Mele Ehmedê Palo nivîskar û dîroknasê kurd e ku di sala 1920an de nêzîkî bajarê Palo, li gundê Sêreçurê (Bakûrê Kurdistanê) ji dayik bûye.
Di zaroketiya xwe de dê û bavê xwe winda dike; sêwî dimîne. Jiyana wî di nav belengazî û perîşaniyê de derbas dibe. Dixwaze ko bixwîne, lêbelê mercên xwendinê nabîne. Ji bo vê sedemê jî carcaran ji mal direve, berê xwe dide bajarê Siwêrekê. Newal û kortalan dibîne, li deşt û zozanan dibe mêvan. Paşê ew dibe rêwî û li Kurdistanê digere. Li hin ciyan dibe mêvan û li hin ciyan jî dibe şivan.
Di pazde saliya xwe de bi nexweşiyeke giran dikeve. Li dor du mehan di nexweşxana Mêrdînê de radikeve. Di pey ko ji nexweşxanê derdikeve, berê xwe di de Binxetê û demekê li Dirbêsiyê dimîne. Di sala 1935´an de diçe Qamişlokê. Û ji wir jî diçe gundê Wêsîkê şûnûwar dibe. Li vî gundî ew jî wek seydayê nemir dibe şivan. Seydayê Cegerxwîn jî bi şivanî û gavaniyê dest bi xwendina xwe kiribû. Ew jî bi rêyek wiha de dimeşe. Bi mele û feqîyan re hevaltiyê dike. Di wê demê de hînî xwendin û nivîsandinê dibe û zanîna xwe roj bi roj zêdetir dike. Bi taybetî li ser rêzimana kurdî radiweste û xwe perwerde dike. Dibe mamosteyê xwe. Ji bilî zimanê kurdî xwe hînî erebî , tirkî û farisî jî dike. Lêkolîn û lêgerînên xwe li ser wêje û dîroka Kurdistanê pêş de dibe. Di wê demê de dest bi helbestên kurdî û nivîsandinê dike. Heta roja xwe ya dawî vî karî didomîne.
Mele Ehmed ji gelê xwe re meletîyê dikir, gel ji xewê hişyar dikir. Dîwana xwe ya ko bi navê Dewr û Gera Kurdistanê di van deman de nivîsandî ye. Mele Ehmed, paşê, mirovên ko rêzaniya kurdî dizanîbûn nas dike û dibe hevalbendê wan. Dema ko di sala 1935an dekomeleya Zanist û Alîkariya Kurd hatibû damezirandin, ew jî bûbû rêvebirekî komeleyê.
Emrê xwe yê dawî li Libnanê, li bajarê Beyrûtê derbas dike. Ew di meha adara 1991ê de diçe ser heqiya xwe.
Mele Ehmedê Palo di 71 salê jiyana xwe de, diwazde berhemên giranbûha afirand û ji me re hiştin. Çi mixabin, ji wan berhemên giran, bes dîwana wî ya bi navê Dewr û Gera Kurdistanê di sala 1994an de bi tîpên latînî hatiye çapkirin. Heger hin lêkolîner û hin çapxane li wan berhemên hêja xwedî derkevin, bêguman gencîneyên pirtûkxanên Kurdî dê hîn dewlementir bibin.
$Berhemên Mele Ehmed$
Yên çapbûyî
Dewr û Gera Kurdistanê
Yên çapnebûyî
Tarîxa Kurdan, şano (bi şîweyê helbestê hatiye nivîsandin. Dema ko dike çap bibe li çapxanê de tê girtin û winda dibe. Nûser bi tîpên erebî heye).
Ferhenga Kurdî-Tirkî, Farisî û Erebî bi tîpên erebî ji bo çapê her amade ne. [1]