HÊVÎ
HEJMAR 8 / HAVÎN 1992
Reşo Zîlan
Sacha Ilitch & Xanî.
Institut Kurde Paris
Saet yanzdehê şevê me li deriyê wan da. Derî di cî de venebû. Me li dora xwe nêrî di kolana (cada) teng de tu kes nîn bû. Li hember deriyê mala Mihemed Eli Wanlî dîwarên bilind, bê pencere bûn. Herwekî derî venedibû, careke din, me hinxurtirlizingilêxistûbêhnçikayî,sekinîn.Bîstekîdin,lihundirçiravebûûpêjin bi serme ket. Pişt re bêî ku tiştekîji me bê pirsîn derî vebû. Li pêşiya me, bi pîjama û çav li xew, bavê Ebû Adil, pê xweşhatinî da me û em dibirin hundir. Em ketin oda pêşîn, a ji aliyê derî. Bi roj ev ode ya mêvana bû. Lê, xuya kir ku bi şev, Ebû Adil, bi jin û neviya xwe ya piçûk ve, li wê radiza. Gava em çûnê, Diya Adil nivîna wê ji erdê rakiribû û ji bo min nivîneke din datanî. Ewê dil dikir ku nivîna mêrê xwe jî bibe oda piçûk a bi wî alî, li ser rêza odê em tê de. Ew odeya ha gelek teng bû, û digel vê yekê du kur û keçeke wan a gihaştî tê de radizan. Bi hêvî û rica min kir ku Diya Adil û bi neviya xwe Hêvî ve here oda din û nivîna mêrê xwe li cem a min bihêle.[1]