Nav:Mem
Nasnav: Mem Ararat
Navê Bav: Ararat
Sala jidayîkbûnê: 1981
Cihê jidayîkbûnê: Qoser,Mêrdîn
$Jîname:$
(jdb. sala 1981 li gundê Girkê Şêxê, Qoser, parêzgeha Mêrdînê) hundermendekî kurd e.
Mem Ararat di van salên dawî de encamek baş bidestxistiye, bi dengê xwe û bi stranê xwe. Xwedî staylek taybet e de di muzîka kurdî de. Dema ku Mem Ararat heft salî bû, malbata wî ji ber rewşa aborî ji Mêrdînê koçî bajarên rojavayê Tirkîyê dibin. Di sala 1991 ê de vedigere gundê xwe lê vê carê jî ji ber rewşa sîyasi tevli malbata xwe ji gund koç dikin.
Ji ber şertên aborî û jiyana koçberiyê,tenê dibistana seretayî xwendî ye.Di gelek karên cihêreng de dixebite.
Ji zaroktiya xwe ve, bi muzîkê re eleqedar bûye lê ji ber derfet pêk nehatibû wî dereng dest bi muzîkê kir. Di destpêka 2013 an de dest pê kir ku li ser platformên cuda xuya bike. Di dawiyê de, bi motîvasyona hevalên xwe, wî albuma xwe ya yekem bi navê 'Quling Ewr Û Baran' di dawiya sala 2013an de derxist.
$Dîskografî$
$Albûm$
Quling Ewr û Baran (2014)
Kurdîka (2016)
Xewna Bajarekî (2018)
Niştiman (2019)
Pesna Evînê (2020)
Single
Pîvok (2019)
$Klîb$
Payîz(2016)
Zozan (2018)
Xatirxwestin (2019)
Çîçekê (2019)
Ji Evareke Amedê (2019)
Evîna Du Çîya (2019)
Dilo Ez Bimrim (2018)
[1]