Wek usûleke adetî em jî dixwazin bi bersivdayîna pirsa “Çima kovarek nû û çima BÎR?” dest pê bikin û sedemê derçûn, armanc û rêbaza xebata xwe dîyar bikin. Bêguman wek hebûneke civakî û dîrokî, li hember komelga û mirovatiyê berpirsyarî û wezîfeya me heye. Îro berpirsyarî û wezîfeya me çi ye? Dema em her yek armanc û daxwazên dilê xwe bi rewş û şertên heyî ra raberî hev bikin, wezîfeya me jî dîyar dibe. Ji destpêka dîroka mirovatiyê vir ve, armanca guhartina rewş û şertên heyî, yan jî çalekîya biarmanc bûye bingeh û dînamîka guhartinê. Ciyê ku guherîn hebe, bêşik statuko jî heye. Em çi qas bixwazin guhartinê pêk bînin, yên din jî ew qas dixwazin rewşa heyî biparêzin û bidomînin. Di encamê de li navbera me û yên din de têkoşîn û dînamîzmeke berdewam peyda dibe.
Di pêvajoya guherînê de bidestxistin û dîyarkirina zanîna rast û durist, ji bo guhartina rewşa heyî pêdivîyeke bingehî ye. Armanca derxistina kovara BÎRê jî bi taybetî di derbarê komelga, dîrok, çand û zimanê kurdî de bi giştî jî di derbarê pirrengîtî û cûdahiya çandên herêma Rojhelata Navîn de bidestxistin û derxistina belge û zanîna rast û durist e.
Îro cografyaya ku em li ser dijîn navendek herî kevnare ya ji navendên şarezayîya mirovayetiyê ye. Eger perava Nîlê yek ji wan cîyan be, cîyê din jî Dîcle û Firat e. Çavkaniya herî kevnare, çavkaniyên arkeolojî ne. Her wekî tête zanîn, Kurdistan warê herî kevnare yê çandinî ye, li ser vê axê gelek milet, medeniyet û dewlet pêk hatine, di pêvajoya dîrokê de jiyane û şopa wan hemûyan jî di nav kurdan de heye. Di vê çarçovê de, bêşik di mîrasa şarezayiya Mezopotamya û Rojhelata Navîn de cî û para kurdan ji yê miletên din zêdetir nebe, ne kêmtir e. Bi giştî di pêkhatin û pêşketina çand û şarezayiya mirovayetiyê û bi taybetî jî ya Mezopotamyayê de cî û rola kurd û Kurdistanê girîng e. Kedîkirina heywanên kovî, destpêkirina çandinî û hilberîna zad, çêkirina berhemên tevnî û madenî, karûbarê mîmarî û bajarvanî li ser vê xakê rû daye.
Kovara BÎRê, dixwaze bi lêgerîn û lêkolînên li ser ziman, dîrok û çanda kurdî xwerûtî û alîyên ciyawaz ên çand û dîroka kurd derxîne holê û rastiya wan a dîrokî û civakî pêşkêşî xwendavanan bike. Di vê derbarê de hiş û bîra we ya dîrokî-civakî teze bike, rastiya dîroka civaka kurd û berhemên çanda wê bi ber çavan raxîne û ji alîyên erînî û neyînî, ronî û tarî ve, bi bîra we bîne. Û digel wê jî dê bersiva wan kesên mejîşêlûker bide ku bi navê “zanistiyetî” û “pêşverûyî”, li miqabilê hemû hovîtî û bêperwayiya dagîrkeran, tevgera netewî û civakî ya kurd bi “kevneşopî” û “neteweperestî (?)” tawanbar dikin. Di vê çarçovê de rêbaz û rêgezên me yên bingehîn ev in:
Dîroka mirovayetîyê, dîroka hilberîna çandê ye. Çand (kultur), di pêvajoya dîrokî û jîyana civakî de hilberîna hemû nirxên maddî û manewî ye.
Ji ber sedemên dîyar, dewlet û unsurên dewletên herêmî, naxwazin hebûn û tesîra kurdan di pêkhatina mîrasa şarezayî ya Mezopotamya û Rojhelata Navîn de qebûl bikin.
Hebûna çandên cûda, dewlemendîya dîrokî ya mirovayetî ye. Di herêma em lê dijîn de parastina pirrçandîtî û pirrrengîtiya çandî, wezîfeya me ya mirovperwerîyê ye. Di vê çarçovê de lêgerîn û lêkolînên li ser çand û dîroka kurd, dîyarkirina têkilî û li hev tesîrkirina çanda kurd û milletên din (ereb, faris, tirk, sûryanî, keldanî, ermen, cihu û wd.), yek ji armanca kovara me ye. Lewra, ji mêj ve heta îro çandên cûda hene, lêbelê çandeke yekreng û homojen a li ser yên din de nîn e. Her weha çanda kurd jî ne di ser yê milletên din de ye û ne jî ji ya wan paşvetir û kêmtir e.
Bêguman di pêvajoya dîroka milletan de serkevtin û têkçûn, wendakirin û îxanet, kêfxweşî û xemgînî, başî û xerabî, rastî û çewtî jî hene. Ronîkirina sebeb û encamên van bûyeran, ji nû ve lêkolîn, honandin û şirovekirina wan yek ji armancên kovara me ye.
Armanca lêkolîna me ya li ser ziman, dîrok û çanda kurdî ev e, ku kurd wek subjektekî dîrokî bigîje bîrewerîya hebûna xwe ya civakî û netewî. Bêşik daxwazên netewî ne tenê bidestxistina mafê kulturî (çandî) ye, di heman demî de/her weha rêgezek mafê sîyasî ye.
Li ser ziman (hemû lehçe û devokan), dîrok, wêje (edebiyat) û çanda kurdî pêkanîna lêkolîn-lêgerîn û weşandina cûr bi cûr nivîsar û belgeyên di derheqa vê babetê de, armanca bingehîn ya derçûna kovara BÎR e. Bi taybetî jî xebatên li ser zimanê kurdî. Lewra ziman, şiklê hebûna netewî ye û binyata bi xwehesîn û cûdahîya ji yê dî derdixe holê û dîyar dike.
Her netewe ruh û milkîyeteke hevpar peyda dike, ev ruh, xwe disipêre du bingehan, yek jê rabirdu yanî mîrasa bîranînên navxwe ye, yê dî jî dilxwazîya bihevrabûna îroyîn e. Wek berhemê ruhê hevpar berhevdan û ji nû ve honandina çîrok, kilam, lavij, heyranok, metelok, serborî û wd. yek ji armanca lêkolînên me ye. Milkîyeta hevpar jî xak e, di mîrasa netewî de xak, çavkaniya objekt û berhemên çandî ye.
Nirx (helseng) û berhemên çanda kurd, di nav pêvajoya dîrokî de li encama faalîyeta biarmanc a gelê kurd peyda bûne. Berhevkirin û ji nû ve honandin û şirovekirina nirxên çandî, bingeha xebata me ye.
Girîngî pêdana çanda kurdî, nayê wê wateyê ku em parastina fehma netewetiya kulturî dikin, netewetî, di heman demî mafê desthelatbûna sîyasî ye jî.
Xwendevanên birûmet, piştî ku me armanc û rêgezên xwe yên bingehî dîyar kirin, hem wek prensîbeke çapemenîyê û hem jî ji bo pêşîlêgirtina xelet têgihîştinê, divê em agadariyekê bidine we. Yên kovara BÎRê derdixin, hinek ji wan di pêvajoya derxistina kovara WARê de jî hebûn. Ji hejmara yekê heta hejmara dawî(16), em naveroka hemû hejmarên kovara WARê diparêzin. Lêbelê em dixwazin bi xwendevanan bidin zanîn ku kovara BÎRê, berdewamiya kovara WARê nî ye.
Kovara BÎR, bi çapkirina lêkolîn û lêgerînên li ser ziman, dîrok û çanda kurdî her dixwaze bîra we ya dîrokî û civakî teze bike, bi berdewamî bibe hafiza we ya dîrokî û neteweyî. Ew miletên ku bîra wan a dîrokî û neteweyî bihêz nebe, bûyerên rabirdû yên dîrokî jibîr bikin, bêşik gelek bûyerên pêkhatî yên dîrokî ducar dê di ser wan de werin. Yanî şert û merc û dem bigore jî, dê dîroka wan dubare be. Digel wî yên ku rabirdûya xwe jibîr bikin yan jî nizanibin, dahatûya wan jî nedîyar dibe.