$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Hasan Damar
Nasnav: Sîpan Çirav
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Taybet-Abdulcelîl
Dem û cihê şehadetê: 22-03-2018/ Qendîl
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrê Sîpan jî ji ber şewitandinên gundan ên di salên 1990’î de koçî metrepolên Tirkiyeyê kiriye û di nav malbateke welatparêz a Botanê de ji dayik bûye. Ligel ku ew ji Kurdistanê dûr mezin bûye jî ji çanda Botanê qut nebûye û polîtîkayên dijmin ên asîmîlasyonê pûç kiriye. Hevrê Sîpan ji bo li dijî polîtîkayên qirêj ên li ser gelê me bibe bersiv tevlî nav refên gerîlayan bûye. Ji dema ku tevlî nav refên gerîlayan bûye wî heyecaneke xurt xwe adapteyî jiyana çiyayan kiriye. Hevrê Sîpan coşa jiyana li çiyayan û gerîlatiyê bi enerjiya ciwanan kiriye yek û di her xebatê de serkeftin ji xwe re kiriye esas.[1]
ئەڤ بابەت ب زمانا (Kurmancî) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا
بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب ڤی زمانا کو پی هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 474 جار هاتیە دیتن
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!