Navê pirtûkê: Ceribînek Li Ser HEVOKSAZIYA KURMANCÎ
Navê nivîskar: SERWET ORNEK
Sala çapê: 2022
Navê çapxaneyê: J&J
Cihê çapkirina pirtûkê: Enqere
PÊŞGOTIN
Ji ber ku ev xebat di mijara hevok û hevosaziya Kurmancî de xebatek nû ye û li ser vê mijarê di paşeroja dîroka Kurmancî de berhemên kûr û berfireh nehatine nivîsîn, bi taybetî di serenava berhemê de peyva cêrîbînê hat bikaranîn. Ji Celadet Bedirxan bi- gire heta îro, di berhemên li ser rêzimana Kurmancî hatine nivîsîn de di cureyên peyvan de û her wiha di gelek mijarên rêzimanî de konsensusek çêbûye. Lê dema mijar hatiye hevok û hevoksaziyê an berhem qediyaye an jî li ser vê mijarê çend hevok hatine gotin û mijar qut bûye. Di berhemên ku li ser rêzimana Kurmancî hatine nivîsîn de, bi nêrîneke berfirehtir û bi awayekî giştî li ser gramera Kurmancî hatiye rawestandin; lê di vê xebatê de, di ronahiya rêzi- mana Kurmancî de, bî nêrîneke monografik li ser komepeyv, he- vok û hevoksaziya Kurmancî hatiye rawestandin. Ango ev berhem, berhemeke rêzimanî ya berfireh nîn e; ji ber ku bi tenê di mijara hevok û hevoksaziyê de bi kûrahî li ser hatiye rawestandin, ev ber- hem bûye berhemeke monografik.[1]
خواندن و دانلۆدکرنا پەرتووکا: Ceribînek Li Ser HEVOKSAZIYA KURMANCÎ
200 جارا هاتیە دابەزاندن
داخوازێ ژ نڤێسەر ، وەرگێر و دەزگەهێن بەلاڤکرنێ دکەین ئەگەر بو هەوە باش نینە پەرتوکا هەوە ل ڤێرێ بیت ، دخوازین مە ئاگەهدار بکەن.
ئەڤ بابەت ب زمانا (Kurmancî - Kurdîy Serû) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا
بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب ڤی زمانا کو پی هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 1,047 جار هاتیە دیتن
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!