Erebê Şemo yan jî Ereb Şamîlov (bi rûsî: Араб Шамоевич Шамилов; z. 23 çiriya pêşîn a 1897 li Qersê − m. 21 gulana 1978 li Êrîvanê) nivîskarekî kurd bû û weke bavê romana kurdî tê binavkirin. Yekemîn romana kurdî ya ku bi kurdî hatiye weşandin, Şivanê Kurmanca nivîsiye.
Jiyan
Erebê Şemo ji malbatek şêxên êzîdiya bû. Şemo di 23ê çiriya pêşîn a 1897an de li gundê Susuzê li navçeya Qersê, ku di wê heyamê de di bin desthilatiya Rûsyayê de bû, hatiye dinyayê. Ereb Şemo xwendina xwe ya pêşî diqedîne. Di sala 1913an de, dema ku 16 salî bû derbasî ser karê paletiyê dibe.
Erebê Şemo ji bilî zimanê kurdî, welê jî bi rûsî, tirkiya osmanî, yewnanî, ermenî, gurcî, almanî û azerî zanibû.
Arab Shamilov's plaque, Yerevan.jpg
Bi biryara hikûmeta Sovyeta berê û Ermenîstanê Erebê Şemo û Isahak Marogûlov dest bi amadekirina alfabeta kurdî ya bi tîpên latînî kir û di sala 1928an de karê xwe bi dawî anî. Wan di sala 1929'a yekemîn pirtûka bi kurdiya latînî li cihanê bi sernavê “Xʘ-xʘ hinbuna xandina nvisara kurmançi“ (Xwe bi Xwe Hînbûna Kurmancî) çap kir. Erebê Şemo herwiha yek ji damezrênerên rojnameya Rya teze bû.
Di sala 1931ê de Erebê Şemo li Leningradê rastî Qanatê Kurdo tê û hevaltiyeke baş di navbera wan de çêdibe. Ji wir dest bi xebata wêjeyî û zanistî dike. Li wê derê nivîsên di der barê pirsgirêkên zimanê kurdî de amade dike û li Ermenistanê çap dike. Ereb Şamilov, di navbera salen 1937 - 1954an de tam 17 salan li Sibirya'yê girtî jiyaye. Li vir bi jina xwe ya duyemin Mariya Vasîlevna ve dıbe nas ya ku di van biraninan de navê we derbas dıbe, ew bi xwe Ûris bûye. Keçen wi Asê û Zînê ji ve jina duyemin in. Jina wî ya berê Alman bûye.(1)
Piştî mirina Stalîn ew azad dibe û careke din vedigere Ermenistanê. Sala 1966an ew romana xwe ya dîrokî Dimdim belav dike. Di sala 1967an de jî ew li Moskovayê berhevoka Hikayetên Gelê Kurd û romana xwe ya bi navê Riya Bextewar diweşîne dike. Demeke dirêj di komîteya navendî ya Partiya komunîsta Ermenistanê de cih girt.
Li navenda Êrîvanê li ser dîwarê makke ku Erebê Şemo salên xwe yên dawiyê li wê derê derbas kiribû, wiha hatiye nivîsandin: “di vê malê de ji sala 1963-1978 temenê xwe derbas kiriye rewşenbîrê Kurd û karkerê muxulqeiyê Erebê Şemo Şamîlov”
Berhem:
Roman:
1.Şivanê Kurmanca, 1930
2.Dimdim, 1966
3.Jiyana Bextewar, 1959
4.Hopo, 1969
5.Berbang, 1958
6./Şano
7.Koçekê Derewîn, 1930
Çîrok:
1.Hikayetên Gelê Kurd, 1967
2.Kurdên Elegezê, 1936
Meqale;
.Pırsa Derheqa Feodalizme Nava Kurda da, 1936
.Terîqa Rêvolûsiya Oktyabrê, 1930
.Çirûskên Şoreşa Oktobirê, 1972
.Kolxoz û Kara Wê Ji Gundiyan re, 1930
.Şerê Tarîlka, 1972
.Senaryo
.Kurdên Ermenistanê, 1959 [2][3]
.Emrê Lenîn, 1930
Çavkanî;
1. Kovara Çira, hejmar 6, havin 1996, r.14 Çend Rûpel ji jiyana Ereb Şamilov/Wezîrê Eşo
2.Араб Шамилов
3.Հայկ Խաչատրյան Գրական տեղեկատու Սովետական գրող 1986 - 423-424]
Girêdanên derve:
.110 saliya Erebê Şemo - rûsipîtiya gelê kurd; Têmûrê Xelîl, NETKURD, 5ê hezîranê 2007 Girêdana arşîvê 10 tîrmeh 2007 li ser Wayback Machine
.Erebê Şemo; Eskerê BOYÎK, Avestakurd, 23ê gulanê 2007 Girêdana arşîvê 28 gulan 2007 li ser Wayback Machine
.Portreya Erebê Şemo; Vanîkê Elîxan, Avestakurd, Hejmar 12, tîrmeh 2001 Girêdana arşîvê 11 kanûna paşîn 2006 li ser Wayback Machine.[1]