Navê wî Ebdulrezaqê Eliyê Îsayê Osê ye. Roja 10-10-1950 li gundê Deksûrî /Cizîrê -parêzgeha Hisiça،herêma Qamislo / hatiye jiyanê. Xwendina xwe ya seretayî، li gundê Tenûrî / gundê sînordasê Deksûrî / kuta kiriye. Ya navendî û lîse jî li bajarê Qamislo bi dest xistine. Bi navên: Aro; Rezo; Stêr; Azad; Pirs; Ebdulrezaq Osê û Rezoyê Osê di gelek kovar û rojnaman de nivîsiye / wilo jî di malperan de /، ji wan: Stêr; Armanc; Dugir; Pirs; Metîn; Dengê Azadî; Zanîn.
Ji havîna sala 1970 de dest bi nivîsandinê kiriye. Gelek gotar û lêkolîn belav kirine. Wilo jî،helbest / kevesop û nûjen / nivîsiye،sano di kovaran de belav kirine،folklor daye hev û belav kiriye،kurteçîrok nivîsîne،çîrokên zarokan dane hev û pênc pirtûk bi navê Dîk-Dîko ; Libhinarê ;Bavê Hepûn;Sengê û Pengê ; Finda Semal çap kirine /Wî bi Kurdî nivîsîne û Dr.M.Nejarî guhertine zimanê Erebî û bi hev re di bin navê danehev û pêskêskirina herdu navan
hatine çapkirin/.Bi kurtî:
1. 1972 - 1974 Endamê komîta berpirsiyariya kovara "Soresgêr"، ko li bajarê Berlîna Rojava derdiçû، maye.
2.Di van salan de jî bûye endamê komîta çapderîn،ko sê pirtûk li Berlîna Rojava çap kirin / Dîwana S. Hêzanî، bi Kurdî. Helperkên Kurdî، yên folklorî، bi zimanê Elemanî. Miletek berxwedanê di ber hebûna xwe de dike، bi zimanê Elemanî /.
3. 1977 kursê fêrbûna zimanê Kurdî li bajarê Mosko، ji grûpek xortên Kurd / yên zanîngehê / re vekiriye.
4. 1977 Bûye endamê komcivîna damezrandina "Hevbenda Kawa bo wêjeya Kurdî" / dameznerên vê hevbendê : Bavê Nazê ; Dr.M.E.Najarî ; Dr.S.Mulla û Rezo bûn / ko li Mosko pêk hat. Vê hevbendê gelek pirtûk / bi zimanê Erebî،çi wergerandin،çi jî afirandin/ dane wesandin.
5. 1978 – 1980 Bûye endamê " komîta amadekar " bo pêkanîna yekbûna komeleyên xwendevanênKurd li Ewropa، ko di bin çavnihêriya mamoste Ezîz Mihemed de kar dikir.
6. 1980 – 1981 Berpirsiyariya belavoka " Ronakbîr "، li
Sûriya، kiriye.
7. 1982 – 1984 Bi Bilûrvan re serkêsiya fêrbûna "Kursên zimanê Kurdî" li binekova Cizîrê kiriye.
8. 1983 – 1993 Berpirsiyariya kovara "Stêr"،bi Bilûrvan re / weku damezrêner /، pasê bi Dilovan û hin rewsenbîrên din re kiriye.
9. 1993 - … Endamê komîta berpirsiyar e di kovara "Pirs" de.
10. 2002 - … Endam û yek ji damezrênerên " Komîta xelata Cegerxwîn" e.
11. 2003 - … Bûye endamê komîta sêwirdarên kovara "Pêl" ko li Elmaniya der tê.Vê salê jî bûye endamê "PENa" Kurd.
12. 2003 – Vexwendî çalakiyên sedsalaliya Cegerxwîn، li Amedê û Izmîrê،bûye.Li wir " Xwendinek di berhemên Cegerxwîn de" pêskês kiriye.
13. 2004 – Endam û çalakdarê komcivîna duwemîn ya "rojên wêjeyê li Amedê" bûye û besdarî kiriye.
14. 2005 – Endamê konferansa PENa Kurd û PENa Tirk bû،ko di bin çavdêriya PENa Navnetewî û UNESCO de li Amedê pêk hat.
15. 2005 – Vexwendiyê festîvala rewsenbîrî ya yekemîn li Duhokê bû، da lîkolînekê li ser " hevoksaziya Kurdî ". pêskês bike. Lê ji ber sedemên rewsa navwelatî / di navbera Sûriya û Îraqê de/ nikarîbû amade bibe،tenha lêkolîna xwe rê kir.
16. 2006 – Endam û çalakdarê festîvala rewsenbîrî ya duhemîn li Duhokê bû.
17.2008 – Endam û çalakdarê festîvala Cegerxwîn li Hewlêrê bû.
18.2008 – wergêrê xelata yekemîn ya fablê li Wanê bû.
Nav û Naveroka Pirtûkan
Di destpêka miha êlûna sala 2005 an de، pênc pirtûkên çîrokên zarokan،li Sûriyê،bi rêdaneke fermî / çapkirin û belavkirin / di bin sernavê " Çîrokên Kurdî gelêrî yên zarokan " bi zimanê Kurdî û Erebî،hatine çapkirin.
1. Dîk-Dîko / çapa didiwa / çar çîrokan himbêz dike / Çapa yekê sala 1991/:
a. Rovî – beranê kovî.
b. Kerê pistkurmî.
c. Kêça kezîkur.
d. Dîk-Dîko.
2. Libhinarê / çapa didiwa / çar çîrokan himbêz dike/Çapa yekê sala 1991/:
a. Destbiratiya Rovî û Melê.
b. Libhinarê.
c. Gurê tirsonek.
d. Pîrê û Rovî.
3.Bavê Hepûn / Çapa yekê / :
a. Bavê Hepûn.
b. Hirçê û Mihemedoko.
c. Kero hevsarzero.
d. Kêza Kêzxatûn.
4. Sengê û Pengê /Çapa yekê / :
a. Sengê û Pengê.
b. Gurê har.
c. Keçên Pîrê.
d. Beq û Tûpisk.
5. Finda Semal / Çapa yekê / :
a. Finda Semal.
b. Gavan û Gur.
c. Mih û Gur.
d. Fatika Gavan.
Ev çîrokên zarokan yên gelêrî danehev û wergerandin im.Li ser qapê hundir jî، ev informasiyon hatine nivîsîn :
Qap û wêne : Hunermend endizyar، Necah Osman.
Deqên Kurdî : A.Ossi / Rezo /.
Deqên Erebî : M. Najarî.
Lêvegera deqên Erebî : Sêx Tawfîq El-Huseynî.
" Dar All-Hassad "
Sam، Sûrîya 2005
Hêjayî gotinê ye،ko rêdana çapê،bo pirtûkên 1;2 û 3 sala 1991 hatibû wergirtin، lê bo hin sedeman، di dema xwe de،nehatin çapkirin،da nû îsal roniyê bibînin.Bo vê yekê hin cudahî di navbera deqên Erebî / wergerandina sala 1991 ê / û yên Kurdî / sererastkirin، pistî bidestxistiona hin formên nû ji çîrokan / de têne pelandin.
رۆژی 03-03-2010 کۆچی دوایی کرد.