$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Mûrat Işik
Nasnav: Çiyager Lice
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Vesîfe-Hatîp
Dem û cihê şehadetê: 22-03-2018 / Qendîl
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Çiyager li Licêya Amedê ji dayik bûye ya ku di dîroka me ya partiyê de xwedî cihekî girîng e û bi sedan şehîdên xwe bûye qiblegaha welatparêziyê. Hevrê Çiyager ji ber nasnameya welatparêziyê ya malbata xwe Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas kiriye û piştî ku di nav xebatên ciwanan de bi çalakî têkoşiyaye ji aliyê dewleta Tirk a mêtinger hatiye girtin. Hevrê Çiyager bi qasî 11 salan li zindanên dewleta Tirk maye û ligel hemû zext û êşkenceyan jî çanda berxwedana li zindanê ya ku ji Mazlûm, Kemal û Hayrî wergirtiye, bi biryardariyeke mezin domandiye. Polîtîkayên şerê taybet û rehabîlîtasyonê ya dijmin bandor li ser hevrê Çiyager nekiriye û hevrêyê me dema ji zindanê derketiye berê xwe daye çiyayên Kurdistanê. Hevrê Çiyager diyar kiriye ku danheviya wî ya îdeolojîk û teorîk a salan piştî ku hatiye çiyayên Kurdistanê xurttir bûye. Hevrê Çiyager zanîna xwe ya teorîk kariye li çiyayên Kurdistanê bike pratîk û bûye yek ji parêzvanê xurt ê felsefeya Apoyî.
[1]
ئەڤ بابەت ب زمانا (Kurmancî - Kurdîy Serû) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا
بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب ڤی زمانا کو پی هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 348 جار هاتیە دیتن