Şerefxan Cizîrî (z. 1955, Qamişlo, Rojavaya Kurdistanê), dîroknas û siyasetmedarekî kurd e.
Di sala 1955an de li Qamişlo hatiye dinyayê, perwerdeya seretayî û navîn li Mêrdîn û Nisêbînê diqedîne. Di Sala 1975an de diçe li Swêdê bi cîh dibe. Li Zanîngehên Stockholm û Uppsalayê li ser zanyariya siyasetê, dîrokê û ramana dîrokê dixwînê, di sala 1986an de teza xwe ya masterê pêşkêş dike. Li vî welatê bi awayek çalak siyasetê dike û endamê Navenda Partiya Çep a Swêdê bû. Li Stockholm (Huddinge) alikarê serokê şaredariyê, endamê meclisa şaredariyê, serokatiya komîsyonan jî dike[çavkanî hewce ye].
Şerefxan Cizîrî di gelek kovar û rojnameyên kurd de gotarê çandî, ramangerî û wêjeyî nivîsandine. Li Zanîngeha Mêrdînê dersên wêjeya devkî dane şagirtên lîsansa bilind.
Pirtûkên nivîskar:
.Yazarlik Ve İdeolojî, 1986
.Tarih ve Uygarlık, 1991 Cilt Bir
.Raman û Kultur, 1996
.Tarih ve Uygarlık, 1997 Cilt İki
.Bize Bir Felsefe Lazım, 1999
.Kultur û Edebiyata Devkî, 1999
.İskandinav Modelî, 2000
.Omeriya Mirsom, 2009
.Edebiyata Devkî û Sosyalîsazyon, 2011
.Tarih ve Uygarlık, 2017 (Iki cilt birlikte)
Amade ji bona çapê:
.Edebiyata Devkî û Şer
.Mirov Çima Dinivîsîne
.Bize Bir Siyaset Lazım
Rojnamên ku gotar tê de nivîsandine (weşanên nivîskî):
.Nûdem
.Azadiya Welat
.Kurdistan Press
.Berbang
.Özgür Politika
.Olay Gazetesi