Musa Anter
Avesta
1999, İstanbul
ISBN: 975-7112-65-8
Berhema Mûsa Anter ya şanoyê tekane “Birîna Reş” bi tirkî û kurdî di sala 1965an de çap dibe. Lîstika “Birîna Reş”, ji çar sehneyan pêk tê. (Di vê lîstikê de navên sehneyan weke “perde” hatiye bikaranîn.) Dema bûyerên listikê di navbera salên 1950 û 1960î de diqewime. Li gora pêşgotina kitêbê ev şano di 1959 de di girtigeha leşkerî ya Harbiyê de hatiye nivisandin.
Di pêşgotinê Musa Anter ji bo “Birina Reş” wiha dibêje:“Tiştên ku hûne di vir de bixwînin gişk serpêhatiyên min in.” Di naverokê de gelek bîranîn, têbinî û şîretên wî cî digre. Mûsa Anter rast rast ji bo zarokên kurd bixwînin, têkevin xizmeta miletê xwe, şîretan li wan dike. Musa Anter, li Stenbolê ji bo xwendekarên kurd lê bimîne di Yurda Dicleyê weke gerinende dixebite, bi girtina “Yurda Dicleyê” di vê şanoyê de xitabî xwendekarên xwe dike. Lehengê wî, şagirtên wî ne; yek ji wan “Bedo” ye. Ji bo “xelasbûnê” divê ku kurd bixwînin û şiyar bibin, wê demê dikarin ji bindestbûne û qelandinê rizgar bibin.
Li Diyarbekirê di sala 1959an de, di rojnameya “İleri Yurt” de “Qimil” tê weşandin. Li Tirkiyê ev weke bûyereke mezin tê niqaş kirin û di çapemanî û siyasetê de dibe sedemeke girtina “Doza 49an”. Di vê girtinê de tevî Musa Anter 50 kes hene, yek ji wan di girtîgehê dimire û hejmara wan dibe 49; ji ber vê yeke bi navê “Doza 49an” tê zanîn. Beriya ku bêne girtin, ji bo protestoya li himber biryara Enqereyê, li ser navê “Kurdên Tirkiyê” daxwiyaniyekê didin. Piştî girtina 49an bi hatina darbeya leşkerî ya 27ê Gulana 1960î re 485 serokeşîr û malmezinen Kurd jî bi mahneya reforma axê “Projeya parvekirina erdên dewletê (r.37)” tên girtin û wan dibin qampa Sêwasê