Mehmed Uzun
Orfeus
1989, Stockholm
Sal 1922. Pencereyek û merivekî li ber. Kî? Rûyekî gulover, çavên reş wekî komirê, porê kin û şehkirî, eniyeke fireh, guhên stûr, bîvileke xweşlihevhatî, simbêlê zirav û lêvên kentijî. Kî? Bejna zirav, kincên xweş, qiraweta hewreşîmî û dûmana cixarê. Kî? Fikir û guman, bîr û şik.
Kî?..
Memduh Sêlîm. Ronakbîrê kurd, bîrewerê gelê bindest û evîndarê xweşiyan Memduh Sêlîm Beg. Nivîskar û berpirsiyarê kovara Jîn'ê Memduh Sêlîm Begê Wanî.