Eladîn Secadî, ankû Elauddîn Seccadî, nivîskarekî kurd e ku di sala 1907an de li Başûrê Kurdistanê hatiye dinyayê.
Di sala 1938an de destûra meletiyê wergirtiye û li Bexdayê, li Mizgefta Neîme Xatûnê meletî kiriye. Di 1939an de ketiye nav qada rojnamevaniyê, di 1941ê de bûye berpirsiyarê kovara Gelawêj û heta 1949an dewam kiriye. Di sala 1948an de kovareke bi kurdî û erebî ya bi navê Nizar derxistiye. Di navbera salên 1958-1974an li Zanîngeha Bexdayê mamostetiya edebiyat û dîroka edebiyata kurdî kiriye. Eladîn Secadî di 13ê kanûna biçûk a 1948an de çû ber dilovaniya Xwedê û li Bexdayê, li Goristana Şêx Evdilqadirê Geylanî veşartî ye
$Çendîn ji berhemên Secadî$
Ristey Mirwarî, ji 1-8, sala 1957-1938.
Mêjuya edebiyata kurdî, 1952.
Şoreşên kurdan û şoreşa Iraqê.
Hemîşe Behar, kurteçîrok, 1960.
Destûr û ferhenga zimanê kurdî, 1961.
Edebê kurdî û lêkolîna edebê kurdî, 1986.
Kurdewarî, 1974.
Deqekanê edebî kurdî, 1978.
Nawî kurd.
Geştêk le Kurdistan.
Nirx Sinasî. [1]