Nr (1) 2007 - Amed
Çirûsk kovareke kurdî ye û tê de nivîsên hunerî, wêjeyî, felsefî, civakî û întelektuelî hene. Armanca kovara Çirûskê ew e ku bi Kurdî zimanê ramanê biafirîne. Herwiha kovar bingeh û navê xwe ji ekola hunerî-ramanî Çirûskîzmê digire. Ev kovar li Diyarbekirê, ji aliyê Weşanxaneya Belkîyê ve tê çapkirin û edîtorê wê Rênas Jiyan e. Kovarê di sala 2007'an de dest bi weşanê kir û her ji çar mehan bi carekê derdikeve. Kovarê hewl daye ku her celeb nivîsên ronakbîrên kurd di nava xwe de vehewîne.