Cankurd- Kurtejiyan û berhemên wî
Cankurd di 13.04.1948'ê de, li gundê Meydankê, navçeya Kurdaxê, Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Bavê wî di koka xwe de ji binemalek êla Duderiyan e, û bavê dayika wî ji Kolhesarê ye, ku pash shikestina serhildana Shêx Saîd (1925), reviya bû û hatibû li meydankê bi cih û war bûbû.
Cankurd li gundê xwe, pisht re li Efrîn (navneda Kurdaxê) û li Helebê xwendiye, sala 1971 xwendina instituta bilind a bo mamhosteyên dibistana navîn biriye serî. Salek xwendin hingê bi egera girtinê ji dest çû bû.
Di dawiya 1967-1968 bûye endamê tevgera ramyarî ya kurdî, û caved wî di wê nave li pirtûkên apê Osman, mamhoste Mûsa Enter (pirtûka Birîna Resh), rêzimana hêja Reshîd Kurd û helbestên hozanavanê navdar Cegerxwîn ketine. Ji wan rojan de û ta derketina wî ji welêt (09.09.1979), gelek caran hatiye girtin, li heft zindan û bendexaneyên sûrî bûye mêvan, li ya Helebê salek derbas kiriye, û li dawiyê ji kar hatiye avêtin, dêrîna (mulkê) wî hatiye bindestkirin û mafên nishtevaniy ji wî hatîne standin.
Cankurd li derveyê welêt jî di nav xebatên tevgera neteweyî ya kurdî de xebata xwe wekî li hinder welêt gudandiye, lê di ber wê re jî di ware nivisandinên wêjevanî û ramiyarî de, bi Kurdî, Erebî, û gelek hindik bi Ingilîzî û Almanî jî nivisandiye û hîn jî dinivîse, tevî ku du nexweshiyên wî (Shekir û dil), yên ku roj bi roj zora wî dibin û bergeha li ber wî tengtir dikin. Cankurd çar caran çûye bakur û bashûrê Kurdistanê, lê ta niha hîn ji vegera Rojavayê Kurdistanê bêpar maye.
Berhemên nivîsevanî:
- Dilopeka xwîna dila (Helbest)
- Zembîlfirosh (Lêkolîn)
- Gundê Dîna (kurteçêrok)
- Selahiddînê Eyûbî – Kurdekî cîhan hejand
- Çêrokên Kurmancî – Vejandina pirtûka Alexander Jaba (Tîpguhastin)
- Bazarganê Vênîsiya – William Shakespeare (Wergerandin)
- Nistûwarkirin (li Almaniya) – (Wergerandin ji Almanî li gel Bayram Ayaz ji bo NAVEND a kurdî)
- Zindana Azadiyê – (Wergerandina filmekî almanî ye li ser Kurdan – Li gel Hemres Reso)
Ji bo weshandinê hatîne amadekirin:
- Welatê hevrîshmê sor – Roman
- Sofî û Sofîtî – Lêkolîn
- Kurd di dema Imadiddîn Zengî de (Wergerandin ji Erebî)
- Destek gulên erebî ( Helbestin hinde hozanvanên erebî)
- Berhevoka çêrokên Kurmancî (Socin û Prym)
- Berhevoka stranên Kurmancî (Socin û Prym)
- Zimanê Kurdî û Zaravên wê (Wergerandin ji Erebî)
- Vegera deh hezar nandozên Girîkî (Wergerandin ji Erebî)
- Royê ji ser min nebe (Hinek bûyer û pêkenokên li ser fîlosofan)
- Berxê bo serjêkirinê (qeftek kurteçêrokan)
- Sênariyo ya filmekî kurdî bi navê (Alanê Kurd)
- Tarîstan (Destana helbestan)