya wergerê derketin holê. Lêkolînerên qada teorîk a wergerê bêtir bi teoriyan û bi model û stratejiyan mijûl dibin, û carinan jî hin analîzên wergeran li gor teorî û têgehên wergernasiyê bi awayekî berawirdkirina metnan pêk tînin. Di lêkolînên wergernasiyê de qadên xebatê li gor pêşekiyên lêkolîneran ji peywendên zimanî, edebî û çandî bigire ta dîroka wergerê, peywendên înterdîsîplîner, medya û qada bazirganiyê berfireh dibe. Helbet lêkolîner li kêleka tercîha xwe ya qada xebatê bi awayekî xwe dispêrîn tercîheke teorîk jî.
Di vê gotarê de emê bi peywendiya mijarên wergera edebî li rewşa wergera Kurdî binêrin û li şûna analîzên şênber ên têkildarî pratîkên wergerandinê, em ê bêtir bala xwe bidin li ser rewşa giştî ya wergera Kurdî. Em ê bala xwe bidin bandora wergerê ya li ser wêjeya Kurdî, helwestên xwîneran, rewşa rexneya wergerê û li ser têkiliya wergerê ya bi ziman, edebiyat û çanda Kurdî rawestin. Her wisa kurteyeke serpêhatiya wergera Kurdî hatiye pêşkêşkirin da ku perspektîfeke dîrokê bide xwîner, lê tiştekî aşkera ye ku lêkolîn û zanyariyên me di warê dîroka wergera Kurdî de hîn jî di qonaxa destpêkê de ye û dibe ku ew agahî ji bo xwîneran tetmînkar nebin.
$1. Kurteyeke Dîroka Wergera Kurdî$
Di hemû qonaxên wêjeya Kurdî de hewldanên wergerê hene û nimûneyên berhemên edebî derdikevin pêşberî me. Şopa wergerên edebî yên bi Kurdî li gor belgeyên berdest di serdema klasîk a edebiya Kurdî de xuya dike. Nimûneyên wergerên berhemên dînî û hin berhemên edebî û kulturî di sedsala 19'an de jî tên dîtin. Di serdema klasîk a wêjeya Kurdî de werger û ve-nivîsîna mesnewiyên Farsî yên şairên wek Nizamî, Mele Camî, Firdewsî û yên din ku ji hêla şairên Kurd ên wek Sewadî (Xarisê Bedlîsî), Selîmê Hîzanê, Elmas Xan, Xanay Qubadî hatine wergerandin dikare wek nimûne bên nîşandan. Dîsa Eqîdename û Mewludname'yên ku ji hêla Mela û Şairên Kurd ve hatine wergerandin mînakên wergerê yên cureyên wêjeya klasîk a Kurdî ne.
Di Sedsala 19'an de wergerên Mela Mehmûdê Bazidî mînakên girîng in di wergera Kurdî ya edebî de. Dîsa li heman serdemê wergera çîrokên Farsî ya bi navê Dûrrû'l-Mecalîs a ji hêla Mela Mûsa Hekarî ve hatine wergerandin hêjayî qalkirinê ye. Mela Mûsa hem wergêrê berhemê ye û hem jî nivîskarê çend çîrokan e ku bi xwe lê zêde kirine. Rojhilatnasên wek Martin Hartman, Albert Le Coq, A. Jaba û yên din wergera berhemên nav koleksiyonên xwe kirine. Di nav koleksiyonên Berlîn, St Petersburg û cihên din de nimûneyên wan wergeran hene. Di wan koleksiyonan de berhem bi danasîna berheman, bi nusxeyên orjînal û bi wergerên tam an jî kurtkirî cih digirin.
Di nav berhemên Kurdî de yên herî zêde hatine wergerandin Dîwana Cizîrî û Mem û Zîna Xanî ye ku bi gelek zimanên wek Tirkî/Osmanî, Rûsî, Îngilîzî Almanî, Azerîkî û Ermenkî ve wergerên wan berdest in. Di sedsala 19'an hewldanên wergerên Încîlê bo Kurdî hene ku piranî ji ber armanc û karên mîsyonerî çêbûne. Bi taybetî mîsyonerên Ermen ew tişt kirine û berê xwe dane deverên wek Wan Û Bidlîsê da ku pêla misilmanbûna Ermenan rawestînin û heta vê yekê berovajî bikin. Mihemed Mihrî û Suleymaniyelî Tewfîq helbestên şairên wek Nalî, Mistefa Begê Kurdî, Melayê Cizîrî werdigerînin Tirkî. Xelîl Xeyalî di Rojî Kurd û Hetawî Kurd de helbestên şairên Tirk ên wek Mehmet Akif Ersoy wergerandine (Serfiraz, 2014: 58-63).
Kurdên Êwra Qafqasî wergerên berhemên nivîskarên Ermen û Rûs kirine. Kesên wek Ereb Şemo, Heciyê Cindî, Casimê Celîl, Cerdoyê Gênco, Fêrikê Ûsif û Têmûrê Xelîl û yên din gelek berhemên nivîskarên wek Hovanes Tumanyan, Araratyan, Tolstoy û yên wergerandine Kurmancî. Wergera Erebê Şemo ya şanoya Alexander Araratyan a bi navê Koçeke Derewîn, Pirtûka Tolstoy Plêne Kavkazê ya ji hêla Qaçaxê Mirad, Helbestên Lord Byron ji hêla Fêrîkê Ûsiv ji wan çend mînak in. Li gel berhemên edebî, wergerên pirtûkên îdeolojîk û siyasî jî hatine kirin ku wergerên pirtûkên Stalîn yên ji aliyê Wezîrê Nadir nimûneyên wê ne (Boyik:13-25). Di kovara Gelawêj de (1939-49) ku 105 hejmar derdikeve, bi tevahî 114 çîrok tên weşandin ku 82 hebên wan werger in. Berhemên Maupassant, Moliere, Çehov, O. Wilde, Balzac, Tolstoy, Gorki û yên din hatine wergerandin. Di kovara Hawarê de jî nimûneyên wergerê derdikevin pêş me. Celadet Bedirxan, Kamiran Bedirxan, Nuredîn Zaza wergerên metnên cihê kirine.
Di sedsala 20'an de li herêmên cuda û bi dîyalektên Kurdî em rastî zêdetir nimûneyên wergerên edebî tên ku di nav wan de berhemên bi zimanê Îngilîzî, Almanî, Rûsî, Erebî û zimanên din hene. Wergerên destpêkê bi xasyetên xwe yên wergerandinê û bi helwestên wergêran ji pîvanên hemdem ên wergernasiyê dûr xuya dikin. Helbet ew wergerên navborî jî wek nirxên zimanî, edebî û çandî divê bi nêzikbûneke li gor rastiya wan a serdemî bên lêkolandin. Mirov dikare bibêje ku di Kurdiya Kurmancî de bi awayekî bêtir rêkûpêk û pisporane, rasterast ji zimanê jêder û bi danûstandinên navbera wergêran, wergerên edebî piştî salên 2000'an tên kirin. Ew daneyên ku Öpengin parve dike jî vê yekê piştrast dikin. Ji sala 1843'yan heta 1923'yan, bi tevahî 30 pirtûk, ji 1923'yan heta 1980'yan bi tenê 20 pirtûk hatine çapkirin ku hemû jî piştî sala 1965'an derketine. Ew hejmar navbera salên 2002 û 2009'an jî bi qasî 126 berhem e (Öpengin, 2011: 6).
$2. Werger, Wêje û Desthilatî$
Werger bingeheke xurt ji bo têkiliyên navbera wêjeyên netewî çêdike. Ev têkilî xwedî taybetiyeke wisa ye ku mirov nikare berhemên werger ên wêjeyê wek wêjeya biyanî bihesibîne. Her çiqas nivîskarê berhemekê biyanî be jî çalakiya afirîner a wergêr berhema wergerandî ji xasyeta wê ya biyanî bi dûr dixîne. Biyanîbûna berhemeke wêjeyê beriya wergera wê derbasdar e lê piştî ku tê wergerandin berhema navborî dibe parçeyeke wêjeya armanc. Bi vî awayî jî di tevgera wêjeya netewî ya ber bi wêjeya cîhanî de, û her wisa di tevgera berovajî de jî, werger wek faktoreke navincî ya çalak derdikeve pêş me. Mirov dikare bibêje ku werger hema di nîveka wêjeya netewî û wêjeya cîhanê de disekine û şahidiya cudatî û yekîtiya wêjeyên netewî û wêjeya cîhanê dike. Yek ji wan wêjevanan Alexander Beecroft e ku li ser têkiliya dualî ya wêjeya netewî û wêjeya cîhanê radiweste. Di xebata xwe de, ku hewl dide ekolojiya edebiyata cîhanê rave bike, îdîa dike ku em hîn jî li nav ekolojiya wêjeya netewî dijîn. Saziyên ku wêje tê de, mufredat, berhemên dîroka wêjeyê, antolojî, weşan û faktorên din di çarçoveya netewî de pêk tên. Lê ji hêla din ve jî nîşaneyên xurt hene ku hebûna wêjeyeke gerdûnî destnîşan dikin. Û li gor Beecroft hokara ku bingeha vê gerdûnbûnê ji wêjeyê re çêdike jî ji neteweyê bêtir ziman e (Beecroft: 239-241).
Li qonaxên dîrokî yên wêjeya Kurdî de qesta hebûna kolektîf a nasname/neteweperweriyê û têkiliya bi edebiyatên cîran tê raçavkirin. Eger ku em behsa têkiliyeke li ser esasê belge û nivîsên berdest bikin, werger û ve-nivîsên mesnewiyên Farsî, eqîdename, mewlûd, û berhemên din ên dînî û wergerên şîrovekirî yên çîrok û qisseyên bi zimanê Farsî û Erebî, lokalîzasyona hêmanên çandî û edebî yên bi ser zimanê Kurdî tev nimûneyên wê qestê ne. Nivîsendeyên Kurd ên di wan heyamên belgekirî de hewl dane ku temsîla naverokên fikrî û teşeyên estetîk ên dema xwe bi zimanê Kurdî bikin û wek rêbaz jî serî li werger –bê guman wergereke ne li gor pîvanên roja îro– û ve-nivîsînê dane. Lêkolînên pêşerojê yên li ser xasyetên têkiliyên dîrokî yên navbera nivîsên Kurdî (werger û telîf) û berhemên zimanên cîran dê rêya fikrên têkûz veke da ku em bi ekolojiya wêjeya Kurdî û peywendîdariya wê ya bi wêjeyên din baştir têbigihîjin.
Werger her çiqas bi xwestin û pêwîstiyên civakî û takekesî pêk were jî, di esasê xwe de rasthatineke meydanxwaziyê ye di navbera çand û zimanan de. $Encam$ên ku bi wergerê pêk tên li aliyekê, rasthatina çand û zimanan bi serê xwe pêvajoyeke bisancû ye. Gelek faktor di proseya wergerê de dibin xwedî rol û bandor. Hem faktorên navxweyî yên çand û zimanê jêder û hem jî di têkiliya du zimanan de faktorên dîrokî û çandî li ser hesabên xwe tevdigerin. Di vê kontekstê de angaşt û nîqaşên ku ji hêla xebatên Even-Zohar û teoriya wî ya bi navê teoriya polî-sîstem hatin rojevê hêjayî qalkirinê ne. Nîqaşên têkildarî vê teoriyê bêtir rexneyên li ser têgehên çanda bilind û çand nizm, her wisa edebiyata bilind û edebiyata nizm, û kanonên edebî bûn ku nêrînên edetî/kevneşopî rexne dikirin. Even-Zohar di heman demê de di nav sîstemeke edebiyatê de têkiliya muhefazakarî û nûxwaziyê derdixîne pêş û di vê têkiliyê de li ser rola wergerê radiweste, û wergerê wek hêzeke sereke yê guherînê dest nîşan dike û hêza guherîn û nûkirinê ya wergerê wek fakoreke radîkal dibîne (Bassnet, Lefevere,1990:126).
Rasthatina wêjeya Kurdî ya bi çand û zimanên cîran bê guman di nav şert û mercên siyasî yên newekhev de pêk hatiye û lewre jî xwedî paşxaneyeke hîyerarşîk e. Kurd di vê rasthatinê de wek gelên bindest xwedî tercîhên azad nebûne û gelek tişt bi zorê li wan hatine ferzkirin. Têkiliya Kurdan a bi berhemên edebî yên serdemî zêdetir wek wergirtina ji derve û lêferzkirinên bi zorê çêbû. Rastiyeke berbiçav e ku Kurd di meydanxwestina çandî û zimanî de, her wekî yên dîrokî-siyasî, aliyê lawaz bûn û di sîstema hîyerarşîk de edebiyata nizm li ber para wan ket. Ji hêla din ve jî derbarê şixulîna sîstema hundirîn fikrên me hîn tam zelal nînin, an ku em baş nizanin bê ka berteka sîstema civakî ya Kurdan li hember tiştên biyanê yên bi wergerê ketin nav sîstema çandî-zimanî çawa çêbû û encamên çawa derketin holê. Lewre reaksîyona li hember wergirtina hêmanên derveyî yên bi rêya wergerê û ve-nivîsînê, di werger û ve-nivîsînê de şiyan, helwest û hunera nivîsendeyên Kurd bi yekcarî nayê şîrovekirin. Ancax bi lêkolînên berfireh em ê di pêşerojê de bikaribin şîrove bikin bê ka di nav şert û mercên têkiliya newekhev de çawa çêbû ku Kurdan di şexsê hin berhem û kesayetan de ji serdestên xwe derbas kirin.
Îro jî rewşeke newekhev a têkildarbûna bi wêjeyên gelên cîran û her wisa bi wêjeya ziman û neteweyên rojava yên pêşketî derbasdar e ku wergera ber bi Kurdî di wan şert û mercan de diqewime. Ji aliyekê ve paşxaneya sîstema rabirdû bandorê li ser taybetmendiya giştî ya wergera Kurdî dike ku di nimûneyên heyî de şopên wê tên dîtin. Di paşerojê de çawa ku werger ber bi Kurdî dihatin kirin, aliman hewl didan ku bi rêya wergerê temsîla tiştên derveyê di Kurdî de bikin, îro jî wêjeya modern bi rêya wergerê cihê xwe di wêjeya Kurdî de çêdike/fireh dike. Werger îro jî zêdetir ber bi Kurdî ye, an ku Kurd bikir in. Dîsa jî, her çiqas bazareke feqîr û derfetên kêm ên kirînê hebin jî, sîstema civakî ya Kurdan, têgihîştina fikrî û asta bikaranîna zimên xurt e û lewma jî em dikarin hin şopên potansiyela guhertinê yên rewşa newekhev jî bibînin.
Di nimûneyên wergerên ber bi zimanê Ewropî de jî şopên helwesta kolonyal tên dîtin. Têkiliya wêjeyê û rewşa kolonyal û post-kolonyal bi gelek şêwe û deqbendan hatiye nirxandin û metnên têkûz ên rexneyî derketine holê. Lê heman lêkolînên ku bi perspektîfa wergernasiyê hatine meşandin ne di asteke tetmînkar de ne (Niranjana: 58). Li gor Niranjana têkiliya otorîter a navbera wergêrê ji çanda serdest û metna aîdî çanda lawaz li seranserê sedsala 19'an tê dîtin. Di vê têkiliyê de dubendiya navbera yê modern û paşdemayî, yê rojavayî û yê rojhilatî, yê medenî û yê hov bi awayekî aşkera hatiye xêzkirin. Niranjana her wisa du mînakên balkêş jî neql dike. Yek ji wan gotina James Mill a derbarê Hindiyan e ku dibêje 'Gelê Hindî divê dev ji taybetiyên xwe yên Hindî berdin eger ku dixwazin bibin mirovên medenî.' Û mînaka duyem jî derbarê şîroveya Edward Fitzgerald ê ku Rubaiyên Xeyyam wergerandine û dibêje ku wî bi dilê xwe li ser estetîka helbestan destkarî kiriye lewre dibêje ku Faris bi têrê ji helbestê fêm nakin ku ji wan destkariyên wî tiştekî fêm bikin (58-59).
Di wêjeya Kurdî de em rastî nimûneyên destkariyê tên ku rojhilatnasan li ser berhevkariyên zargotina Kurdan pêk anîne. Rojhilatnasên ku li ser çand û zimanê Kurdan xebitîne di dema nivîsandin û wergerandina berheman de serî li hin rêbazên hêsankirin û qaşo têkûzkirina metnan dane. Her çiqas ew rêbaz wek metodeke ekola Fînî ya dîrokî-erdnîgarî wê demê di nav lêkolîneran de berbelav be jî, helwesta oryantalîst a ku berhemên rojhilat lawaz dibîne û têkûzkirina wan li xwe ferz dike diyardeyeke binas e. Helwesta tekûzkirina metnan a li pêvajoya nivîsandin û wergerandinê di gelek xebatên rojhilatnasan ên têkildarî berhemên Kurdî tê dîtin. Mînakeke berbiçav, belkû ne bi qasî wan her du mînakên jor bê însaf be jî, xebata Roger Lescot a li ser Memê Alan e. Lescot ê ku têkildarî çand û zimanê Kurdî gelek xebat kirine, ji çend guhertoyên destanê parçeyan werdigire, epîsodan bi hev ve têkildar dike da ku metneke têkûz –têkûziyeke li gor pîvanên xwe– çêbike. Bi hewldana têkûzkirina destana Memê Alan, helwesta Lescot wek nimûneyeke pêşdaraziyê ya li hember vegotin û kompozîsyona berhemên resen ên rojhilat xuya dike.
Di vê qonaxa dîrokê de ji bo çand, ziman û wêjeya Kurdî em dikarin hem behsa paşxaneyeke statîk û hem jî potansiyelên dînamîk bikin. Çawa ku fikr û helwest diguherin, bi heman awayî xwendin, nivîsîn û xasyetên wergerandinê jî diguherin. Her wekî Niranjana dide diyarkirin, daxwaza post-kolonyal a ji nû ve wergerandinê bi daxwaza ve-nivîsîna dîrokê re têkildar e. Ve-nivîsîn bi çalakiya xwendinê re dimeşe, lewre wergera di konteksta post-kolonyal de jêgirtin hene, ne ku jibîrkirineke yekser pêk were (Niranjana: 172). Azweriya kurdan a ve-nivîsîna dîrokê roj bi roj zêdetir wan ber bi ve-xwendinê û ve-wergerandinê ve dibe. Globalîzm wek faktoreke diyarker cihê çand û edebiyatan û rola wergerê kifşe dike. Nêrîna Salvador a di vê deqbendê de mijarê rind şîrove dike: Di gel angaşt û baweriya xwe ya dabînkirina wekheviyê ya ji bo her kesê, pêvajoya gerdûnîbûnê di heman demê hemû astên cudatiyan jî dihewîne, wek nimûne cudatiyên civakî, çandî û lînguîstîk. Lewre di endamtiya civakeke pirzimanî de werger wek faktoreke danûstandinên asîmetrîk ên navbera zimanan dibe zincîreke danûstandina rojane (Salvador: 189).
Di vê çarçoveya jor de xuya dibe ku ji bo wêjeya Kurdî stargeheke ewle tune. Çawa ku Kurd hem wek takekes û hem jî bi awayên girseyî xwe di qada gerdûnî de dibînin, bi arîşeyên gerdûnî re eleqedar dibin, û kêliyên xwe yên netewbûnê timam dikin, bi heman awayî jî li hember nirxên netewên dijber têdikoşin. Lewre edebiyata Kurdan jî, ziman û çanda wan jî ji wan probleman re vekirî ye û mecbûr e ku têkoşînê bide, tekoşîna hebûn û nebûnê an jî tekoşîna pêşveçûnê. Wergera Kurdî, bi taybetî jî lêkolîn û xebatên zanistî, di vê hewldana çandî û wêjeyî de dikare bibe navgînê keşifkirina nû, ve-nirxandina dîrokekê ya bi ji nû ve serûbinkirina tekstan û şîrovekirina wateyên kevn. Wek mînak xwendin û şîroveyên nû yên li ser werger û serastkirinên ku rojhilatnasan pêk anî dibe ku wek safîkirina hesabên kevn ên bi hişmendiya kolonyal bê dîtin.
$3. Werger û Bandora Wêjeyî$
Bandora wergerê wek xaleke girîng a nîqaşên wêjeya berawirdî ketiye rojeva wêjeya cîhanê. Her wekî gotina Damrosch 'Çerxa wêjeyê li cîhanê bi saya serê wergerê digere.' Lê dîsa jî werger xwedî navdariyeke xirab e û ew jî ku bi vê klîşeya navdar traduttore traditore an ku wergêr xayîn in hatiye bilêvkirin (Damrosch: 65). Heta hin zimanzanan gaveke pêşdetir avêtine û gengaziya wergerê red kirine. Alîgirên nepêkaniya wergerê bi taybetî di sedsala 19'an û destpêka sedsala 20'an de gelek bûn, ku di nav wan kesan de yên herî naskirî zimanzanên wek Wilhem von Humboldt, Safir û Whorf bûn (Yazıcı: 72). Digel vê tawanbariya wek xayîntiyê û şikberiyên li ser pêkaniya wergerê, dîsa jî wergera wêjeyê mohra xwe li dîroka çandnasiyê ya berfireh da. Rast e, di pêvajoya wergerê de gelek astengiyên lîngûstîk, tekst-spesîfîk, astengiyên çandî digirin pêsîra wergêr. Lê wergereke serkeftî dikare bibe hokarê veguherîna berfireh a berhema resen, bibe navgîna danûstandina çandî û ji bo berhemekê rûpeleke nû veke her ku ji welatê xwe derdikeve û berê xwe dide cîhanê (Damrosch: 66). Dîroka şaristaniyê gelek tiştan deyndarê wergerê û wergêr e. Wergêr yek ji aktorên herî girîng û kêrhatî yên têkiliya navber-çandî ne. Çanda cîhanê gelek tiştan deyndarê wergerê ye û mirov nikare bêyî wergerê li ser şaristaniyê bifikire (Babler: 193).
Werger bingeheke danûstandinê di nav civakê de çêdike. Her wekî Venuti dest nîşan dike werger, çi rasterast çi jî bi awayekî nerasterast, çalakiyeke ragihanê ava dikin. Li dora metna ku hatiye wergerandin eleqeyek çêdibe û kesên ku dibin wergirên vê metna wergerandî bi awayên cihê vê metnê bi kar tînin. Carinan eleqeya xwîneran bi weşandina wergerê re bi awayekî jixweber çêdibe, lê carinan jî têkildarî kargîniyên wergerê yên wek akademîk, dînî, çandî, siyasî û ticarî jî eleqeyeke nav saziyekê jî çêdibe ji bo berhema wergerandî. Venuti di heman demê de diyar dike ku civakên ku bi rêya wergerê çêdibin civakên ji hêla ziman, nasname û pozîsyona civakî ve homojen nînin. Tişta ku civakeke wergerê bi hev ve girê dide bi tenê xasyeta berhema jêder nîne, belkû ji wê bêtir nirx û temsîlên nû ne ku wergêr daxilî nav berhema wergerandî dike. Li gor awayê bikaranînê werger dikare sînorên hîyerarşîk ên navbera wergiran rabike û bibe bingeha kombûnên enetelektuelî û heta dikare helwesteke hevpar a edebî û çandî biafirîne (Venuti, 2013: 20-21).
Di wêjeya nûjen a Kurdî de wergera metnên edebî yên wêjeyên cîhanê li bakur, bi taybetî piştî salên 2000'an, wek çalakiyeke edebî zêdetir tûşî eleqeya civaka xwîneran bû. Li salên 1980 û 90'an nimûneyên wergeran wek destpêşxeriyên şexsî, bi azweriyên romantîk û bi helwesteke ceribîner û bi hêsankirin û kurtkirinên li ser metnan derdikevin pêş me. Li wan salan ji ber kêmaniya derfetên danasîn û belavkirinê berhemên werger zêde nehatin zanîn û negihîştin komên xwîneran da ku bi xwe re eleqeyeke girseyî çêbikin. Lê her wekî Vanderauvera wek şert datîne holê, divê berhem xwe bigihîne hawirdora wêjeyî û bersivekê ji xwîner wergire, û xwîner bi rêyên cuda bertekan nîşanî berhema wergerandî bidin (Vanderauwera: 198).
Di salên 2000'an de komên xwîneran li dor wergêr û berhemên wergerandî ava bûn. Di vê proseyê de handan û destegên weşanxaneyan jî sûdewer bûn. Wergêrên ku klasîkên navdar wergerandin Kurmancî rastî eleqeyên xwîneran hatin û para xwe ya populeriteyê ya wek wergêr ji navdariya wan berheman û navdariya nivîskarên wan wergirtin. Heta di hin mînakan de eleqeya li dor wergêran û şopînerên xebatên wan sermestiyeke wisa çêkir ku qaydeya bingehîn hat jibîrkirin, ew qaydeya ku Jorge Iglesias wek wergêr ji berhema ku werdigerîne girîngtir nîne destnîşan dike. Dînamîzma ku li dor berhemên werger û wergêrên populer çêbû, ku mirov serxweşiya wergêran a demdemî û helwesta xwînerên pêgir ên perestîşî dayne aliyekê, ji bo wêjeya Kurdî bi awayekî erênî kartêker bû û bi berhemên wêjeyên netewên din sînordar nema û ber bi keşifkirina berhemên kurdên ji parçeyên din jî berbelav bû.
Bandora wergerê bi giştî li ser poetîkayê jî tê tê dîtin, lewre werger bi hemû xasyetên poetîkaya wêjeyekê ve têkildar dibe. Werger piştî ku proseya wergerandinê timam dibe û digihîje xwîneran û rastî eleqeya civaka edebî tê, hîngê daxilî nav rojeva poetîk jî dibe. Li gor ravekirina Lefevere poetîka ji du hêmanan pêk tê: yek ji wan navgînên edebî ne, yên wek cure, motîf, karakter û rewşên prototîpîk, û sembol; ya din jî konsepta têkildarî vê pirsê ye bê ka rola wêjeyê çi ye /an jî divê çi be di nav sîstemeke civakî de. Lewre dema di wêjeyekê de kodên poetîk tên sazkirin du hêman dibin xwedî girîngî. Yek ji wan, her wekî li jor hat diyarkirin, amrazên edebî ye û ya din jî nêrîna kargînî ye ku di sîstemeke edebî de hilberîna edebî diyar dike (Lefevere, 1992: 26). Her wisa di avabûna hêmanên fonksîyonel ên poetîkayekê de Lefevere kartêkeriya îdeolojiyê û bandora hêzên îdeolojîk jî wek faktorên diyarker destnîşan dike (27).
Vêca di vê çarçoveyê de lêhûrbûna li ser pozîsyona wergerê ya di poetîkaya Kurdî de girîng dibe bes wek mijar û problematîk ew babet ji sînorê wê gotarê wêdetir e. Di vir de em ancax dikarin rêçên dahûrînê amaje bikin ku pêwîstî bi lêkolînên berfireh dibînin. Yek ji wan pirsan ew e ku mirov bipirse bê ka têkiliya hevbandor a wergerê û navgînên edebî di rastiya wêjeya Kurdî de çawa pêk tê. Cureyên nû, şêwazên nû, ceribandinên nû yên vegotinên cihê ku bi rêya wergerê daxilî nav wêjeya Kurdî dibin bertekên çawa werdigirin? Ev pirs jî lêkolîneke serbixwe heq dike bê guman. Û her wisa bandora wergerê ya li ser diyarbûna rola wêjeyê ya di nav civaka Kurd de jî bi xebat û daneyên qadê dikare zelaltir bibe. Wek angaşteke girêdar mirov dikare bibêje ku têkiliya wergerê û poetîkaya Kurdî hêjayî lêkolînên berfireh e û tê de şik nîne ku dê encamên balkêş û kêrhatî ji bo nîqaşên edebî derxînin holê.
$4. Rexneya Wergerê$
Helwesta rexneyî ya ber bi deqên wergerê di sedsala borî de û bi taybetî jî piştî salên 1970'yan tûşî guherînên girîng bû. Di wan guherînan de bandora nîqaşên têkildarî têgeha vegera çandî girîng bû ku ji hêla Susan Bassnett û Andre Lefevere hatin pêşkêşkirin. Wan her duyan berê lêkolîn û xebatên wergernasiyê ji qalibên şid ên zimannasiyê zivirandin ber bi hêla kontekst, çand û dîrokê û girîngî dan kargîniya civakî ya proseya wergerandinê. Wergera ku di sînorê zimanzaniyê de û bêtir jî wek pratîkeke formel dihat nirxandin, bi bandora nêrînên jêder-çandî û fonksîyonel êdî bi peywendiyên berfirehtir tê lêkolînkirin. Di qada xebatên wergernasiyê de bi amajayên cihêreng ên dîsîplîner têkiliya wergerê û biwarên din tên nîqaşkirin. Bassnett û Lefevere her wisa bal kişandin ser pêvajoya wergerê ku tê de faktorên girîng hene da ku ji bo nirxandina wergeran li ber çav bên girtin. Wek nimûne, vebijartina wergêr a berhemeke edebî, rola edîtor û weşanger a di pêvajoya wergerandinê de, biryara li ser bikaranîna stratejî û taktîkên wergerê û pêşbînî û biryarên derbarê helwesta xwîner ji wan faktoran in ku di dahûrîna berhemên werger de xwedî girîngî ne (Bassnett, Lefevere, 1990: 123).
Rexneya wergerê mijareke berfireh e û nirxandina wê ya bi fokûsên ji hev cuda rêya nêrînên cihêreng vedike. Ria Vanderauwera di gotareke xwe de ji hêla bendewariyên xwîner/rexnegir ve nêzikî mijara rexneyê dibe. Li gor wê rexneyên derbarê wergerên wêjeyî piranî têkildarî hêsanî/dijwariya xwendina deqa wergerandî ne. Xwîner û rexnegir berî her tiştî lê dinêrin bê ka werger bi awayekî hêsan û têgîner tên xwendin an jî na. Gelek caran xwîner û her wisa rexnegir jî derbarê guherînên zimanî û derbarê qalibên ku li zimanê armanc nayên pir hesas in û li hember tiştên nestandart û edetî bertekan nîşan didin (Vanderauwera: 202).
Mirov dikare bibêje ku îro di rojeva wêjeya Kurdî de xebatên wergerê balê dikişîne ser xwe. Gelek kesayetên ku wergerê dikin di heman demê de nivîskar in û bi navûdengiya wan eleqeyek ji bo berhemên ku ew werdigerînin jî çêdibe. Sedemeke din ji ew e ku metnên werger jixwe berhemên navdar in û daxwaza xwendina wan a bi zimanê kurdî kelecanekê çêdike. Sedemek jî helwesta welatparêzî ye ku vê hestiyariyê Yildirimçakar bi tespîteke cîgirtî rave dike. Li gor wî rewşa wergera Kurdî dişibe vê yekê ku çawa Kurd hewl didin li mala xwe kurdî biaxifin ji bo ku kurdî ji holê ranebe, bi heman awayî jî di hewlekê de ne ku berheman wergerînin kurdî ji bo ku zimanê Kurdî bijî, xurt be û bigihêje nifşên nû û zimanên pirîneyî wekî tirkî nekeve dewsê. Bi vî awayî jî armanca wergerê ya sereke ya wergerandina berhemekê ku em nikarin di zimanekî din de bixwînin diguhere û roleke parastina zimên, îtîrazek li hember zimanên din hildigire ser xwe (Yıldırımçakar: 81-82).
Digel vê eleqeya xwîneran, nêrîn û rexneyên derbarê wergeran ji paşxaneyên teorîk bêpar in û pişta xwe nadin lêkolînên berfireh. Fikr û angaşt zêde caran xav dimînin û bi xebatên pratîkî nayên çespandin. Fikarek ew e ku tê gotin wergera nebaş dikare zirarê bide zimanê resen û kodên biyanî li ser zimên ferz bike an jî bide bicihkirin. Bingeha vê helwestê ji pêdiviya bi parastina çandî û zimanî tê û tiştekî maqûl jî xuya dike, lê pirî caran wek hestiyariyeke bi radeya bilind de xwe dide nîşan. Her çiqas berhem bandorê li ser zimanê bikarîneran bike jî, divê bê zanîn ku nivîs û axaftin zirarê nade sîstema bingehîn a zimên. Her wiha zirara wergereke nebaş û bi kêmasî ya çîrok an jî helbestekê ancax bi qasî zirara çîrok an helbesteke nebaş a bi Kurdî nivîsandî dibe. Di qada wêjeyê de cudakirina ji hev a berhem/zimanê baş û nebaş çawa karekî hêsan nebe bi heman awayî diyarkirina wergera edebî ya baş û nebaş ne hêsan e.
Xwînerên wergeran bi bendewariyên metneke resen berhemên werger dixwînin û ji ber vê yekê jî rexneya wek 'tahma wergerê jê tê' gelek tê îfadekirin. Ew îfade her çiqas ji bo gelek berheman rastiyeke heyî jî nişan bide, bi tena serê xwe nabe qusûrek ji bo wergerekê. Ji ber ku ji bo gelek wergeran em dikarin bibêjin ku eger tahma wergerê ji wergerekê neyê hîngê şikberiyên naverokî û şêwazî yên mafdar tên hişê mirov. Wergêr xwedî mafê tercîhkirinê ye ku biryara wergereke biyanîhiştî an jî kedîkirî bide. Ev mesele wek nîqaşeke teorîk di dîroka wergerê her tim di rojevê de bûye û pir tişt li ser hatine gotin. Alîgirên jêder-navend û armanc navend ji bo helwesta xwe ya têkildarî wergerê gelek fikr û têgehên girîng pêşkêş kirine. Her wergera Kurdî ancax li gor taybetiya tekstê, pêşekiyên fonksiyonel û tercîhên wergêr di çarçoveyeke teorîk de bê nirxandin, hîngê mirov dê bikare behsa rexneyeke saxlem bike.
$5. Etîk, Teqlîd û Afirînerî di Wergera Kurdî de$
Etîk, teqlîd û afirînerî wek têgehên girîng di dîroka wergerê de bi berfirehî hatine nîqaşkirin. Etîk di wergerê de berî her tiştî bi babetên wek têkiliya wergêr û metna ku werdigerîne, dilsoziya wergêr a bi nivîskar û metna resen, venêrîn û nirxandina karê ku wergêr dike, rola edîtoriyê ya ji bo misogerkirina transfera naverokeke tam û rast, cudatiya wergera ji zimanê resen û ji zimanekî navbeynkar û rewabûna wê û bi mijarên din ên manendî wan mijûl dibe. Teqlîd û afirînerî jî bêtir bi şêwaza wergêr û bi tercîhên wergêr ên derbarê bikaranîna hin stratejiyan û bi şiyan û hunera wergêr re têkildar in.
Di mijara dilsoziyê de wergera ji zimanê resen û ji zimanê sêyem di rojeva wergera Kurdî de car caran tê nîqaşkirin ji ber ku hejmara wergerên ji zimanên alîkar zêde dixuye. Wergera ji zimanê sêyem bi xwe re nîqaşên têkilhev derdixîne holê. Her wekî tê zanîn werger wek çalakî di navbera du zimanan de, zimanê jêder û zimanê armanc, pêk tê û têkiliyeke rasterê ye. Dîsa jî her çiqas navbera du zimanan û bi awayekî rasterê be jî werger bi awayekî mekanîk raguhestin û ve-bicihkirina peyv û hevokan nîne û di pêvajoya wergerê de gelek arîşe derdikevin holê. Vêca dema ku zimanê sêyem jî dikeve nav pêvajoya wergerandinê pirsgirêkên heyî du car zêde dibin û derfetên berawirdkirina zimanê jêder û zimanê armanc namîne. Berhem bi referansên zimanê sêyem, bi kod û hêmanên çandî yên zimanê sêyem tê raguhestin û bi gelek awayan êdî bi kêrî nirxandin û rexneya wergerî bi kêr nayê. Di gel wan hêlên neyînî, dîsa jî di hin şert û mercan de wergera ji zimanê sêyem dibe pêwîstî û kareke rewa. Hin berhem hene ku bi zimanên dêrîn ên ku bi tenê li ser metnan dijîn hatine nivîsîn, an jî di hin şert û mercên siyasî de xwe-gihandina bi metnên resen pêkan nabe an jî wergêrên pispor ên hin zimanan peyde nabin. Di wan şert û mercên awarte de rewabûna wergera ji zimanê sêyem derdikeve holê.
Di wergera Kurdî de toleransa xwîner û rexnegiran a têkildarî teqlîd û afirîneriyê û bi heman awayî jî serbestiya wergerê ne zêde ye. Metnên wêjeyê bêyî çarçoveyên xwe yên çandî û zimanekî nikarin bên sêwirandin. Lê rastiyek heye ku di nav demê re helwest û têgihîştina ber bi metnê tûşî guherînan tê. Li gor Göktürk xasyetên çandî û zimanî yên metneke edebî taybetiyên qonaxeke dîrokî nîşan didin û bi derbasbûna demê û bi guherînên çandî re xwînerên wan metnan jî êdî bi şêweyên cuda nêzikî wan metnan dibin. Di vir de jî peywîreke din ji wergêr re çêdibe, an ku divê wergêr wek xwînerê çanda jêder metnê bixwîne, haya wê bi guherînên têgihîştinê çêbe û bi wê re jî di nav çarçoveya çand û zimanê xwe de têgihîştineke nû ava bike (Göktürk: 45).
Wergêr û weşangerên Kurd ji ber sedemên cihê, bi taybetî jî ji ber mafên telîfê û şert û mercên bazarê wergerên berhemên bê telîf dikin. Ew berhem jî piranî metnên kevn in û ji ber vê çendê jî ji ziman bigire ta trend û helwestên edebî bi gelek awayan li rewşa edebî ya îro nayên. Helbet berhemên klasîk xwedî qîmetên mayinde ne û temayên wan ên edebî bi giştî binas in ji xwînerên çar aliyên cîhanê re. Dîsa jî ziman, tercîhên edebî, guherînên nisbî yên cureyan, guherînên têkildarî xasyetên vegotinê û hunerên edebî wek xwe namînin. Di vê niqteyê de afirînerî û teqlîda edebî di rojanekirina berheman de girîngtir dibe. Lewre wergêr hem paşxaneya edebî û dîrokî ya metnê li ber çav digire û hem jî hewl dide ku metnê bi xasyetên hemdem rojane bike da ku çêja wê ya edebî li gor pîvanên heyî yên çanda xwendinê bê.
Wergêrên Kurd ên ku dixwazin berhemên giranbuha yên wêjeya cîhanê wergerînin Kurdî, bi niyeta xwe ya saf û îdealîzma ku hêjayî pesndayînê, rastî arîşeyên giran ên wergerê tên ku hem şiyanên wan dide zorê û hem jî dibe ezmûneke dijawar a dilsoziyê. Di wergerê de pêkanîna hevtayiya metna jêder û metna armanc dijwar e û di gelek mînakan de şemitînên kategorîk çêdibin. Hin metn xwedî arîşeyên xweserê xwe ne ku wek arîşeyên tekst-spesîfîk tên binavkirin. Ji bilî vê, arîşeyên çandî û zimanî yên cur bi cur jî suprîzên nexweş ji wergêran re çêdikin. Di vê babetê de tê dîtin ku wergêrên Kurd wek rêbazeke binas serî li arkaîzmê didin, an ku ji bo ku bikarin hevtayê peyv an gotina jêder di ya armanc de peyde bikin peyvên kevn, qedîm û ferhengî bi kar tînin. Carinan metaforên mirî û hin caran jî bêjeyên devokî ku yekser wateya daxwazkirî nadin jî tên tercîhkirin.
Di wergerên Kurdî de teqlîda şêwazgerî ya ku bi helwesteke armanc-navend pêk tê di gelek nimûneyan de tê dîtin. Yek ji sedemên herî girîng ê vê yekê nivîskariya wergêr e. Piraniya wergêrên Kurd di heman demê de berhemên edebî jî dinivîsin. Teqlîd bi giştî bi du awayan tê raçavkirin. Wergêrên nivîskar şêwaza xwe ya nivîsînê dikin bingeha wergera xwe û bi helwesteke armanc-navend û bi stratejiya kedîkirina metnê wergerê dikin. Carinan jî şêwaza metna jêder bandorê li ser nivîsên wan dike ku ew bandor rasterast nabe mijara wergerê bi xwe lê dibe ku di nirxandina têkiliya wergerê û nivîskariyê de li ber çav bê girtin.
Encam
Wêjeya Kurdî bi rêya wergerê, rastî berhem û hêmanên çandî-zimanî yên cuda tê û di encama vê rasthatinê de bivê nevê bandor û hevbandoreke piralî jî pêk tê. Di rabirdû de wergera ku zêdetir ji zimanên gelên cîran dihat kirin îro bi wergera ji ziman û çandên dûrî Kurdan hîn berfirehtir bûye. Werger wek qasidek, wek peyamnêrek di navbera zimanê Kurdî û zimanên din diçe û tê lê piranî peyamên ji zimanên din ber bi civaka Kurdan tîne ji ber rastiya wergera berpê Kurdî. Her çiqas werger rasterê be jî, an ku ji zimanê jêder dest pê bike û ber bi zimanê armanc biçe jî, an ku tişta ku pêk tê wek transfereke yek alî xuya bike jî, derfetên danûstandina çandî û zimanî ya bi rêya wergerê gelek in. Transfer ji zimanê jêder bo zimanê armanc pêk tê lê tişta ku tê transferkirin û di proseya wergerê de tûşî guherînan dibe û bi hin awayan dîsa li xwedanê xwe vedigere.
Wergera Kurdî faktoreke girîng e di girêdana wêjeya Kurdî ya bi wêjeya cîhanê de. Derfetên ku werger bi xwe re derdixîne holê, nîqaşên ku di nav komên entelektuel ên civakê de bi rêya wergerê çêdibin, bandora wergerê ya guherîner û helwesta parastinî ya endamên civakê tev wek diyardeyên dînamîk ji bo wêjeya Kurdî dikarin îmkanên nû çêbikin. Eger ku werger ji bandorên yekalî xilas bibe, di bin hîyerarşiyeke tund a çandî û zimanî de pêk neyê û wergêr bi awayekî bêtir pisporane wergeran bikin û xwîner jî bi helwestên objektîf û rexneyî eleqeya xwe sergihayî bikin, vê çaxê gelek fikarên li derûdora çalakiya wergerê dê bê wate bimînin.
Di xebatên wergera Kurdî ya edebî de berî her tiştî pêwîstî bi lêkolînên berfireh ên derbarê dîroka wergera Kurdî hene. Bi lêkolînên bi vî rengî re jî divê bê armanckirin ku bîblîyografyayek têkûz derbikeve holê. Bi rêya tomarkirina nusxeyên wergeran ên ku di arşîv û koleksiyonên berbelav de cih digirin bingeheke xurt dê ji bo wergera Kurdî çêbe. Her wisa da ku zincîra dîrokî ya zanyariyên wergera Kurdî bê timamkirin, divê rexneyên teorîk li ser berhemên werger ên roja îro pêk werin û lêkolînên ku werger-wergêr-xwîner armanc dikin bên meşandin. Her wiha xebatên li ser berawirdkirina stratejî û teknîkên wergerê, derfetên perwerdehiya wergêran û zelalkirina çarçoveya teorîk a nirxandina kalîteya wergeran jî mijarên girîng in ku pêdivî bi lêkolînê dibînin.
Ji nirxandinên vê nivîsarê de hat dîtin ku werger di wêjeya Kurdî de hem bi problematîkên giştî yên cîhanî re rû bi rû ye û hem jî ji ber taybetiyên xwe yên çandî û dîrokî xwedî rojevên xweserê xwe ye. Wergera Kurdî wek sîstemek dikare bibe faktoreke çalak ji bo rapirsînên fikrî yên tevahiya sîstemên çanda Kurdî. Bi lêkolînên berfireh, tespîtên cihgirtî û avakirina angaştên xurt ên teorîk –û heta yên teorî-wêdetir– firsetek heye li pêş Kurdî/Kurdan da ku wergerê bikin hokareke xurtkirina edebiyata xwe.
$Çavkanî$
Babler, O. F. (1970), Poe's Raven and the Translation of Poetry, Li nav The Nature of The Translation- Essays on the Theory and Practice of Literary Translation, De Gruyter, The Hague & Paris.
Bassnett, S., Lefevere, A. (1998), The Translation Turn in Cultural Studies, li nav Constucting Cultures- Essays On Literary Translation, Bassnett, S., Lefevere, A., Multilingual Matters, Clevedon.
Beecroft, A.,(2015), An Ecology of World Literature, From Antiquity To The Present Day, Verso, London & New York.
Boyik, E., (2019), Çanda Kurdên Sovêtê, Weşanên Peywend, Stembol.
Casanova, P., (2009 ), Dünya Edebiyat Cumhuriyeti, Varlık Yayınları, İstanbul.
Damrosch, D., (2008), How to Read World Literature, Wiley-Blackwell, West Sussex.
Göktürk, A., (2004), Çeviri Dillerin Dili, Yapı Kredi Yayınları, İstanbul.
Lefevere, A., (1992), Translation, Rewriting, And the Manipulation of Literary Fame, Routledge, London & New York.
Niranjana, T., (1992), Siting Translation, History, Post-Structuralism, and the Colonial Context, University of California Press, Berkeley.
Öpengin, E. (2011), Bizava wergerê di kurmanciyê de [Translation movement in Kurmanji Kurdish], In Proceedings of 1st International Conference on Kurdish Literature, xxx. Sanadaj: University of Kurdistan Press.
Salvador, D. Sales, (2004), Translational passages: Indian fiction in English as transcreation, Li nav Less Translated Languages, Ed.: Albert Branchadell, L.M. West, John Benjamins Publishing, Amsterdam/Philadelphia.
Serfiraz, M. (2014), Di Çapemeniya Kurdî ya Dewra Osmanî de Wergera Wêjeyî, Wêje û Rexne, hejmar 2, 2014.
Vanderauwera, Ria (2014), The Response to Translated Literature, li nav The Manipulation of the Literature, Routledge,
Venuti, L. (2013), Translation Changes Everything, Routledge, London & New York.
Yazıcı, M., (2005), Çeviribilim Temel Kavram ve Kuramları, Multilingual, İstanbul.
Yıldırımçakar, Z., (2016), Werger Wek Kirineke Çandî, Teza Lisansa Bilind a Neçapkirî, Zanîngeha Mardin Artuklu.
[1]