=KTML_Bold=Roboskî nê jibîrkirin=KTML_End=
Mehmet Emin Demir Drucken
Di dîroka mirovahiyê de hin bûyerên ku qewimîne û ewqas bi êş û jan in ku tu carî nayên jibîrkirin. Ew bûyerana jî ne di dîroka wî qewmî tenê de belkî di dîroka mirovahiyê de cih digrin. Ji va bûyerên bi êş û jan yek jî Roboskiye ku bi serê gelê Kurd ê reben de hatiye.
Dîrok 28.12.2011 bû, Kurdên ku sed salî zêdetir bû felaket bi serê wan de dibariyan ew dîroka jî ji bo wan bû dîroka felaketeke mezin. Wê rojê dîsa felekê kumê xwe li serê wan xwar kiribû û rîh dibû bost dijmin nedibû dost. Wê rojê balafirên şer yên dûgelê 34 welatiyên Kurd yên ku debara xwe bi mişextvaniyê dikirin, qetilkirin. Di ser bûyerê re 5 sal derbasbû, lêbelê saziyên rayedar hîn berpirsiyarên bûyerê dernexistin holê. Hîn ne diyare ku kê û ji ber çi welatiyên kurd kuştine. Lewra li gor wezîrê karê hundir yê wê demê ku lazime berpirsiyarên bûyerê derxîne holê diyar e. Wezîrê karê hundir yê berê erka xwe ya ku lazime tawanbarê bûyerê derxîne holê jibîrdike û dibêje ku; „Ew mişextvanbûn, ji xwe ku ew nehatana kuştin wê bihatana darizandin. Ji xeletiyê rast dernakeve. Ew di dema ku kaçaxçitî dikirin de hatin kuştin. Yên ku hatin kuştin fîguranê bûyerê ne. Bûyere ke ku meriv lêborînê bixwaze nehatiye jiyandin.“
Tu dibêjî qey 34 mêş hatibûn kuştin. Tu dibêjî qey xêzefîlm dihate lîhîstin û ew welatiyên Kurd jî lazime li gor rola xwe ya di xêzefîlmê de li wê derê bihatana kuştin. Ji xwe rola xwe lîhîstine û qediya. Ango dibêje ku, „ji ber ku mişextvanî dikirin kuştin heq kiribûn û hatin kuştin.“
Ez ji we dipirsim hevalên hêja; li welatekî din wezîrekî ku dûgela wî 34 welatiyên xwe kuştine dikare daxuyaniyên wek yê Şahîn ne însanî, bêînsaf û hovane bide. Ma ev zilama ji xwedê natirse, ma nizane mirovahî çiye, na min xelet got ji xwe ku zanibûya mirovahi çiye daxuyaniyên wisa ne didan. Li dûgelên din di bûyerên wek wisa ku tê jiyîn de wezîr îstifa dikin û dest ji kar berdidin. Lêbelê li Tirkiyê ne wisaye. Yên ku hatin kuştin ku Tirk bûna belkî îstifa bikirana. Lêbelê ew ne tirk bûn, Kurd bûn. Ji xwe hêzên kûr yên di nav dûgelê de hînî kuştina Kurda bûbûn. Xwîna Kurda erzan bû. Her Kurd dikuştin û hesab nedidan kesî. Ji xwe Kurd wek xulamên xwe pejirandibûn. Ji xwe xulamên wan bûn û ku kengê bixwestana dikaribûn xulamên xwe bikuştana û dikuştin. Her Kurd dihatin kuştin û her kiryar ne diyar bû. Li Qoçgiriyê, li Agiriyê, li Zîlanê, li Dêrsîmê û li Ozalpa Wanê jî 33 welatiyên Kurd qetilkiribûn. Ji 100 salî zêdetir bû ku Kurd dihatin qetilkirin.
Dibêjin ku Kurd çi dixwazin; Ez bêjim kurd tiştekî naxwazin tenê ‘edaletê dixwazin.’Edaleta Xwedê te’ala dixwazin, ango ‘edaleta rast. Kurd, mafên ku Xwedê te’ala daye wan, lêbelê yên ku Tirk û ‘Ereb û ‘Eceman ji wan standiye dixwazin. Kurd dixwazin ku fêm bikin ka kî, çira û ji bo çi wana dikuje û zimanê ku Xwedê te’ala daye wan qedexe dike.
Gelên Roboskiyê jî ev 5 salin bi şopa ‘edaletê ketine. Bi şopa kujerên zorokên xwe ketine. Lêbelê malbatên şehîdên Roboskiyê ne ‘edalet û ne jî kujerên zarokên xwe dîtin. Ew ne ziyanî û ne jî tiştekî din naxwazin, ew tenê dixwazin ku, ka kê zarokên wan kuştine û ji bo çi kuştine. Gelên Roboskiyê dibêjin ku; „Ji bo qeymeqamê ku hate lêxistin 30-40 kes hatin binçavkirin û 10 – 15 kes hatin girtin. Qey 34 zarokên me yên ku hatin kuştin bi qasî lêxistineke qeymeqam ne hêja bûn. Dûgel ji bo serşikandinekê ewqas kesî digire, lêbelê ji bo 34 zorêkên me yên ku hatine kuştin tu kesek hîn nehatiye darizandin. Ma ev ‘edalet e. Dibêjin ku, „tu hêviya me ji hukûmatê (xwermend) nemaye, me nameya xwe ji Xwedê te’ala re nivîsiye. Em ‘edaletê ji Wî dixwazin.“
Komîsyona Qilebanê ya Civaka Neteweî ya Mezin ya Tirkiyê rapora xwe ya di derbarê bûyerê de diyar kir, Lêbelê di dawiya lêkolîna komîsyonê de jî encam pûç û betal bû. Malbat dibêjin ku; „em dev jê bernadin. Em çend cara çûn ‘Enqerê lêbelê Serokkomar û Serokwezîr ji bo hevdîtinê jîvan(randewû) nedan me. Em zarokên xwe ji bîr nakin, em Roboskiyê ji bîr nakin û nayê jibîrkirin.“
Em jî dibêjin Roboskî wê her dem wek ‘ewrekî reş li ser xwermenda Akp’e bisekine. Eger ku xwermend dixwaze xwe derxîne paqijiyê, divê berpirsiyarên bûyerê derxîne holê û ew berpirsiyar bêne cezakirin. Lazime Roboskî wek qirqirinê berê, wek qirkirina Basayê, wek qetilkirina Ceylan ONKOL, wek qetilkirina Ûxur KAYMAZ wê veşartî nemîne. Divê tavilê tawanbar werin dîtin û darizandin. Daxwaza Roboskiyan û ya gelê kurd hemiyan ev e.
Ji bo zelalbûna vê bûyerê helwesta Serokkomar Erdoxan jî gelekî girîng e. Serokkomarê ku wê demê Serokwezîr bû digot ku; „Em destûrê nadin ku ev mesela dinav kûrahiyên ‘Enqerê de winda bibe.“ Lêbelê ji hêleka din de dibêje ku „vê bûyerê neyînin rojevê û ji bîr bikin, ji yên ku hatine kuştin re bi israr nebêjin neferma(sivîl), di encamê de terorîst jî neferma ne.“
Em jî dibêjin ku gelo hin gûman di hişê serokkomar de hene di derbarê yên ku hatine kuştin de. Serokwezîr dibêje ku eger hewce bike emê ji wan lêborînê bixwazin. Tiştê ku em fêm nakin ji bo ku serokwezîr ji malbata lêborînê bixwaze çi hewce dike. Hewce ye ku 34 kesên din jî bimrin. Anjî li hêviya ku hin kes jê re bêjin ew ne terorîst in, neferma(sivîl) ne. Ez dibêjim ew ne terorîst in û ne jî alîgirên rêxistinê ne. Gelê Roboskiyê ji 100’î 80-90’ê wî cerdevanin û nêzî 30 salin ku li dijî rêxistinê şer dikin. Malbat bi xwe jî dibêjin, „em hemwelatiyên Tirkiyê ne û wek her hemwelatî em jî ‘edaletê dixwazin. Zarokên me ji bo ku 50 lîreyî qezenç bikin diçûn mişextvaniyê. Ew 50 lîre jî ji bo debara me bû. Ji bo ku em jiyana xwe bidomînin û zarokên xwe bi xwedî bikin mişextvanî ji bo me meseleyeke hebûn û nebûnê bû. Wekî din tu kare kî ku bikin tunebû. Bazirganî tunebû, çandinî tunebû, bêşegeh(fabrika) tunebûn, ji ber ku zozan qedexebûn nikaribûn heywanvanî jî bikirana. Yan wê ji birçîbûna re bimirana, yan jî wê mişextvanî bikirana. Zarokên me mişextvanî ji bo ku bijîn dikirin, ne ji bo ku bimirin. Em dixwazin ku kujerên zarokên me werin dîtin û darizandin. Belkî wê çaxê agirê kezeba me ya ku dişewite wê piçkî bitemire.“
Malbat dibêjin ku; „Edalet, ‘Edalet û dîsa ‘Edalet“.
Em jî dibêjin ku ji bo Roboskiyê ‘edalet û Roboskî nê jibîrkirin û nayê jibîrkirin.
M.Emîn Demîr
Serokê Komeleya #Ehmedê Xanî# [1]