Bêrken Bêrêh helbestvanekî kurd e. Di sala 1954an de li bajarê Şirnexê ji dayîk bûye. Di sala 1978an de dest bi nivîsandinê bi zimanê kurdî kiriye. Yekemîn car helbestên wî di kovara Tîrêj de (yekemîn kovara kurdî ye li Bakur) de hatiye belav kirin.
Heta niha helbest û nivîsarên wî di gelek kovar û rojnameyên kurdî mîna (Tîrêj, Nûdem, Jiyana Rewşen, Hîwa, Azadiya Welat, Tîroj û yên internetî û hwd.) de belav bûne. Di sala 1999an de bi navê Kulîna Kulîlkan kovareke internetî amade kir. Çar hejmar derket. Ev yekemîn kovara internetî li Bakur bû. Pirtûkek helbestan bi navê Êş Di sala 2001ê de, herweha yek bi navê Şagirtên Evînê di 2003yan de bi rêya Weşanên Sî li Stembolê û Pandomîm 2006 li Amedê Weşanen Belkî û Şîna Helbestê 2008 weşanên Doz çap bûn.
Li zanîngeha Bilgiyê ya Stembolê, ya Colemêrg û her wiha li gellek bajarên Kurdistanê wek Hewlêr, Dihok, Amed û Wanê tevlî festîval û konferansan bû û teblîx pêşkêş kir. Ji bilî navê xwe Berken Bereh bi mexlasên mîna Serwer Botî, Argeş Amedî û Mem Bêtîr jî gotar û nivîs lê kir û weşand. Niha jî di malpera Diyarnameyê de panzdeh rojn carekê gotarên xwe belav dike.
li bin heman esmanê ji kederê
min bawerî anî bi rastîyê,
bi qasî derwêşekî zikir kir
bi qasî rêwîyekî meşîyam
nebûm kelem li pêşîya ronahîyê
girîyam li kêlek dayîka berxê xwe diyarî axê kirî
bavê destvala vedigere mala xwe li ber êvaran
û bûm şirîkê hest û hêrsa xortê mêrxasî û dilpakîya xwe
ji xwe re kirîye taştê û firavîn
û min dît ruhê xwe yê di miqama işqê de
di nav ferhenga cîhanê dinimîne de tîpek im
li hevala xwe gerîyam di dengê xwe yê gurr de
li olana xwe ya bi nalîn
min di jûrên bi keder de veşart xewnên xwe yên xeternak
ey rêberê xweşkelamê
dê bibînî dema hatim derenca ewil ya dadgeha adilane
ku min dilek ji hevrîşim danaye li ser gulê
û min ji dil û can gotina xwe got
bi sed kul û derd bêndera xwe rakir
û min bê xeyd û tirs deftera xêr û guneha amade kir
berî ku sûretê min spî bibe
*Ji ber dengê wî hatiye deşîfrekirin. (AHK)
Berhem:
Êş, Helbest, Weşanên Sî (2001)
Şagirtên Evînê, Helbest Weşanên Sî (2003)
Pandomîm, Helbest, Weşanên Belkî (2006)
Şîna Helbestê, Helbest, Weşanên Doz (2008)
Dilê Min Palgeh e ji Işqê re, Helbest, Weşanên Lîs (2010)
Ji Dûriyê re, Helbest, Weşanên Lîs (2013)[1]