$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Nûman Timoq
Nav Paşnav: Ûgûr Acet
Cihê jidayikbûnê: Stenbol
Navê Dayik - Bav: Sevgî - Îsmaîl
Cih û demê şehadetê: Garzan 2022-10-20
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Nûman weke endamek ê malbatek a endamê eşîreta Timoqê, li Stenbolê ji dayik bûye. Hevrêyê me Nûman ji ber ku derdor û malbata wî welatparêz bû û ji xizmên wan ên nêz tevlîbûn û şehadet hebûn, hîna di temenê xwe yê zarokatiyê de partiya me PKK nas kiriye. Tevî ku ji welatê me Kurdistanê dûr mezin bûye, ti carî cewhera xwe ya Kurdîtiyê ji bîr nekiriye, rû û dilê wî timî li ser Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bûye ku ji bo azadiya welat û gelê me têdikoşe. Hîna di temenê xwe yên biçûk de lêpirsîn kiriye ku weke li Kurdekê li metropolên Tirkiyeyê ji dayik bûye û mezin bûye, neçar maye ku li wir bijî û zext û komkujiyên dijmin ên li dijî gelê me. Hevrêyê me Nûman bi bersivên ku bi van lêpirsînan xwe gihandiyê, bûye sedem ku rastiya dijmin hîn baştir fêm bike û nêzî partiya me PKK’ê bibe ku li dijî vê dijminê qirker li çiyayên Kurdistanê ji bo azadiya gelê me têdikoşe. Hevrêyê me weke ciwanek bi rûmet li dijî êrîşên dijmin ên li ser gelê me, ketina nava lêgerîna têkoşînê û destpêkê di nava xebatên ciwanan de cih girtiye. Hevrêyê Nûman demekê di nava van xebatan de, cih girt û bûye sedem ku ciwanên Kurd ên mîna wî ji Kurdistanê dûr jiyane, bi zane bibin û tevlî refên têkoşînê bibin. Hevrêyê me Nûman ket wê zanebûnê ku divê li dijî êrîşên topyekûn ên dijmin ji sala 2015’an ve daye destpêkirin, têkoşînek hîn radîkaltir bimeşîne. Dizanî ku ev yek tenê bi tevlîbûna nava refên gerîla pêkan e û berê xwe daye çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bûye.
Hevrêyê me Nûman dema tevlî gerîla bû cara destpêkê ji hêmanên hevrêtiyê û bedewiyên xwezayî yên jiyana çiya bandor bû û bilez fêr bûye. Hevrêyê me ji ber ber zelalbûna di armanca xwe de û hêrsa xwe ya li dijî dijmin, di perwerdeyên ku dîtiye de bi serkeftî bûye. Di demek kurt de di şexsiyeta xwe de guhertinên girîng çêkirin û bi îdeolojiya Apoyî re bûye yek. Bi perwerdeyên ku dîtiye, dijminahiya dîrokî ya dewleta Tirk a qirker a li dijî gelê me û polîtîkayên şerê taybet a ku bi armanca şerê taybet pêş xistî, derxistiye zanebûnê. Hevrêyê me Nûman Ji bo derbaskirina bandorên dijmin ên li ser şexsiyeta wî ava kirî û meşa xwe ya azadiyê bi gavên hîn xurtir bavêje, bê navber lêhêrbûn kiriye û di şexsiyeta xwe de guhertinên girîng ava kirin û bersiva herî mezin daye dijmin. Hevrêyê me bi perwerdeyên ku dîtiye ji dîroka Kurdistanê heta dîroka Partiya me û îdeolojiya azadiya jinê, di gelek mijaran de xwe pêş xist û ev perwerdeyên xwe kiriye bingehê esas ê hemû jiyana xwe. Hevrêyê me Nûman ji bo ji êrîşên dijmin ên li ser gerîla re û bendewariyên azadiyê ya ku gelê me ji gerîla dike, ket wê zanebûnê ku xwe di aliyê leşkerî de pêş bixe. Bi taybetî ji bo di taktîkên gerîla yên demê nû de kûr bibe, hewldanek mezin daye. Hevrêyê me Nûman di branşê sekvaniyê de perwerde dîtiye û bi serkeftinên xwe yên di perwerdeyê de, kariye teqdîra hemû hevrêyên xwe qezenc bike. Lewma demek dirêj hevrêyên xwe perwerde kiriye û bûye sedem ku bi dehan hevrêyên wî jî bibin sekvan. Hevrêyê me ji bo pêşxistina branşê sekvaniyê ku yek ji taktîkên girîng ên şerê gerîla ya demê nûye û bandora wê li Herêma Parastinê yên Medyayê dewam dike, xwedî kedek girîng e. Ev keda wî îro li çeperên berxwedanê encam digire. Hevrêyê me Nûman bi perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî, kariye bibe gerîlayek serwext û her tim pêşniyar kiriye ku biçe qada şer da ku tiştên fêrbûne bixe pratîkê. Bi taybetî di sala 2018’an de şehadeta xaleta wî hevrê Fîdan-Mizgîn Alphan, hevrêyê Nûman bandor kiriye. Hevrêyê me ji bo tola hemû şehîdên me ji dewleta Tirk a qirker û mêtinger bistîne, hîn zêdetir ket nava lêhêrbûnan û qada ku herî zêde bikare derbe li dijmin bide, weke Bakurê Kurdistanê dîtiye. Ji bo vê yekê çûye qada Garzanê û têkoşîna xwe li xaka sereke ya ku têkoşîna wê ci carî nedît lê di dilê xwe de hîs dikir, meşand. Hevrêyê me Nûman tevî hemû şert û mercên zehmet, bi ked û fedakariyek mezin têkoşiya û kariye heskirin û rêzdariya hevrêyên xwe qezenc bike. Hevrêyê me li qada Garzanê tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû û ji bo ji daxwazên gelê me yê azadiyê re bibe bersiv ketiye nava lêgerînan. Ti carî xwe têrker nedîtiye û ji bo tevlîbûna xeta fedayitiyê bê navber ketiye nava lêhêrbûn û hewldanan. Hevrêyê me Nûman roja 20’ê Cotmeha 2022’an li qada Çatak a Wanê li dijî êrîşên dijmin heta nefesa xwe ya dawîn bi awayek fedayî şer kir û her tim wê di nava têkoşîna me de bijî û pêşengiyê ji me hevrêyên xwe re bike.[1]