Jîla Huseynî (jdb. 21 îlon 1964 li bajarê Saqizê, Rojhilatê Kurdistanê - m. 27 îlon 1996) helbestvaneke kurd e û xwediya du dîwanan e. Her wisa helbestên wê bi zimanê farsî jî hene.
Jiyan:
Ew keça dadvan û zana Mêhran Huseynî (Şêx Mêhran) e. Jîla di pazdeh saliya temenê xwe de, dest bi nivîsîna helbestan kiriye. Dîwana wê ya pêşîn a bi navê Geşey Evîn di 1995ê de hate çapkirin.
Jîla Huseynî xwediya kitêbxaneyeke zengîn bû û di handan û piştevaniya helbesta kurdî de roleke giring leyîst bû. Her wisa yek ji damezirînerên Encûmana Wêjeyî ya Mewlewî ya Kurdî li bajarê Sine bû.
Jîla Huseynî - Di sala 1964an de li şarê Saqiz li rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Keça dadvan û zana Mehran Huseynî ye, ku xwediyê kitêbxaneyeke zengîn bû û pêş ku biçe ser dilovaniya xwe, rolek mezin dibû di handan û piştgirtina şair de. Jîla di temenê pazde salî de, dest bi nivisîna şi'rê kir. Di sala 1996an de gihaşt dilovaniya xwe, di gel keça xwe ya ji nû ve li dayik bûbû, piştî kurek li dû, xwe hişt bi navê Ramî, di encama bûyereke maşînê de, di oxira civanê di gel Şerko Bêkes, di wextê serdana wî ji Tehranê re. Şi'rên wê bi zimanê Farisî jî hene. Endama damezrêner bû di Encûmena Wêjeyî ya Mewlewî Kurdî li şarê Sine. Ji berhemên we:
- Geşey evîn (şi'r, 1995)
- Qelay Raz (şi'r, 1998)
- Berhevokek şi'rên zarokan, nehatiye çapkirin.
- Çend kurteçîrok di berhevoka Qelaya Raz de hatine çapkirin.