Ez Zinarê Xamo, ji Wêranşarê, ji eşîra Çûva, ji bera Xamoya me. Li gorî texmîna rahmetiya diya min di sala 1950î da hatime dinê, demsal jî derengê payiza bûye. Bavê 4 zarokan, lawê Bûboyê Xamo û Efra Emîn im. Ji sala 2007a vir da ye ez xwediyê vê blogê me. Di sala 1980î da wek surgûnekî kurd hatim Swêd û ji wê çaxê da ye li Stockholmê dijîm. Qet neçûme mektebê, xwendin û nivîsandinê bi xwe, ji ber eşqa xwendinê fêr bûm. Ji xwendinê, ji nivîsandinê, ji ger û dîtina welatê xwe û dinyayê pir hez dikim. Evîndarê zimanê xwe me. Lema jî ji 1980î vir da, cergî hatime Swêd bi rengekî bênabên dinivîsînim. Li sirgûnê qederê kir qismetê min bibim, blogerê kurmancî yê pêşî. Ji sala 2007a û vir da ye blogerê kurmancî yê herî aktîf im. Çar kitêbên min û bi hezran nivîsên min hene. Navên kitêbên min ev in: Hindik Rindik û Antolojîya Çîrokên Zarokan, Stiriyên Me, Rojnivîska Sirgûnekî. Û wergereke min ji swêdî, ‘’Bide Dû Dilê Xwe’’ ya Sussana Tamaro heye.
[1][2]