پەرتوکخانە پەرتوکخانە
لێ گەڕیان

کوردیپیدیا بەرفرەهترین ژێدەرێ زانیاریێن کوردییە!


گەریانا دەست نیشانکری





لێ گەڕیانا هویر      کیبورد


لێ گەڕیان
لێ گەڕیانا هویر
پەرتوکخانە
ناونامە بو زاروکێن کورد
کرونولوژیا ڕویدانا
ژێدەر
پاش
کومکری
چالاکی
چەوا لێ بگەڕهم؟
بەلاڤوکێن کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
دارشتنا پولا
بابەت ب هەلکەفتێ
ڤڕێکرن
ڤڕێکرنا بابەتی
ڤرێکرنا وێنەی
ڕاپرسی
بوچوونێن هەوە
پەیوەندی
کوردیپیدیا پێدڤی ب چ زانیاریانە!
ستاندارد
رێسایێن بکار ئینانێ
کوالیتیا ڤی بابەتی
ئامراز
دەربارێ مە
ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
دەربارەی مە چ گوتیە؟
کوردیپیدیایێ بکە د مالپەرێ خودا
تومارکرن / ڤەمراندنا ئیمێلی
ئامارێن مێهڤانا
ئامارا بابەتا
وەرگێرێ فونتا
گهوڕینا دیرۆکان
کۆنترلکرنا ڕاست نڤیسینێ
زمان و شێوەزارێ لاپەرا
کیبورد
لینکێت پێدڤی
ئێکستێنشنا کوردیپێدیا بو گوگڵ کروم
کوکیز
زمان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هژمارا من
چوونا ژوور
دێ بمە هەڤکارێ هەوە
پەیڤا نهێنە تە ژبیر کریە!
لێ گەڕیان ڤڕێکرن ئامراز زمان هژمارا من
لێ گەڕیانا هویر
پەرتوکخانە
ناونامە بو زاروکێن کورد
کرونولوژیا ڕویدانا
ژێدەر
پاش
کومکری
چالاکی
چەوا لێ بگەڕهم؟
بەلاڤوکێن کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
دارشتنا پولا
بابەت ب هەلکەفتێ
ڤڕێکرنا بابەتی
ڤرێکرنا وێنەی
ڕاپرسی
بوچوونێن هەوە
پەیوەندی
کوردیپیدیا پێدڤی ب چ زانیاریانە!
ستاندارد
رێسایێن بکار ئینانێ
کوالیتیا ڤی بابەتی
دەربارێ مە
ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
دەربارەی مە چ گوتیە؟
کوردیپیدیایێ بکە د مالپەرێ خودا
تومارکرن / ڤەمراندنا ئیمێلی
ئامارێن مێهڤانا
ئامارا بابەتا
وەرگێرێ فونتا
گهوڕینا دیرۆکان
کۆنترلکرنا ڕاست نڤیسینێ
زمان و شێوەزارێ لاپەرا
کیبورد
لینکێت پێدڤی
ئێکستێنشنا کوردیپێدیا بو گوگڵ کروم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونا ژوور
دێ بمە هەڤکارێ هەوە
پەیڤا نهێنە تە ژبیر کریە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارێ مە
 بابەت ب هەلکەفتێ
 رێسایێن بکار ئینانێ
 ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
 بوچوونێن هەوە
 کومکری
 کرونولوژیا ڕویدانا
 چالاکی - کوردیپێدیا
 هاریکاری
بابەتێ نوی
پەڕتووکخانە
کۆمێک وشەی کوردی کە عەرەب دەکاریان دەکات
22-06-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەڕتووکخانە
رەوشا خواندنێ ل کەمپا میردینێ 1988-1992
09-06-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
ژانێن خەریبییێ
01-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
کەسایەتی
دانا جەلال
30-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
پەڕتووکخانە
رەوشنبیرییا کوردی د ناڤبەرا شیانێن تاکی و رێکخستنا جڤاکێ دا
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
پیڤەرێن رێکخستنەڤەیا جاڤاکا هەرێما کوردستانێ
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
گەهنۆم ڤارێبوون ژ بهایان
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
بێهۆدەییا جانی
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
گۆگەمێلا، چەپا کەنیزەکێن پایتۆنان
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
کەسایەتی
عەبدوڵڵا سمایل ئەحمەد
25-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
ئامار
بابەت 523,709
وێنە 105,976
پەرتوک PDF 19,730
فایلێن پەیوەندیدار 98,907
ڤیدیۆ 1,422
جهـ
تل قەسەب
کەسایەتی
سەبریا هەکاری
کەسایەتی
ئەڤریم ئالاتاش
کەسایەتی
خالد بەگێ جبری
جهـ
ڕەمبوسی
Jules Verne Nasiya Xwe Dide Kurdan
ب ڕێنووسەکە پوخت ل مەشینا گەڕیانا مەدە بگەهڕێ، ب ب پشتڕاستیڤە ئەنجامەکە باش بدەست خوەڤە دهینی!
پول: کورتەباس | زمانێ بابەتی: Kurmancî - Kurdîy Serû
هەڤپشکی کرن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
هەلسەنگاندنا بابەتی
نایاب
گەلەك باشە
ناڤنجی
خراب نینە
خراب
بو ناڤ لیستا کومکریا
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!
گهوڕنکاریێن بابەتی!
Metadata
RSS
گووگلا وێنا بو بابەتێ هەلبژارتی!
گوگل دەربارەی بابەتێ هەلبژارتی!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Jules Verne Nasiya Xwe Dide Kurdan

Jules Verne Nasiya Xwe Dide Kurdan
Jules Verne Nasiya Xwe Dide Kurdan.
Nivîsandin û Amadekirin: #Rohat Alakom#
$Destpêk$
Nivîskarê fransî Jules Verne (1827-1905) bi romanên xwe yên serpêhatî (macera) û xeyalê zanistî hatiye nasîn, gelek ji wan wî bi taybetî ji bo ciwanan nivîsîne. Berhemên wî heta niha bi wergera qasî 200 zimanan hatine weşandin. Di sala 1883an de ew romaneke bi navê (Kerabanê Înadkar-Çil û Pênc Roj li Dora Behra Reş)
(#Kéraban-le-têtu# ) ku ji du cildan pêkhatî dinivîse. Keraban Axa navê bazirganekî osmanî ye ku bi kirîn-firotana titûnê mijûl bûye. Ew bi salan li Stembolê li taxa Uskudarê dijî. Di wergereke tirkî de ev nav wek “Kahraman” (Qehreman) hatiye guhartin. Heta niha çend wergerên tirkî yên vê romanê hatine weşandin. Rojekê dema Keraban Axa li Stembolê digere, ew nişkêva rastî dostekî xwe yê holandî Jan van Mitten tê, ev kes di romanê de her wek Van Mitten derbas dibe. Ew ji ber vê hevdudîtinê gelek dilşa dibin. Keraban Axa dema li kelekê (qeyîk) sîyar dibe bona herin aliyê Asyayê dibihê ku baceke nû hatiye ser buhayê çûyîn-hatina kelekan, hêrsa wî gelek tê, li dijî vê yekê derdikeve û biryar dide ku ew ligel mêvanê xwe derkeve gereke têra xwe dirêj ku li dora Behra Reş ku bi rojan dajo. Ew paşê li ser reşayê re (Qirim, Qefqasiya, Anatolî) vedigerin Uskudarê. Dema vegerê wek em ê li jêr jî bibînin ew li nêzîkî bajarê Trabzonê rastî xwişk û birakî kurd Sarabula Torin û Yanar Axa tên ku serpêhatiya wan beşekî mezin yê cildê duwem yê vê romana bi navê Kerabanê Înadkar pêk tîne. Dema min romana Kerabanê Înadkar ya nivîskarê fransî Jules Verne xwend kêfa min gelek bi taybetî ji cildê duwem re hat. Min nihêrî nivîskar li vir qala serpêhatiya xwişk û birakî kurd dike ku wek turîstan derketine seyranê û berê xwe dane bajarê Trabzonê ku li bakûrê Anatoliyê li qiraxê Behra Reş dimîne.
$Romaneke Kurdistanê$
Di cildê duwem yê romana Kerabanê Înadkar de em gelek caran rastî peyva Kurdistan tên. Di vî cildî de navê welatê kurdan: Kurdistan qasî 37 caran derbas dibe. Ji ber vê jî romana Keraban wek romaneke Kurdistanî dikare bê hesibîn. Jules Verne cara yekem dema qala karwanseraya Rissarê dike, li wir navê Kurdistanê dide. Ew dibêje ku gelek kesên ku diçûn Trabzonê û kesên ku berbi welatên Rohillatê Ermenîstan, Îran yan jî Kurdistanê diçûn, dibûne mêvanê vê karwanserayê. Karwanseraya Rissarê ji Trabzonê 2 fersah (qasî di saet) dûr bûye. Jules Verne di beşa şeşan ya cildê duwem de Kurdistanê wiha dide nasîn:
“Ev herêma çîyayî ya Asyayê ku ji Asuristan û Medistana antîkî pêk tê, di coxrafyaya nûjen de wek Kurdistan tê navandin. Bi sînorê Tirk û Îranê, wek Kurdistana Tirkî û Kurdistana Îranî hatiye beşkirin. Kurdistana Tirkî ku ji Paşatiya Şehrîzor û Musilê, herweha ji beşeke Paşatiya Wan û Bexdayê pêk tê, xweyê zêtir çend sed hezaran şênî ye. Yanar Axayê ku berî rojekê ligel xwişka xwe Sarabula Torin hate karwanseraya Rissarê yek ji kesên giring yên vê herêmê bû”.
Dema mirov vê romanê dixwîne, dibîne ku Jules Verne navên gelek cîhan û dîroka wan pêşkêş dike. Navên nivîskar, dîroknas û komutanên ku di derbarê kurdan de agahiyên pêşîn û kêrhatî didin jî di romanê de hene, wek Ksenofon, Strabo û Polybios. Di romana xwe de ew sê caran navê Ksenofon dide ku 400 sal berî bûyîna Îsa berhema Anabasis nivîsîye û tê de qala bavikên kurdan “karduxan” dike. Navê vê pirtûkê wiha ye: “Anabasis (Hilkişîna Berbi Jor)-Vegera Bi Deh Hezaran”. Ji ber ku bûyerên romanê li dora qiraxê Behra Reş derbas dibin, Jules Verne bi taybetî bala xwendevanên xwe kişandiye ser Anabasisê, nivîskarê wê Ksenefon û welatê karduxan. Jules Verneyê ku Kurdistan qet nedîtiye çawa em ê li jêr jî bibînin hê di salên 1880yî de him dersa xwe ya Kurdistanê baş xwendiye û him jî “derseke baş” daye/dide wan hêzên ku îro dibêjin “Kurdistan tune ye”.
$Du turîstên kurd$
$Sarabula Torin û Yanar Axa diçin Trabzonê$
Jules Verne yê îcadmend bi peydakirina tîpên herdu kurdên wek Sarabula Torin û Yanar Axa yên seyr û ecêb (eksantrik) bala xwendevanên xwe kişandiye ser kurdan û welatê wan jî. Dema Keraban Axa û kafîleya xwe tên li nêzîkî bajarê Trabzonê, li karwanseraya Rissarê peya dibin, ew li wir rastî du kurdan tên, jineke kurd û birayê wê. Ew berî du mehan ji Başûrê Kurdistanê, ji bajarê Musulê rêketina ji bo kêfê dixwazin herine bajarê Trabzonê. Wan plan kiriye ku bo çend heftan li van deran ji xwe re bigerin. Mirov dikare bêje ku Jules Verne ev xwişk û birayê kurd derxistine tureke dinê, ew wek turîst anîne li aliyê Behra Reş ji bo gerê. Navê vê jina kurd Sarabula Torin e û navê birayê wê jî Yanar Axa ye. Mirov nizane kok û wateya van navan ji ku tê. Jules Verne peyva torin (asilzade) jî li navê vê jina kurd zêde kiriye: Sarabula Torin. Ew xanima di romanê de bi çehre û bejna xwe wek jineke bedew tê nasandin, 32 salî ye. Lê Sarabula Torin jî gelek înadkar e, bi vê înadkariya xwe hinekî dişibîne lehengê romanê yê mêrîn Keraban Axa. Ew keseke hêzdar, bêtirs û wêrek e, wek mêran xuya dike. Em di wêneyekî wê yê ku bi destan hatiye çêkirî de, wê bi xençereke kurd dibînin. Mirov kêm caran di çavkaniyan de rastî jineke kurd ya bi xençer tê. Ew sê caran zewiciye, hersê mêrên wê jî gelek zû mirine, niha jinebî maye. Dema Sarabula Torin û birayê xwe tên karwanseraya Rissarê, ew li wir rastî kesekî holandî bi navê Van Mitten tên. Sarabula Torin ku sê cara zewiciye û sê caran jinebî maye dixwaze careke din dîsa bizewice û wek em ê li jêr jî bibînin qedera xwe bi vî kesê holandî re bike yek. Birayê Sarabula Torin, Yanar Axa ku kesekî bejnbilind 45 salî ye bi tîpa xwe li dorberê xwe tirs û xofekê belav dike, wek mînak di romanê de awir û simbêlên wî tehdîtkar tên dîtin.
$Bûyerên li Rissarê$
Carekê Sarabula Torin dema li karwansaraya Rissarê dimîne, derdikeve derve û diqîre dibêje ku haydût û diz ketine odeya wê ya ku jê re li karwansarayê hatiye veqetandin. Dema birayê wê vê yekê dibihîse, ew dibe agir û alav. Ew vê yekê qebûl nake wekî yek bi vî awayî destdirêjî namûsa xwişka wî bike. Lêpirsîn dest pê dike, qadiyê bajêr jî bo lêkolînan bike û bizanibe sucdar kî ye tê Rissarê. Di dawiyê de biryar tê girtin, ev kesê holandî ku tevî koma Keraban hatiye vir, divê bi Sarabulê re bizewice û bi vî awayî ev pirsgirêka bê çareser kirin. Van Mittenê ku ji bajarê Rotterdamê hatiye Stembolê, zewici ye û jina wî li Holandayê dimîne. Di encama şaşfamkirinekê de, ji bo nekevin zindanê ew mecbûr dimîne bi vê jina kurd re dizewice. Ew, bi vê fedakariyê dixwaze him xwe û i him jî hemû kesên din ji rewşeke bêhêvî xelas bike. Di vê rewşa trajîkomîk de li ser kaxiz be jî bi fermî nîşaniya xwe dikin. Di romanê de çawa em ê li jir jî bibînin nîşanîyeke mezin li Trabzonê di navbera vê jina kurd Sarabûla Torin û vî bazirganê holandî Van Mitten de pêk tê.
$Şahiya nîşaniya Sarabula Torin û Van Mitten li Trabzonê$
Di beşa 9an ya cildê duwem de nivîskar Jules Verne cîhehî mezin dide şahiya nîşanîya Sarabula kurd û bazirganê holandî Van Mitten. Ev nîşanî li bajarê Trabzonê çêdibe. Kurdên ku li Trabzonê dijîn jî tevî vê şahiya nîşanê dibin. Di nav van de nas û hevalên Sarabula Torin û birayê wê Yanar Axa yên ji Musilê jî hene. Bi vî awayî Jules Verne xwendevanan ji hebûna kurdên Trabzonê jî agahdar dike. Di romanê de bajarê Musilê jî derdikeve pêş, ev yek xemleke kurdîstanî ya din dide romanê. Li vir tê gotin ku ji aliyê bûkê de “eşîrek tevayî” di vê nîşanîyê de beşdar dibe. Mirovên vê cimaeta kurd li Trabzonê tên xîretê, xwe berpirs dihesibînin bona di vê şahiya çarem ya hemwelatiya xwe de beşdar bibin. Di romanê de ev kurd wek “mirovên serbilind” tên nasandin. Nivîskar bi hûralî li ser kincên kurdî yên ku zava û bûkê li xwe kirine disekine. Di cîhekî de jî ew dîyar dike ku di nîşanîyê de hin kilamên kurdî bi awayê xwe yên pirdeng û rîtmîk ji kilamên tirkî yan jî ermenî bêtir watedar, ahengdar û xwedî hêjayîke hunerî deng vedane, hatine gotin. Di cîhekî romanê de jî wiha tê gotin: “Dîlana ku çil şev û çil roj bajo paşê dê li Kurdistanê bihata çêkirin”. Di beşa here dawîn de jî dema Sarabula Torin û dergistiyê xwe yê holandî ji Trabzonê diçin Stembolê, ew li vir ji wî re wiha dibêje: “Van Mitten Axa, li Kurdistanê şahiyên me yên hîn jî muhteşemtir hene”. Jules Verne wek me li jor dît di cildê duwem yê vê romanê de çanda kurdan jî dide nasîn, bi taybetî li vir beşa nehemîn bala mirovan gelek dikşîne.
Di destê zavayê kurdan Van Mittenê holandî de telegrafa ku ji jina wî ya li Holandayê hatîye, xuya dike!
Kesê paş wan jî birayê Sarabulayê, Yanar Axa ye
$Beşa dawî ya romanê$
$Sarabula Torin û Yanar Axa vedigerin Kurdistanê$
Di dawiya cildê duwem yê romanê de (di beşa 16mîn de) em Sarabula Torin û birayê wê Yanar Axa, ligel mêrê wê Van Mitten li Stembolê dibînin. Van Mitten bi kincên xwe yên kurdî êdî wek axayekî kurd yê rastîn xuya dike. Lê belê telgrafeke ku ji Holandayê tê her tiştî tevlihev û serobino dike. Dema Van Mitten vê nameyê şaş dixwîne ew hew zane jina wî li Holandayê berî pênc heftan miriye. Lê di telegrafê de wiha tê gotin “Madam Van Mitten berî pênc heftan biryar daye ji bo we bibîne berbi Stembolê bi rêketiye”. Van Mitten fransîya gotina décéder (mirin) û décider (biryar dayîn) ji ber ku gelekî dişibin hev, ew hevlihev kiriye. Ango jina wî nemiriye, wê biryar girtiye ku bê Stembolê! nûçeya di dawiyê de pêşî li ber vê zewaca Sarabula Torin û Van Mitten digre. Çawa me li jorê jî dît ev zewac ji aliyê Van Mitten de zewaceke şkestî û bêdil tê hesibîn. Ji bo ku ew li Holandayê zewici ye, çê nabe ew bibe xweyê du jinan. Li gorî qanûnên holandî pirzewacî qedexe ye, ev mijar di romanê de berê jî tê niqaş kirin. Roman di vê beşa romanê de rengê xwe yê trajîkomîk zêdetir nîşan dide. Tiştekî li Stemboolê ew bikin êdî nemaye. Paşê Sarabula Torin û birayê wê Yanar Axa berê xwe didin Kurdistanê. Roman bi vî awayî diqede. Tenê ji wan re dîtina Stembolê kar dimîne.
$Kerabanê Înadkar$
$Heman salê dibe mijara şanoyê jî$
Çend nivîsên swêdî di derbarê berhema Jules Verne ya bi navê Kerabanê Înadkar de hê di sala 1883an di çapemeniya swêdî de hatine weşandin. Li gorî çend rojnameyên swêdî yên vê salê ev romana Jules Verne berî ku wek pirtûk bê weşandin, di şanoya Théâtre de la Gaîté de tê lîstin. Ev şanoya yek ji wan şanoyên here navdar tê hesibîn (1862-1989). Rojnameke swêdî Sarabula kurd ku di şanoyê de heye wek “Prensesa kurd” navandiye. Rojnameya Göteborgsposten dinivîse ku li Swêdê jî tîpekî wek Keraban wiha înadkar hebûye, ew bi navê John Hall hatiye nasîn. Li gorî rojnameya Aftonbladetê lehengê romanê Keraban Axa wek qantiran wisa gelek înadkar bûye. Ji ber vê yekê ev nav dane wî: “Keraban tirkek e, wek qantirê pêxember înadkar e û ji wir jî navê xwe wergirtiye”. Wek tê zanîn di encama têkiliyên cînsî yên di navbera kerên nêr û hespên mê (mehîn) de qantir çêdibin, ew jî wek keran înadkar in. Ev nav peyva ker ku di zimanê kurdî de heye tîne bîra mirovan: Ker û Keraban.
$Encam$
Romana Kerabanê Înadkar ya nivîskarê fransî yê navdar Jules Verne him di warê têkiliyên kurd û fransiyan yên çandî de, him jî bona têkiliyên kurd-holandiyan wek berhemeke edebî ya giring dikare bê nirxandin. Sarabula kurd bi vê zewaca bi kesekî ewrûpî re gelek serbilind dibe. Girêdana Holandayê bi Kurdistanê re wek serketinekê tê dîtin. Lehengê romanê yê sereke Keraban Axa jî nîşaniya Sarabula kurd û Van Mittenê holandî wek delîlekî pêkhatina hevalbendiya Holanda û Kurdistanê pîroz dike.

(1) Jules Verne, Kéraban le Têtu, Pierre-Jules Hetzel, 1883.
(2) Jules Verne, İnatçı Kahraman, İnkilap ve Aka Kitapevi, 1973.
(3) Çapeke nû bi tirkî: Jules Verne, İnatçı Keraban, wergêr. Nihan Özyıldırım, Alfa, çapa duwem, 2020. Di vê nivîsê de me ev çapa nû daye ber çavan.
(4) Jules Verne, İnatçı Keraban, wergêr. Nihan Özyıldırım, Alfa, çapa duwem, 2020, rûp.362.
(5) Di hin zimanên ewrûpî û di vê wergera tirkî de li şuna osmanî gelek caran gotina tirkî hatiye bikaranîn, me jî qet neguhirand. Ji ber ku ev roman berî sazbûna Komara Tirkiyê hatiye weşandin mirov wek îro nikare bi îfadeya “Kurdistana Tirkiyê” jî bi kar bîne, lê mirov zane ku nivîskar li vir qala “Kurdistana Osmanî” dike.
(6) Jules Verne, İnatçı Keraban, rûp.367.
(7) Xenophon, Anabasis, Norstedts, 2014.
(8) Di binê vî wêneyê fransî de van gotinan cîh girtiye: “Em bi şevê digihêjin karwanseraya Rissarê. Her yek ji me li odeya xwe digere û bi tesadufî, rebenê Van Mitten dikeve odeya ciwana kurd Sarabulê. Qîrînên tirsa mezin ên keça ciwan: Kî ye ew ê ku ceger kiriye wisa derbasî ba kurdekê bûye!”
(9) Jules Verne, İnatçı Keraban, rûp.419.
(10) Jules Verne, İnatçı Keraban, rûp.420.
(11) Jules Verne, İnatçı Keraban, rûp.516.
(12) Från teaterswerlden, Norrköpings Tidningar, 7/9 1883.
(13) Från kyrkan till teatern, Göteborgsposten, 8/9 1883.
(14) Jules Vernes nya pjes, Aftonbladet, 13/9 1883.
(15) Jules Verne, İnatçı Keraban, rûp.417.
(16) Jules Verne, İnatçı Keraban, rûp.460.
[1]
ئەڤ بابەت ب زمانا (Kurmancî - Kurdîy Serû) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب ڤی زمانا کو پی هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 2 جار هاتیە دیتن
هاشتاگ
ژێدەر
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kovarabir.com/ 16-07-2024
فایلێن پەیوەندیدار: 4
بابەتێن پەیوەستکری: 3
رێکەوت و رووداو
کەسایەتی
زمانێ بابەتی: Kurmancî - Kurdîy Serû
روژا تمام کرنێ: 15-02-2022 (2 سال)
باژێر و باژارۆک: وان
جوڕێ دۆکومێنتێ: زمانی یەکەم
جوڕێ وەشانێ: دیجیتاڵ
زمان - شێوەزار: ک. باکوور ت. لاتین
وەڵات - هەرێم: باکووری کوردستان
کاتەگۆریا ناڤەڕۆکێ: رانانی پەڕتووک
کاتەگۆریا ناڤەڕۆکێ: دوزا کورد
تایبەتمەندی یێن تەکنیکی
کوالیتیا ڤی بابەتی: 99%
99%
ئەڤ بابەتە ژ لایێ: ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) ل: 16-07-2024 هاتیە تومارکرن
ئەڤ بابەتە ژ ئالێ: ( سارا کامەلا ) ل : 16-07-2024 پێداچوون ژبوو هاتییە کرن و ڕەها بوویە
ئەڤ بابەتە بو دویماهیک جار ژ لایێ: ( سارا کامەلا )ڤە: 16-07-2024 هاتیە ڕاست ڤەکرن
ناڤ و نیشانێن بابەتی
ئەڤ بابەتە ب ستانداردی کوردیپێدیا هێشتا نە دروستە و پێدڤی ب داڕشتنەکا بابەتی و زمانی هەیە!
ئەڤ بابەتە 2 جار هاتیە دیتن
فایلێن پەیوەست کری - ڤێرشن
جور ڤێرشن ناڤێ تومارکەری
فایلا وێنەیی 1.0.1157 KB 16-07-2024 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
کوردیپیدیا بەرفرەهترین ژێدەرێ زانیاریێن کوردییە!
پەڕتووکخانە
کۆمێک وشەی کوردی کە عەرەب دەکاریان دەکات
پەڕتووکخانە
رەوشا خواندنێ ل کەمپا میردینێ 1988-1992
کورتەباس
ئەدەب بۆ بچیکا
شوینوار و جهێن کەڤنار
پرا دەلال
کەسایەتی
بلند محەمەد
وێنە و پێناس
مستەفا بارزانی ل دەمێ پێشکێشکرنا گۆتارەکێ ل کۆیە، ساڵا 1963
کەسایەتی
سەبریا هەکاری
وێنە و پێناس
کۆمەڵەکا دانعەمرێن ئێزدی ل لالش، ساڵا 1976
کەسایەتی
فایزا دربۆ حسێن
کەسایەتی
عەیشان هەسن دەروێش حەمۆ
کەسایەتی
عەبدوڵا ساڵح ئاکرەیی
شوینوار و جهێن کەڤنار
کەلها سارتکە
کەسایەتی
سەرهات ناریمان خەمۆ
وێنە و پێناس
زەلامێن کورد ل دەمێ یاریا تاولێ ل باژێڕۆکێ کۆیە، ساڵا 1963
وێنە و پێناس
لالش ل ساڵا 1976
کورتەباس
بشتەڤانیا چینا ریچبەر و ژار د شیعرا کوردی دا
پەڕتووکخانە
پیڤەرێن رێکخستنەڤەیا جاڤاکا هەرێما کوردستانێ
شوینوار و جهێن کەڤنار
شکەفتا گوندێ گوندکی ل ئاکرێ
پەڕتووکخانە
رەوشنبیرییا کوردی د ناڤبەرا شیانێن تاکی و رێکخستنا جڤاکێ دا
وێنە و پێناس
نەورۆزا ساڵا 1972
کەسایەتی
عیسا هادی شکور فارس
کورتەباس
بەراهیەک ژبو لێکۆلینەوەک ل فۆلکلۆرێ کوردی-ئەرکی فۆلکلۆر
شوینوار و جهێن کەڤنار
کەلها کوردا
کورتەباس
بوهارا کوردستانێ
کەسایەتی
فادیا فێسەڵ ڕەڤۆ حسێن
کورتەباس
مێهڤانداریا دوو هونەرمەندا
پەڕتووکخانە
ژانێن خەریبییێ
کەسایەتی
عەیشان مجۆ بەرکات جۆمەر
کەسایەتی
خەیری ئادەم

روژەڤ
جهـ
تل قەسەب
01-02-2024
ڤەژەن کشتۆ
تل قەسەب
کەسایەتی
سەبریا هەکاری
21-02-2024
زریان سەرچناری
سەبریا هەکاری
کەسایەتی
ئەڤریم ئالاتاش
14-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
ئەڤریم ئالاتاش
کەسایەتی
خالد بەگێ جبری
14-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
خالد بەگێ جبری
جهـ
ڕەمبوسی
24-04-2024
ڤەژەن کشتۆ
ڕەمبوسی
بابەتێ نوی
پەڕتووکخانە
کۆمێک وشەی کوردی کە عەرەب دەکاریان دەکات
22-06-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەڕتووکخانە
رەوشا خواندنێ ل کەمپا میردینێ 1988-1992
09-06-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
ژانێن خەریبییێ
01-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
کەسایەتی
دانا جەلال
30-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
پەڕتووکخانە
رەوشنبیرییا کوردی د ناڤبەرا شیانێن تاکی و رێکخستنا جڤاکێ دا
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
پیڤەرێن رێکخستنەڤەیا جاڤاکا هەرێما کوردستانێ
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
گەهنۆم ڤارێبوون ژ بهایان
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
بێهۆدەییا جانی
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
گۆگەمێلا، چەپا کەنیزەکێن پایتۆنان
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
کەسایەتی
عەبدوڵڵا سمایل ئەحمەد
25-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
ئامار
بابەت 523,709
وێنە 105,976
پەرتوک PDF 19,730
فایلێن پەیوەندیدار 98,907
ڤیدیۆ 1,422
کوردیپیدیا بەرفرەهترین ژێدەرێ زانیاریێن کوردییە!
پەڕتووکخانە
کۆمێک وشەی کوردی کە عەرەب دەکاریان دەکات
پەڕتووکخانە
رەوشا خواندنێ ل کەمپا میردینێ 1988-1992
کورتەباس
ئەدەب بۆ بچیکا
شوینوار و جهێن کەڤنار
پرا دەلال
کەسایەتی
بلند محەمەد
وێنە و پێناس
مستەفا بارزانی ل دەمێ پێشکێشکرنا گۆتارەکێ ل کۆیە، ساڵا 1963
کەسایەتی
سەبریا هەکاری
وێنە و پێناس
کۆمەڵەکا دانعەمرێن ئێزدی ل لالش، ساڵا 1976
کەسایەتی
فایزا دربۆ حسێن
کەسایەتی
عەیشان هەسن دەروێش حەمۆ
کەسایەتی
عەبدوڵا ساڵح ئاکرەیی
شوینوار و جهێن کەڤنار
کەلها سارتکە
کەسایەتی
سەرهات ناریمان خەمۆ
وێنە و پێناس
زەلامێن کورد ل دەمێ یاریا تاولێ ل باژێڕۆکێ کۆیە، ساڵا 1963
وێنە و پێناس
لالش ل ساڵا 1976
کورتەباس
بشتەڤانیا چینا ریچبەر و ژار د شیعرا کوردی دا
پەڕتووکخانە
پیڤەرێن رێکخستنەڤەیا جاڤاکا هەرێما کوردستانێ
شوینوار و جهێن کەڤنار
شکەفتا گوندێ گوندکی ل ئاکرێ
پەڕتووکخانە
رەوشنبیرییا کوردی د ناڤبەرا شیانێن تاکی و رێکخستنا جڤاکێ دا
وێنە و پێناس
نەورۆزا ساڵا 1972
کەسایەتی
عیسا هادی شکور فارس
کورتەباس
بەراهیەک ژبو لێکۆلینەوەک ل فۆلکلۆرێ کوردی-ئەرکی فۆلکلۆر
شوینوار و جهێن کەڤنار
کەلها کوردا
کورتەباس
بوهارا کوردستانێ
کەسایەتی
فادیا فێسەڵ ڕەڤۆ حسێن
کورتەباس
مێهڤانداریا دوو هونەرمەندا
پەڕتووکخانە
ژانێن خەریبییێ
کەسایەتی
عەیشان مجۆ بەرکات جۆمەر
کەسایەتی
خەیری ئادەم
فۆڵدەر
کەسایەتی - ڕەگەز - پیاوان ئەنفالکری - ڕەگەز - پیاوان کەسایەتی - ڕەگەز - خانمان کەسایەتی - نەتەوە - کورد ئەنفالکری - نەتەوە - کورد پەڕتووکخانە - وەڵات - هەرێم - باشوورێ کوردستانێ ئامار و راپرسیا - وەڵات - هەرێم - باشوورێ کوردستانێ ئامار و راپرسیا - وەڵات - هەرێم - ئۆسترالیا ئەنفالکری - جوڕێ کەسی - چالاکی سیاسی ئەنفالکری - جوڕێ کەسی - ئەنفالکراو

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| دروستکرنا لاپەری 0.672 چرکە!