Rizgar Elegez
Şa’ir û nivîskar, di Tebaxa sala 1984'an da li gundê Bazirganê yê bi ser navçeya Giyadînê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya fermî li ser perwerde û sosyolojiyê heta masterê temam kir. Çend salan mamostetî kir û paşê îstifa kir. Wekî pêşnivîskarî di sala 2011'an di kovara W û Çirûskê da bi navê Hêvî Ronî, kurteçîrok, û derbarê kesên wekî Saint Simon û A. Gramsci da û der barê Dibistana Frankfurtê da nivîsî. Heta niha di gellek kovarên Kurdî da şi’irên wî û çend kurteçîrokên wî hatine weşandin. Berhema wî ya bi navê Havîna Li Serfêza Behrê di sala 2018an da di beşa şi’irê da Xelata Edebiyatê ya Ehmedê Xanî wergirt. Edîtoriya çend kitêbên Kurdî kir. Di kovarên edebî de wergerên wî ji Amy Lowell, Sara Teasdale, Robert Frost çap û belav bûn. Berhemên wî yên çapbûyî: Hibra Sor, helbest, Lîs, 2015. Havîna Li Serfêza Behrê, helbest, Dara, 2018. Xunçeyên Heyamê, helbest, Avesta, 2020. Werger: Hawar, Ehlam Mensûr, vegotin, Avesta, 2022.[1]