MEHMED UZUN
Nefel، 2002
Êdî fotograf ê bipeyivin...
Nav: Bîra Qederê
Gengre (çeşn): Roman
Tarîxa destpêka nivisînê: 15 Tîrmeh 1951
Destpêk: Herkes dimire; bira û birazî, yar û evîndar, heval û dost, hogir û rêger, nêz û nas.. hemû wefat dikin.
Dora min jî hat, niha jî dora min e.
Di rûpela yekemîn a deftereke biçûk de, bi destnivîseke gelek xweşik û xwar, weha hatiye nivisîn. Di vê şeva kesertijî de, ni- vîs bi ronahiya çirayeke biçûk, bi zehmetî dixuyin. Rêz, beri niha bi hefteyekê, hatine nivisîn û rêzên herî dawin in ku li pey Celadet Ali Bedirxan, neviyê mîrê dawîn ê mîrekiya kurdî Cizîra Botanê, Mîr Bedirxan, lawê kurdperwerê navdar Emin Alî Bedirxan, mane.
Şev e. Îşev 22'ê tîrmehê ya 1951-an e. Şev, şeva ku dora romana Bira Qederê rapêçaye, bi giranî daketiye. Dinya germ e. Şam, bajarê sirgûnê, warê derd û keseran, goristana malbata Bedirxanan, şahîdê mirina Celadet Ali Bedirxan, westiyayî, dikeve xewê. Şeva giran û westiyayî rûniştevanên bajarê kevn û navdar Şamê dixe nav hêlekana xewê û dilorîne. Xaliçeya ji stêrikan pêkhatî, li jor, li esmanan, bi rengên xwe yên xas ên welatê rohelatê, li xewa şeva Şamê nobedari dike.