Hewlêr (Rûdaw) – Hunermedê Çiyayê Kurmnênc Ednan Ehmed Mûsa ku weke Ednan Dilbirîn te naskirin, yek ji hûnermendên Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye keda wî di muzîka Kurdî heye.
Hunermend Ednan Dilbirîn ne tenê li Rojavayê Kurdistanê herwiha li parçeyên din jî dihat naskirin û strnên wî stranên wî ser asta çar perçên Kurdistanê belav bûne wek strana “Efrîn Hat”ku bûye yek ji stranên sembol ên Efrînê.
Hunermendên ji perçeyên din ên Kurdistanê stranê wî gotine weke strana Sewda û Her bijî Diyarbekir Beytocan û herwiha heta niha jî hunermendên Xêro Ebas, Fatê, Alîn, Hikmet Cemîl stranê wî dibêjin.
Ednan Dilbirîn 9 albûm tomar kirine û gelek stranên filklorî vejandine wek Zêneb û Eyşa Îbê û stranên wî yên netewê jî hene lê piraniya stranên wî evînî ne.
Ednan Dilbirîn sala 1956an li gundê Dêriswanê yê navçera Şera ya Efrînê ji dayîk bûye, leşkeriya xwe ya neçar li bajarê Qamişlo kir, û piştî wê 1979an jiyana hevjîniyê pêk anî û ji ber tunebûna kar li gund neçar bû berê xwe bide Helebê û li wê derê jiyana hunerî bi fermî dest pê kir.
Ednan Dilbirîn sala 1999an di 43 saliya xwe de ji ber bûyerekekê trafîkê koça dawiyê kir.
Awazên Rojava programeke dîrokî-hunerî ya heftane ya Rodayoya Rûdawê bi pêşkêşjariya Sefqan Orkêş e. Berhemên hunerî yên Rojavayê Kurdistanê arşîv dike û çîrokên wan tomar dike.
Armanc ji Awazên Rojava tomarkirina çîrokên stranên Rojavayê Kurdistanê, danasîna stranbêj, hozanvan û awazdanerên wan stranên Rojavayê Kurdistanê ye.
Her carekê hunermendekî bitemen yê nzindî dibe mêvanê bernameya yan jî hunermendek koçkirî dibe mijara Awazên Rojavayê Kurdistanê.[1]